Maxime Azadî
Rejima AKP’ê di aliyê girtina hilbijêrtiyan de Tirkiye vegerandiye girtîgeha herî mezin ya di cîhanê de. Li gel girtina Şaredarê Kanîreşê re hêjmara şaredarên girtî yên Kurd giha 31’an. Şirnex ji bilî yek parlementerî hemû hilbijêrên wê hatine girtin.
Bi nêzîkbûna hilbijartinên şaredariyan yên 2013’ê re rejima AKP’ê pêkutiyên xwe yên li ser şaredariyên BDP’ê zêdekir. Rejima ku bi awayek sîstematîk proje û xebatên şaredariyên BDP’ê asteng dike, îro jî Şaredarê Kanîreşê Ferît Çelîk bi sûcdarkirina “alîkarî dayîna rêxistinê” girtin.
Piştî hilbijartinên 2009’an yên şaredariyê Kurdan serkeftinek dîrokî bidestxist, rejima AKP’ê pêkutiyekî nehatî dîtin da meşandin û bi dehan şaredar xistin girtîgehan. Tenê di çarçoveya operasyonên di bin navê ‘KCK’ê de 7 hezar endamên aktîv yên BDP’ê hatin girtin. Di nava van de li gel kesên hatîn hilbijartin, rojnamevan, rewşenbîr, aktîvîstên jin, sendîkavan û parêzer jî hene.
Li gorî agahiyên ku ANF’ê ji komîsyona hiqûqê ya BDP’ê girtîn, 8 jê şaredarên DTP’a hatî girtin bi giştî 31 şaredar û 6 parlementerên BDP’ê niha di girtîgehan de ne. Ji bilî vana jî di derbarê du şaredarên din de biryara girtinê heye.
ŞIRNEX BAJAREKÎ KU HEMÛ HILBIJÊRÊN WÊ DI ZINDANÊ DE
Pêkutiyên AKP’ê yên li ser hilbijêran herî zêde Şirnex bandor kir. Niha li Şirnexê 5 şaredar, 2 jê şaredarên kevin û 2 parlementer li girtîgehê ne. Li vî bajarî ji bilî Parlementer Hesîp Kaplan çi hilbijêr nemane. Herî dawî roja 8’ê Adarê ji doza “KCK”ê di derbarê Şaredarê Cizîrê Aydin Budak ku niha girtiye ji dozek din 2 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hate birîn. Piştî ku ceza ji aliyê Dadgeha Bilind ve hate pesend kirin Budak ji erk hate dûrxistin.
Li gel şaredarên ji erkê hatine girtin ji 98 şaredaran jî îro herî kêm 34 ji wana bêbandor hiştine.
ŞAREDARÊN GIRTÎ
1- Abdullah AKENGÎN- Şaredarê Dîcleya Amedê (GIRTÎGEHA TÎPA D YA AMEDÊ)
2- Nadir BÎNGOL- Şaredarê Erxeniya Amedê (GIRTÎGEHA TÎPA D YA AMEDÊ)
3- Zulkuf KARATEKÎN- Şaredarê Kayapinara Amedê (GIRTÎGEHA GIRTÎ YA TÎPA D YA AMEDÊ)
4- Firat ANLI – Şaredarê DTP’ê yê Yenîşehîra Amedê ( GIRTÎGEHA GIRTÎ YA TÎPA D YA AMEDÊ)
5- A.Rezak YILDIZ – Şaredarê Balverena Şirnexê (GIRTÎGEHA GIRTÎ YA TÎPA D YA AMEDÊ)
6- Abit DURAK – Şaredarê Bajaroka Kûmçatiya Şirnexê ( GIRTÎGEHA GIRTÎ YA ŞIRNEXÊ)
