Diyarname
Kovara bi navê Folklora Kurdan ku bi diruşma “Zargotin zêrgotin e, zêrgotin zorgotin e” ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve tê derxistin û bê pere tê belavkirin, hejmareke wê ya nû derket. Kovara kurdî (bi kurmancî, kirmanckî) bi hejmara xwe ay 3’yan giha ber destê hezkiriyên xwe.
Di vê hejmarê de çanda xwarina kurdan, lorik,folklornas û wêjenas, derba gotin, Pîran de keynike waştiş û veyve kerdiş, nimûneyên ji folkolorê, wekî çîrok û cureyên din gelek cure nivîs hatine pêşkêşkirin.
Dîsa di ferhenga rezvaniyê de peyvên bi rez û berhemên rezan ve girêdayî hatine pêşkêş kirin. Li ser arşîvkirina muzîka kurdî jî nivîsek hatiye weşandin. Di fabilên kurdî de ‘Rovî’ bi mînakek balkêş derketiye pêş.
Ji bo kesên bala wan li ser nifiran e jî 250 nifikir bi derb ji bo wan hatine diyarîkirin. Her wiha gelek çîrokên gelêrî jî hatine weşandin.
Ji bo têkilî û xwestinê:


