Diyarname
Duh li Hewlêrê rojnamegereke fransiz li hotêlê ji aliyê kes an kesên nediyar ve bi kêrê hate birîndarkirin.
Li gor agahiya midûrê polîsan ê Hewlêrê Abdullah Talat rojnamegera fransiz li holêtê bi kêrê ji zendê xwe hatiye birîndarkirin û ew rakirine nexweşxaneyê.
Polîsan ragihand ku ew hê sedema kêrkirinê nizanin lê rêveberê hotelê û 10 xebatkarên hotelê hatine binçavkirin, hotel jî hatiye girtin.
Li ser nav û saziya ku rojnameger têde dixebitî nehate eşkerekirin.