Enqere
Hevserokê DTP'ê Ahmet Turk ku li navenda DTP'ê cejna partiyiyan pîroz kir, di vê navberê de axaftineke kir û wiha got: "Ne tenê çareseriya pirsgirêka kurd, heta Zagona Bingehîn neguhere gavên demokratîk jî nayê avêtin. Makezgona 12'ê Rezberê li pêşiya me asteng e. Divê Tirkiye siyasetek cuda, pir reng û pir deng bimeşîne. Me di serdana xwe ya Iraqê de bi partiyên kurdan re hevdîtin pêk anî. Çavê hemûyan li ser Tirkiyeyê û çareserkirina pirsgirêka kurd e. Ku Tirkiye pirsgirêkê çareser bike Îran û Suriyeyê jî dê sûd ji vê wergirin û demokratîk bibe."
Di pîrozkirina cejnê ya li navenda DTP'ê de Hevserokên DTP'ê Ahmet Turk û Emine Ayna û partiyî hebûn.
Turk li ser gera wan a li Kurdistana Federal axivî û got: "Em dixwazin çek wekî rêbazek lêgerî maf neyên bikar anîn. Ji bo vê em hewil didin. Lê hind derdorên xêrnexwaz dibin asteng. Ger operasyon û zordarî neyê meşandin em bikaranîna çekan rast nabînin. Ji bo çek nebin rêbaza bidestxistina mafan, ji bo operasyon bên rawestandin û asîmîlasyon bi dawî bibe, em dixebitin."
Li ser pirsa derbarê konferansa neteweyî ya kurd de jî Ahmet Turk ev tişt anî ziman: "Ez bawerim ew xebat dê bimeşe."