• Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Ên Din
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giþtî û Serokomarî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
  • Rûpela Pêþî
  • Nivîsênkarên Mêvan

Zêmara li ser Smayilê Mala Eyo; Siwaro heyran…!

Dîrok : 31 10 2018 | Beþ :

Nivîsênkarên Mêvan

AZÝZ OGUR

Strana “Siwaro” an “Siwaro Heyran” ji aliyê gelek stranbêjan ve bi þêwazên cuda cuda tê þîrovekirin. Stran mîna qêrîna jineke evîndar a bi navê Kinê ye.

Kinê evîndara Smayilê Mala Eyo ye. Evîna wan ne çûye serî an yekalî ye. Bûyer li Dêrika Çiyayê Mazî qewimiye. Di versiyonên dirêj ê stranê de diyar dibe ku Kinê zewicî ye, ji xwe Smayilê Mala Eyo jî mîna parçeyekî nasnameya wî wekî “Bavê Mehmûd” tê nasandin.

Di rastiyê de stran trajediyeke seferberiyê ya dema þerê Osmaniyan û Rusyayê vedibêje. Kinê, mîna zêmarekê diavêje ser Smayilê Mala Eyo ku wî bi zorê dibin bereya þer. Bêguman seferberî tê wateya mirinê. Lewra di strana mîna zêmarê de Kinê bi evîna xwe ya di dil de mayî diqîre.

Ji aliyê leþkeran ve girtina Smayilê Mala Eyo, avêtina çenteyê leþkeriyê ser milê wî, qusandina por û simbêlê wî, bi trêna reþ di ser Qutelanê re birina sînorê Rusyayê, mîna fîlmekî sînemeyê tê vegotin. Her wiha hewldan an daxwaziyên xwe yên ji bo rizgakirina Smayil jî bi hostayî û dewlemendiya peyvê rêz dike.

Strana orjînal herêm bi herêm jî tê guhertin û her dengbêj, stranbêj þîroveya xwe an beþekê ji xwe jî lê zêde dike. Bi taybetî jî navlêkirinên cografîk li gorî herêma kesên stranê dibêje, têne guhertin. Tevî vê yekê jî stran tevî aliyê xwe yê agahdarker, xwedî hêzeke tund a felsefî û wêjeyî ye jî.

Di versiyona dirêj a stranê de bûyera girtina Smayilê Mala Eyo ji aliyê leþkeran ve, li Amedê dabeþkirina kesên ji bo seferberiyê hatine komkirin, lêkirina kincên leþkerî, siwarkirina li trêna reþ, heta li rawestgeha trênê a “Qurtalanê” careke din hewldana dîtina wî, bi berfirehî cih digirin.

Dîsa ji bo rizgakirina Smayil jî, evîndar Kinê amade ye çi fedakariyan bike, yek bi yek tên vegotin. Herî zêde jî kêliya beriya girtina wî, yanî cara dawî dema di ber mala wan re derbas dibe, mîna newayên dilþewat têne vegotin.

Beþên stranê yên hatine berhevkirin û mîna straneke kurt ji aliyê gelek hunermendan ve têne þîrovekirin jî ji her alî ve têra xwe kurr in…

Ne li vir im ne li wê me

Tevî ku evîna wê nîvco jî maye, diyar e ku jina fedakar Kinê, qîma xwe bi dîtina evîndarê xwe ji dûr ve jî tîne. Lê piþtî girtina Smayîl û birina wî ya bereya þer, di warê derûnî û hestan de dikeve rewþeke giran. Lewra bi van gotinan, li evîn û evîndariya xwe mikur tê û diqîre:

siwaro heyran qurban
ne liv ir im lo ne li wê me
hur barana tevlî bê me
perçê ewrê reþ û tarî lo ser behre me
Wele xelkê gundî û cîrana ji min pirsî
wezê bejim, tu loma ji min nekî;
dosta Smayilê Mala Eyo, lo lawikê çê me

