SAFIN HAMED
Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku welatên zirhêz pêşniyareke pêşkêş kiriye ku alternatîva referandûmê be û birêveberiya Herêmê jî diyar kiriye ku dê wê pêşniyarê di demeke kurt de binirxîne.
"Amerîkayê ji bo referandûmê sê rê danîn ber kurdan"
Îro Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd barzanî pêşwazî li şandeyeke bilind a hevpeymanan kir ku ji Nûnerê Taybet Serokê DYA'yê ji bo têkoşîna li dijî DAIŞ'ê Brett McGurk, Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên yekbûyî û Balyozê DYA'yê li Iraqê Douglas Silliman, Balyozê Brîtanî Frank Baker û çend rayedarên din civiya.
Her wiha hat ragihandin ku di wê civînê de behsa şerê DAIŞ'ê û referandûma serxwebûna herêma Kurdistanê jî bû ku biryar hatiye dayîn di 25'ê vê mehê de bi rê ve biçe.
Serokatiya Herêmê diyar kir ku şandeya mêvan alternatîvek ji bo lidarxistina referandûma Herêma Kurdistanê pêşniyar kiriye.
Li gorî daxuyaniyê, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji şandeya mêvan re diyar kiriye ku biryara referandûmê û alternatîva wê ne biryara wî tenê ye, dê vê pêşniyarê bi serkirdeyên hêzên Kurdistanî re nîqaş bike û dê di demeke kurt de bersivê bide.
Ji Spuknikê hatiye girtin


