Enqere
Kizilay ku li Tirkiyeyê saziyeke alîkariyê ye lê di erdhejê de tiştên di dest de ligel ku belav bike firot saziyên din bû sedema rexneyê. Li ser vê Hevserokên HDP'ê Pervin Buldan û Mithat Sancar ligel mebûsên HDP'ê îro çûn ber avahiya Navenda Giştî ya Kizilay a li Çankaya Enqereyê. Li kuçeyê ew axivîn û gotin "Berpirsên rantxwur dê hesabên bidin."
Polîsan hemû kuçeyên ku derdikevin ber avahiya Kizilayê girtin û nehiştin HDP'yî herin Navenda Giştî ya Kizilayê. Li ser vê HDP'yiyan li kuçeyê daxuyanî da çapemeniyê. Hevserokê HDP'ê Sancar got, "Desthilatdariya ku piştî erdhejê li holê nexuya ye, mirov li bin kavilan hiştine, ew terkî mirinê kirine li vê derê ji belavkirina daxuyaniyê ditirse. Ev tabloya ku hûn dibînin tabloya pergala ku riziyaye, xurifiye û di nav karên qirêj de noqav bûye ye. Kizilay bûye sembola vê pergalê. Di dema ku mirov di sermayê de ji birçînan dimiriyan qaşo saziya alîkariyê, xwîn jî têde her tişt firotiye, û bêyî şerm bikin ev kirina xwe parastine. Ehlaq tune ye, ar û şermkirin tune ye, lê bi zora polîsan rezaleta huşkirina mirovan heye. Ji bo pêşî li dengê mirovan bigirin her tiştî dikin. Nikarin dengê gel bibirin, nikarin pêşî li me bigirin. Ev qîrînên bilind bûne dê dawî li pergala xurifiyayî bîne. Ew vê dizanin. Ji dengê ku ji trîbunan bilind dibe ditirsin. Ji daxuyaniya mebûs û hevserokên sêyemîn partiya mezin a Tirkyeyê ditirsin lê ew nikarin bi tiştên wisa sûcên xwe veşêrin. Em ji bo sûcên wan li rûyên wan bidin em li vir in."
Sancar got ku ji bo ev rantê qirêj, pêşkêşkirina ranta ji bo aligirên wan em eşkere bikin, ev yek baştir bê dîtin em li vir in û wiha dom kir, "Emê gotina xwe li her derê bînin ziman. Wê nikaribin pêşî li vê bigirin. Berpirsên vê pergalê ji jor heta jêr dê hesabê bidin. Ehlaqê îstîfakirinê mezinî ye, rastiyeke siyasî ye. Ne ev mezinî bi wan re heye, ne jî biçikek hurmeta wan ji bo rêgezên siyaseta demokratîk li vê desthilatdariyê heye. Erê, em dibêjin îstîfa bikin lê îstîfa jî nikare sûcên wan veşêre. Hemû berpirsên vê pergala rantxwir dê hesabê bidin. Ji jor heta jê dê hesabê bidin. Ev pergal dê têk here, yên ku ev pergala rantxwir saz kirine mafê wan tune ye helalkirinê bixwazin. Ev gel dê heqê xwe helal neke û hesabê bipirse."
Hevseroka HDP'ê Buldan jî gotina Serokomarê Tirkiyeyê ku li Semsûrê ji gel xwestibû ku heqê xwe helal bikin bibîr anî û got, "Em heqê xwe helal nakin. Tu mexdûrê erdhejê, yên ku di erdhejê de xizmên xwe winda kirine, tenê yek mirov, gelên Tirkiyeyê heqê xwe ji bo we helal nakin. Ji kesî helalî nexwazin. Ji ber ku hûn bûn sedem ku ev mirov bimirin. Hûn bûn sedem ku ji sermayê û birçîbûnê mexdûr bibin. 22 roj derbas bûne tenê rayedarekî jî îstîfa nekiriye. Îro em carek din dipirsin, Serokê Kizilayê, rêveberî, wezîr, şirîkê biçûk, Serokomar, hemû bi hev re divê îstîfa bikin. Îstîfa nekin jî di hilbijartinê de emê wan bişînin. Em carek din soz didin gelê xwe."
***
Nûçeya Eleqedar:
- Kizilay kincên hatine berhevkirin jî firotine