Diyarname
AKP ji şaredarên xwe yên bajarên kurdan nememnûn e û dê wan careke din berendam nîşan nede.
Li bajarên kurdan kurd ji şaredarên AKP'ê heta niha ne memnûn bûn. Di serî de jî bajarên wekî Sêrt, Bedlîs, Mûş, Qers tê ku ev şaredarî di destê AKP'ê de ne. Li Sêrtê Mervan Gul ji mebûsî îstîfa kir, cihê xwe da Serokwezîr Recp Tayyip Erdogan û ew ji Sêrtê hilbijart. Dûre Gul jî ji bo şaredarî hat hilbijartin, lê di serî de pirsgirêka avê, ji gelek aliyan ve sêrtî ji şaredar Gul ne memnûn bûn.
Li gorî nûçeya Abdullah Karakuş a li Milliyetê Serokwezîr Erdogan dê 16 şaredarên xwe yên bajaran careke din wekî berendam nîşan nede. Di serî de jî şaredarên Sêrtê, Meletî û Agirî tên.
Li gor nûçeyê ev şaredar careke din dê wekî berendam neyên nîşan dan: Mervan Gul (Sêrt), Ekrem Aktaş (Agirî), Necmettin Dede (Mûş), Cemal Akin (Meletî), Naif Alibeyoglu (Qers), Cevat Ozdemir (Bedlîs).
Her wiha nûçe radigihîne ku li bajarên wekî Mêrdîn, Elezîzê jî nediyar e dê şaredarên niha careke din wekî berendam bên nîşandayîn yan na.
Ji Milliyetê hatiye girtin û kurtikirin