Diyarname
Dr. Aşavan Sîraz Kekuyon, bi navê xwe yê din Sîraç Bîlgîn di 7'ê meha yekemîn a 2015'an wefat kiribû. Bîlgîn heta niha li dor 15 pirtûkan nivîsandibû û çapkiribû. Weşanên J&J niha hemû pirtûkên Bîlgîn bi hev re çap kirin û wekî setek pêşkêşî xwendevanan dike.
Sîraç Bîlgîn (Dr. Aşavan Siraç Kekuyon) di 11'ê rêbendana 1944’an de li Qamişloyê hat dinê. Di sala 1950'î de dema efû derdikeve malbata wî ji Qamişloyê vedigere cihê xwe, tê Çewligê. Wî di sala 1962'yan de li Enqereyê dest bi xwendina "Askeriye Tibbiye" kir lê dest jê berda. Wî di nav DDKO'yê de kar kir, bi axaftina li Batmanê bû hedefa îstîxbaratê.
Kekuyan piştî derket Ewropayê dest bi derxistina pirtûkan kir. Ji pirtûkên wî 8 pirtûk bi hev re ji aliyê J&J'yê ve hatin weşandin.
Vane pirtûkên ku J&J'yê derxistine:
1- Mitolojik ve Tarihi Gerçeklerin Işiginda NEWROZ
2- Yapraklara Açana Dek SATRANÇ
3- Dagi Aşan Delile GOVEND
4- Hûxta Hûvaşta ZARATHUŞTRA İyi Düşünce İyi Söz İyi Eylem
5- ZARATHUSTRA – GATHALAR
6- AVESTA – VENDIDAD
7- Şêx Şerîf Husên ve… 1925 DIRENISI
8- Kurdistan Kurtler ve Tarihteki Yerleri TOPRAGIN ÇIGLIGI
**
Nûçeya eleqedar:
- Nivîskar Dr. Sîraç Bîlgîn wefat kir


