Ahmet ALTAN
Eger hûn ji min bipirsin, serokwezîr axaftina ku li Almanyayê kir divê li Amedê bikira.
“Ez jî girîngiyê didim zimên. Gava ku ew tê gotin divê em tiştekî din lê zêde bikin. Bi rastî di mijara hînkirina zimanê duyemîn de, hînkirina zimanê zikmakî gelekî girîng e. Heke mirov zimanê xwe hîn bibe, wê demê hînbûna zimanekî duyemîn dê ew qas biqalîte bibe. ”
Erdogan piştî van gotinan daxwaz kiriye ku li Almanyayê zanîngeheke tirk û almanan jî were damezirandin.
Serokwezîr wekî di gera xwe ya berê de, îcar jî li dijî “asîmîlasyonê” derketiye û ew yek wekî ku civakekê bi darê zorê ji dab û nêrîtên wan û ji kevneşopiyên wan dûr bixî û wan îzole bikî bi nav kiriye û kirina vê yekê ya bi darê zorê jî, wekî sûcekî li dijî mirovahiyê hesibandiye.
Niha mirovê ku van gotinan dibêje û kesê ku mafê perwerdeya zikmakî ya kurdan qebûl neke heman kes e.
Bi gotina “ziman girîng e’’ tu ji bo tirkên li almanyayê zanîngeha tirkî bixwazî û piştre jî mafê zimanê zikmakî yê kurdan red bikî ewê di mantiqekî çawa de bibihure.
Tu mantiq vê yekê qebûl nake.
Almanya ji bo tirkan welatekî “biyanî” ye, tu ji wî welatî “biyanî ” ji bo ku tirk bi hêsanî zimanê xwe fêr bibin daxwaza damezirandina zanîngeha tirkî dikî…
Tu li dijî damezirandina zanîngeheke bi zimanê zikmakî ya kurdan a li welatê “xwe” derdikevî.
Piştre jî dibêjî çima Pirsgirêka Kurd çareser nabe.
Ma kurd li hember vê cotstandardiyê baweriya xwe bi siyasetmedarên tirk û dewletê dikin.
Pê bawer nakin.
Bi salan berê siyasetmedarekî kurd ji min re gotina “gava ku em bi xwestekên tirkan ên ji bo hemwelatiyên wan ên li Bulgaristanê hesiyan, em têgihîştin ku divê em çi bixwazin’’ kiribû.
Çima em tiştên ku ji bo tirkên li Almanyayê û Bulgaristanê dixwazin ji bo kurdên li Tirkiyeyê naxwazin?
Sedema ku li dijî asîmilasyona tirkên li Almanyayê derkevî û tekoşîna asîmîlekirina kurdên li Tirkiyeyê rewa dibinî çi ye?
Mafê kurdekî li Tirkiyeyê ma bi qasî tirkekî li Almanyayê jî nîn e.
Tirkên li Almanyayê hemwelatiyên te ne, kurdên li Tirkiyeyê jî hemwelatiyên te ne û tu ji “her du hemwelatiyên” re tiştên ji hev cuda dixwazî?
Ma ev tevgereke pêewle ye?
Di ser de Serokwezîr Erdogan vê “cotstandartiyê ” tenê ne ji bo kurdan, heman tiştî ji bo elewiyan jî dimeşîne.
Almanya jî dibêje ku “asîmîlasyon, di warê ol û çandê de bi darê zorê xistina nava guhêrînekê ye.”
Heke ev “sûcekî mirovahiyê ye” tu çima zarokên elewiyan bi zorê mecbûrî dersa olê dikî?
“Mirovê ku dibêje ez ji mezhebekî din im, çand û îbadeta min cuda ye” çima tu mezhebê xwe, îbadeta xwe û çanda xwe bi darê zorê li ser wan ferz dikî.
Çima zarokên elewî di dibistanên welatê xwe de nikarin hînî elewîtiyê bibin?
Çima wan zarokan mecbûrî hînkirina perwerdeya sûnî dikî?
Heke Erdogan dixwaze hîn bibe da ku ji bo kurd û elewiyên li welatê wî hewcedarî bi çi xwestekan heye, bila gotinên xwe yên ku li Almanyayê kirine careke din guhdar bike.
Heke daxwazên xwe yên ji bo zarokên tirk û sûnî, ji bo zarokên kurd û elewî yên li Tirkiyeyê jî bixwaze, dê di warê çareserkirina pirsgirêkên Tirkiyeyê de gelekî bi pêş ve biçe.
Lê serokwezîr vê nake.
Gelo vê cotstandartiyê, vê neheqiyê, vê “sucê mirovahiyê” çawa bi xwe dide qebûlkirin, ji bo ku xwe mafdar bibîne çi ji xwe re dibêje?
Dibêje “zimanê zikmakî yên kurdan tirkî ye”?
Dibêje “Elewî bi eslê xwe sunî ne”?
Heke di nava şaşiyeke wisa de ye, heta vê temenê xwe, hê jî hînê rastiyan nebûye, ezê ji wî re alîkariyeke dostane bikim.
Zimanê zikmakî yên kurdan kurdî ye, elewî ne sunî ne.
Eger em pênasa wî û gotinên wî ji xwe re bikin pîvan, înkarkirina zimanê kurdan û mezheba elewiyan dibe sûcê mirovahiyê.
Madem serokwezîr di warê dîtina rastiyên li welatê xwe û di derbarê daxwazkirina mafên mirovan de zehmetiyan dikişîne, bila wê demê xwe wekî serokwezîrekî biyanî yê kurd û elewî ku hatiye serdana Tirkiyeyê bibîne.
Heke wisa tevbigere dê him peyva “yaratilani severîz yaratandan dolayi” (Em ji yê/a hatiye afirandin hez dikin, ji ber ku em ji yê afirandiye hez dikin) cihê xwe bibîne û him jî dê ji zehmetiya lêkolîna “çima ew mirov hê jî li min bi şik û guman in.” rizgar bibe.
Ji ber ku mirov ji vê cotstandartiyê bi guman in.
Wergera ji tirkî: Sabrî OYMAK
Siyabend_2004@hotmail.com