7- Dûrsûn ÇAKIR – Şaredarê Bajaroka Kûmçatiya Şirnexê (GIRT3İGEHA GİRTÎ YA ŞIRNEXÊ)
8- Aydin BÛDAK – Şaredarê Cizîra Şirnexê ( GIRTÎGEHA GIRTÎ YA TÎPA D YA AMEDÊ)
9- Emîn TOGURLU – Şaredarê Silopiya Şirnexê (GIRTÎGEHA GİRTÎ YA TÎPA D YA AMEDÊ)
10- Remezan UYSAL – Şaredarê Şirnexê (GIRTÎGEHA GIRTÎ YA TÎPA D YA AMEDÊ)
11- Resûl SADAK – Şaredarê Hezexa Şirnexê (GIRTÎGEHA GIRTÎ YA TÎPA D YA AMEDÊ)
12- Mehmet Melîh OKTAY – Şaredarê Diha Sêrtê
13- Ahmet ERTAK – Şaredarê Şirnexê yê DTP’ê (GIRTÎGEHA TÎPA D YA AMEDÊ)
14- Çaglar DEMÎREL – Şaredara Dêrika Mêrdînê (GIRTÎGEHA TÎPA D YA AMEDÊ)
15- Nejdet ATALAY- Şaredarê Êlihê ( GIRTÎGEHA GIRTÎ YA TÎPA D YA AMEDÊ)
16- Huseyîn KALKAN – Şaredarê Êlihê yê DTP’ê (GIRTÎGEHA GIRTÎ TÎPA D YA AMEDÊ)
17- Leyla GUVEN – Şaredara Wêranşara Rihayê (GIRTÎGEHA TÎPA E YA AMEDÊ)
18- Emrûlah CÎN – Şaredarê Wêranşarê yê DTP’ê ( GIRTÎGEHA TÎPA D YA AMEDÊ)
19- Ethem ŞAHÎN – Şaredarê Pirsûsê yê Rihayê (GIRTÎGEHA GIRTÎ YA TÎPA E YA RIHAYÊ)
20- Gulcîhan ŞÎMŞEK – Şaredara Bostanciya Wanê ya DTP’ê (GIRTÎGEHA TÎPA E YA AMEDÊ)
21- Îhsan GULER – Şaredarê Elbakê yê Wanê (GIRTÎGEHA TÎPA F YA WANÊ)
22- Salih YILDIZ – Şaredarê Gevera Colemêrgê yê DTP’ê (GIRTÎGEHA TÎPA D YA AMEDÊ)
23- Rûken YETÎŞKÎN – Şaredara Gevera Colemêrgê (GIRTÎGEHA TÎPA E YA BEDLÎSÊ)
24- Ferhan TURK – Şaredarê Qoserê ( GIRTÎGEHA TÎPA D YA AMEDÊ)
25- Lezgîn BÎNGOL – Şaredarê Kolludere Xîzan Bedlîsê (GIRTÎGEHA TÎPA D YA AMEDÊ)
26- Kazim KURT – Şaredarê Colemêrgê yê DTP’ê (GIRTÎGEHA TÎPA D YA AMEDÊ)
27- M.Nûrî GUNEŞ – Şaredarê Îdirê (GIRTÎGEHA TÎPA H YA ERZIROMÊ)
28- Ayhan EKMEN – Şaredarê Qers/Dîgor Dagpinarê (GIRTÎGEHA TÎPA E YA ERZIROMÊ)
29- Yûsûf TEMEL – Şaredarê Bêşebaba Şirnexê
30- Ahmet ÎNCÎ – Şaredarê Kiloavûz Dargeçît Mêrdînê
31- Ferît ÇELÎK – Şaredarê Kanîreşê (GIRTÎGEHA TÎPA ME YA ÇEWLIKÊ)
ŞAREDARÊN KU DERBARÊ WAN DE BIRYARÊ GIRTINÊ HEYÎ
1- Yakûp BUDAK- şaredarê Cizîrê yê DTP’ê
2- Şukran SÎNCAR – şaredara Qilabanê
PARLEMENTERÊN GIRTÎ
1- Faysal SARIYILDIZ – Şirnex (GIRTÎGEHA GIRTÎ YA TÎPA E YA MÊRDÎNÊ)
2- Selma IRMAK – Şirnex (GIRTÎGEHA TÎPA E YA AMEDÊ)
3- Guleser YILDIRIM – Mêrdîn (GIRTÎGEHA GIRTÎ YA TÎPA E YA MÊRDÎNÊ)
4- Hatîp DÎCLE – Amed ( GIRTÎGEHA GIRTÎ YA TÎPA D YA AMEDÊ)
5- Kemal AKTAŞ – Wan ( GIRTÎGEHA GIRTÎ YA TÎPA D YA AMEDÊ)
Ji ANF'ê hatiye girtin