Diyarname
Di 16 rêbendanê de li Şaredariya Akdenîza Mêrsînê panela bi navê “Di Wêjeya Kurdî de Çîrok û Roman” bi alîkariya Şaredarî û Navenda Çanda Mezopotamya ya Mêrsînê li dar ket. Panela ku nivîskarê me Çiya Mazî û nivîskar Yaqob Tilmenî wekî panelîst beşdar bûn de moderatoriya wê Rifat Arya kir.
Panela ku li hêwana avahiya Şaredariya Akdenîzê li dar ket digel Şaredarê Akdenîzê Fazil Turk, Serokê BDP'a Mêrsînê, nivîskar Ehmet GEGEZ, Dîlber Hêma, îlhamî OZER, Yeqîn H., gelek xwendekarên Zanîngeha Mêrsînê û gelek kesên din beşdar bûn.
Di panelê de pêşî nivîskar Çiya Mazî axigvî, piranî li ser çîroka kurdî û dîroka wê sekinî. Mazî ji ber ku xwendevan û kurdên din çîroka nûjen û ya folklorîk tevlîhev dikin jî li ser meseleyê sekinî, ev rewş rexne kir û got: “Kurteçîrok an jî çîroka nûjen nivîskar bi xwe diafirîne û tabek mezin didinê, lê ya folklorîk an jî ‘çîçirok’ malê gel in û nivîskarê wan ne diyar in. Her wiha ev cure çîrok her tim motîfên folklorê hildigirin û bi tirkî ji wan re ‘masal’ tê gotin. Lê kurteçîrok afirandina nivîskar ya wêjeyî ye; di erebî de jê re dibêjin Hikoyê, bi tirkî oyku ye.”
Nivîskar Mazî di axaftina xwe de behsa wêjevanên kurd ji Boraboz heta roja îro kir û navê wan yek bi yek anî ziman û çarîna ku li ser kevirê gorî Boraboz hatiye nivîsandin û çarînek Baba Tahirê ûryan xwend.
Çiya Mazî qala pirtûkên kurdî* yên par derketine jî kir û wiha berdewam kir: "Di sala 2010'an de 115 pirtûkên kurdî derketin ji vana, ji sedî 70 yî edebî ne; helbest 17, çîrok 16, roman 20; ev ji sedî pêncî dike ji sedî bîst jî wergerên wêjeyî ne, yên mayî jî lêkolîn û ferheng û wekî din in. Xwendevan û mirovên kurd herin pirtûkfiroşan û li pirtûkê kurdî jî binêrin wê zanibin wêjevan û nivîskar çi dikin û ew jî çi qasî bêhay in ji pirtûkên kurdî re.”
Nivîskar Yaqob Tilermenî jî li ser rewşa îro ya wêjeya kurdî sekinî û bi gelemperî behsa romana kurdî kir. Tilermenî wiha got: "Romanûsên aniha bingeha xwe li ser klasîkên kurdî ava kirine û divê haya wan ji klasîk û derdora wan hebe. Her wiha haya wan ji derdora lîteratura dinyayê jî hebe, ji bo pêşketinê ev pêwîst e.”
Piştî axaftinê panel bi pirs û bersivan dom kir. Tilermenî li ser pirsekê got: “Gazinên ku hinek dikin û dibêjin ‘çima nivîskar hê ne aktîf in di polîtikaya kurdî de’ ne di cih de ye û gelek kes ji wan nizanin ku çend pirtûkên kurdî derketine û nivîskarên kurd çi dikin; her wiha dibe ku pirtûkek kurdî jî nexwendibin?"
Plaket hate dayîn
Piştî ku bernameya axaftinê bi dawî bû Navenda Çanda Mezopotamya ya Mêrsînê Ji bo xebat û keda wan ku di wêjeya kurdî de derbas bûye plaketek da Çiya Mazî, Yaqob Tilermenî û Rifat Arya. Şaredarê Akdenîzê Fazil Turk derket ser dikê, plaket da wan û axaftineke sipasiyê kir.
Piştî plaketdayînê jî nivîskar Çiya Mazî û Yaqob Tilermenî pirtûkên xwe ji bo xwendevanên xwe îmze kirin. Bername bi kokteyleke bi dawî bû.
***
Nûçeya eleqedar:
- 'Di wêjeya kurdî de roman û çîrok' tê nîqaşkirin
* 2010: Pirtûkên kurdî ên ku îsal derketine