Stenbol
Piştî Meşa Mezin a Aştiyê ji aliyê Walîtiya Stenbolê ve hat qedexekirin Bloka Aştiyê biryar girt ku li Aksaraya Fatîha Stenbolê daxuyaniya çapemeniyê bi girseyî bide. Ji bo vê bi hezaran kes li Aksarayê li hec civiya, li hemberî polîtîkayên hikumetê yên şer dengê xwe bilind kir û got: "Emê xwedî li aştiyê derkevin. Emê bi we şer nedin kirin."
Bloka Aşitiyê ji 90 sazî û dezgehan pêk tê ligel hezaran kesî li ber Stasyona Metro ya Aksarayê hat cem hev. Hevseroka HDP'ê Fîgen Yuksekdag, parlamenterên HDP'ê, Serokê DÎSK'ê Kanî Beko, Serokê KESK'ê Lamî Ozgen, Hevserokê ODP'ê Alper Taş, Seroka Giştî ya EMEP'ê Selma Gurkan, Seroka Halkevlerî Oya Ersoy, Seroka Giştî ya ESP'ê Sultan Ulusoy ji di nav de bi hezaran kes li qadê amade bûn. Endamên blokê ji ber îhtîmala êrîşan parastina qadê bi xwe kirin. Ji ber ku polis nehiştin alên li ser wan "Aştî" nivîsandî bikeve qadê, di navbera gel û polîsan de alozî derket. Gel bi diruşman helwesta polîsan şermezar kir.
Li qadê dengê "Dad, biratî, azadî, demokrasi û aştî" bilind bû. Di çalakiyê de li ser navê Bloka Aşitiyê Nuray Sancar daxuyanî da. Sancar got ku Meşa Mezin a Aşitiyê bê hinceta hiquqî hatiye qedexe kirin. Sancar li ser polîtîkayên AKP'ê ku Tirkiyeyê ber bi pêvojeyek ne diyar ve dibe sekinî, ji bo Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got ku bo berjewendiyên şexsî pêşeroja Tirkiyeyê tarî dike û got: "Ji ber têkçûna hilbijartinê, têkçûna polîtîkayên Rojhilata Navîn, deskeftiyên Tevgera Azadiyê, Erdogan dixwaze bi zextan Tirkiyeyê dîl bigire. Bloka Aşitiyê li hemberî polîtikayên şer, di aştiyê de israr dike."
Sancar, bang li hemû raya giştî kir da ku xwedî li aştiyê derkeve û got: "Emê xwedî li aştiyê derkevin, emê bi we şer nedin kirin.")