Ne xezalim li çolê xim

Di beþa duyemîn a stranê de li bêçareyî û bêderfetiya xwe mikur tê. Amede ye her tiþtî bike ji bo rizgarkirina evîndarê xwe. Heta, amade ye ku guliyên serê, yanî keziyên pora xwe jêke, mîna bertîlê bide û wiha bi gotinên wêjeyî diqîre:
ne gemî me lo li behrê xim
ne werdek im lo li golê xim
ne xezal im lo li çolê xim
van guliyê sorê henekirî jêkim biþînim
da eskerîka malik þewitî ya delalê dile min rebenê ber efûyê xim

Nisêbîna rengîn cihê memûr û tehsîldaran

Beþa sêyemîn a stranê jî nasandina erdnîgariyê ye. Jina evîndar bêzariya xwe, giraniya êþ û azarên xwe bi gera xwe ya li bajarên derdorê îfade dike. Li gora herêman û stranbêjan navê cih û waran tê guhertin. Mînak “Cizîra Bota warê Mem û Zînê”, Zaxo, Suruc, Qamiþlo, Amed an bajarên herêmê jî têne vegotin û beþ li stranê têne zêde kirin. Di beþa dawî de Mêrdîn, Girherîn û Nisêbîn heye û stran bi dilþekestin û gazina qebûlnebûna duayên wê bi dawî dibe:
çûm Mêrdînê li zinar e
min xwe berda Girherînê cîhê suwaran
daketim xopana Nisebîna rengîn cîhê memûr û tehsîldaran
Bila Xwedê Teala qebûl bikira
Bila delalê dilê min rebenê bûba çawîþê ser firaran
Yenî Ozgur Polîtîka

Hûn dikarin li van jî binêrin

Li Gundê Keçelan Xaniyên bin êrdê

Li Gundê Keçelan Xaniyên bin êrdê

16 06 2022

Gumbeta Surmelî Memed Paþa

Gumbeta Surmelî Memed Paþa

05 06 2022

Her helbest diþibe axa xwe

Her helbest diþibe axa xwe

25 05 2022

Keleha Koço

Keleha Koço

06 05 2022

Ev jî hene

Çîroka kesek, herkes, filankes û tikesî

Çîroka kesek, herkes, filankes û tikesî

20 12 2017

Beravêtinên Wêjeyî

Beravêtinên Wêjeyî

12 10 2018

Þengal 2 salan piþtî ferman û berxwedanê

Þengal 2 salan piþtî ferman û berxwedanê

03 08 2016

Edûlê bi þerê xwebûnê wê tola Dewrêþ rake!

Edûlê bi þerê xwebûnê wê tola Dewrêþ rake!

02 08 2018

4 Kotra 4 Çela û çend peyv û þaþiyên zanistî

4 Kotra 4 Çela û çend peyv û þaþiyên zanistî

13 08 2021

Nivîsên Nû

Çorê ARDA

Redkirina deftereke modern

Çorê ARDA

Cemîl Andok

Dêsê ma, sînorê þarî

Cemîl Andok

Çorê ARDA

Konê folklorîzmeke empresyonîst

Çorê ARDA

Dilþêr Bêwar

NÊRDEWAN

Dilþêr Bêwar

Omer Dilsoz

Sîyabo, darhejîrokê û hin tiþtên dîtir

Omer Dilsoz

Salname

HERE JOR

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Yên piþtgirî didin Diyarnameyê
  • Agahiyên ji bo nûçeyan
  • Bikaranîna Diyarnameyê
  • Têkilî-Contact-Ýletiþim

Nivîskar

  • Cemil Oguz
  • Helîm YÛSIV
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Þêxo Fîlîk
  • Cîhan ROJ
  • Zekî OZMEN
  • Hekîm Sefkan / Tava Heyvê
  • yeqîn h.
  • Kazim Polat
  • Welat Dilken
  • Bedran DERE
  • Omer Dilsoz
  • Mîrza Ronî
  • Krîstîn Ozbey
  • Dilþêr Bêwar
  • Arjen Arî / Agirdank

Beþ

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Berhem
    • Çapemenî
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Nivîsênkarên Mêvan

 

    • Portreya Mehê
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
  • Facebook
  • Twitter
  • RSS

Copyright © 2005-2022 Diyarname