logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin
  2. Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin
  3. Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne
  4. Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin
  5. Ji 1930 heta niha yên kûpa birine mala xwe
news-details

Li Rojava rojê çiqas petrol tê derxistin?

Li rojavayê Kurdistanê Rimêlan navenda derxistina petrolê (neftê) ye. Rojê çiqas petrol tê derxistin, difroşin ku?

  • Dîrok: 31/07/2015
  • Beş: Aborî

Diyarname

Li rojavayê Kurdistanê Rimêlan navenda derxistina petrolê (neftê) ye. Rojê çiqas petrol tê derxistin, difroşin ku?

Li ser vê yekê AFP'ê (Ajansa Nûçeyan a Fransiz) nûçeyek weşand. AFP çû Rimelan, ew der şopand, hevpeyvîr kir û rewş raxist ber çavan. Teknîsyen Çekdar Elî ji bo AFP'ê wisa gotiye: "Em petrolê heta 125 dereceyan germ dikin û jê benzîn derdixin. Di 150 derece de kerosen, di 350 derece de fuel oil jê derodixin."

Silêman Xelef ê ji enerjiyê berpirs ku wekî wezîrê petrolê yê kurdên Sûriyê dixebite wisa dibêje: "Kurd yekem car bi awayekî xweser petrolê derxist û bikar tînin."

Berî ku li Sûriyê şer çêbe li Rimelanê petrol dihat derxistin û bi lûleyan dibin bajarên Banyas û Humusa Sûriyeyê. Xelef dibêje piştî şer çêbû êrîşê lûleyên petrolê jî hatiye kirin û 1300 bîrên petrolê yên li Rimelan êdî nehatine xebitandin. Par li Hesekê rêveberiya kurd ji bo derxistina petrolê ketin nav hewldanê. 150 bîrên petrolê careke din dane xebitandin, rafîneriyên xirabûyî jî ji nû ve çêkirine.


Benzîn bi buhaya 0,80 dolarî ye

Xelef dibêje rêveberiya Esad jî ji bo bîrên petrolê careke din bixebin piştgiriya daye wan û dibêje ku ew parçeyên ji bo bikaranîna bîran û madeyê xam ji rejimê digirin.

Rêveberiya Şamê meaşê karkerên ku li Rimelanê vegeriya ser karên xwe ji nû ve dide. Benzînê ku li Rimelanê derdixin û bikar tînin bi qelîteya xwe nizm e lê buhaya wê ji benzîna ku hikumeta difroşe erzantir e.

Rêveberiya Şamê petrola ku derdixe lîtreya benzînê bi 1.3 dolarî difroşe, lê kurdên Sûriyê lîtreya wê bi 0,80 dolarî difroşin. 

Li Sûriyê berî şer rojana 380 hezar varîl petrol dihat derxistin. Lê îro sehayên herî bi qîmet ên petrolê ji destên rejimê derketine. Rezervên herî baş ên petrolê yên Sûriyeyê li herêma Der Zorê ne ku ev der niha di DAIŞ'ê de ye.

Silêman Xelef dibêje ku ji bo hilberîna petrolê dikarin ligel rejma Esed hevkariyê bikin lê diyar dike ku ger ji petrolê par bigirin dikarin vê yekê bikin. Xelef wisa dibêje: "Ger xetên lûleyê petrolê yên Banyas û Humusê careke din vebin ew dikarin pombe li petrolê din û bişînin. Lê herêma kurdan divê bi awayekî adilane para xwe bigire."

Roja 15 hezar varîl

Îro gihîştiye wê astê ku rojê 15 hezar varîl petrola kurdan li Rimelanê tê derxistin. Berî şer li Rimelanê rojê 165 hezar varîl dihat derxistin. Her çiqas 15 hezar varîlê ku niha tê derxistin hejmarek hindik be jî ev hejmar ji rojane hilberîna hikumeta Sûriyê zêdetir e, lewre hikumet rojê tenê 10 hezar varîl petrolê derdixe.

Xelef dibêje ku wan herêm ji DAIŞ'ê parastiye û "mafê derxistina petrolê" bi dest xistiye û van yekan lê zêde dike: "Me ev tesîs û ev bîr parastin. Me bi sedan şehîd dan."

Ji ber ku bîrên petrolê careke din têne xebitandin bi awayekî erênî bandor li jiyana gelê sivîl a vê derê jî kiriye. Gelê Hesekê ku di sala 2013'yan de dar dibirîn, mobîlyayên xwe dişewitandin û xwe pê germ dikirin, niha careke din bi şewata petrolê xwe germ dikin.

Têbiniya Diyarnameyê: Me ev nûçe tenê wergerand, me dest nedaye zimanê nûçeyê.


Parve Bike

Youtube Me
Aborî - Nivîsên Dawî
news
  • 06 04 2026

Tabloy Bêrîvane bi 17,9 mîlyon dolarî hame rotişî

news
  • 01 04 2026

Li Stenbol, Enqere û Îzmîrê nan buha kirin

news
  • 27 03 2026

Tabloya Osman Hamdî Bey bi 3,6 mîlyon sterlînî hat firotin

news
  • 08 03 2026

'Qral û Qralîçe' bi 26.3 mîlyon sterlînî hat firotin

news
  • 24 02 2026

Li Helebceyê bêhna qehweya kezwanê bilind dibe

news
  • 24 12 2025

Va ye heqdestê herî kêm

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

KHK'yan rojname û ajansên kurdan girtin

ad

Rojnameger Seyît Evran mir

ad

Mebûsiya du mebûsên din ên HDP'ê betal kirin

ad

2014: Vaye lîsteya pirtûkên bi kurdî

ad

Pakistanê temaşekirina televîzyonên hîntê qedexe kirin

ad

Fermandarek mezin yê pêşmergeyan şehîd bû

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin

  • 04 06 2026
news

Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin

  • 04 06 2026
news

Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne

  • 05 06 2026
news

Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin

  • 04 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname