Diyarname
Amed Spor di Kûpaya Tirkiyeyê de yekemîn car ji koman derket û beşdarî 16 tîmên dabû bû. Ev serketinek mezin e ji bo tîmê ku piştî maça ligel Başakşehîrê ev hat, lê temaşevanên wê jî hatin binçavkirin.
Amed Spor di Kûpaya Ziraatê ya Tirkiyeyê de maça xwe ya dawî li Stenbolê ligel Başakşehîrê lîst. Heta deqîqeya bi 2-1 (her du golên Amed sporê lîstikvan Ercan di deqîqeyên 3 û 58'an de avêtin) li pêş bû. Di deqîqeya 90+5 de Semih Şenturk avêt. Şenturk piştî golavêtine çû pêşberî temaşevanan Amed Sporê û silava leşkeran da. Ev yek bû sedema nerazîbûnan. Şenturkê ku silava leşkeriyê da, bi xwe jî leşkerî nekiriye.
Di maçê de temaşevanên Amed Sporê diruşmên "Berxwedan didome devjêberdan nîn e", "Her der berxwedan, her der sûr e", "Bila zarok nemirin, bên temaşekirina maçê jî" bilind kirin. Ji ber vê yekê piştî maçên polîsan 30 temaşevanên Amed Sporê girtin bin çavan. Polîsan ji aliyê pişt ve temaşevanan kelepçe kirin û li wan da û ew birin Emniyetê.
Amed Spor bi vê maçê maçên xwe yê li koman temam kir û piştî Başakşehîrê di komê de bû duyemîn û ji komê bi serketinî derket. Tîmên ku ji koman derketin di nav 16 tîmên dawî de cih girtin. Her wipa wekî reqîb Bursaspor bû reqîbê Amed Sporê.Maç wê li Bursayê bê lîstin, kî bi ser bikeve dê beşdarî maçên çarîk fînalê bibe.
Amed Spor par jî heta maçên koman bi ser ketibû, beşdarî maçên koman bûbû lê nekarî bû ji koman derê. Yekem car ji koman derket û rûpelek nû li dîroka xwe kir. Di maçên Koma A de Amed spor ji 6 maçan 3 serketin, 3 wekhevî bi dest xist bû bi 12 pûanan ji komê derket.
Amed Sporê heta niha ev encam girtin:
- Dora 3'yemîn a Kûpayê:
Amedspor 2 - 1 Elazigspor
- Dora 2'yemîn a Kûpayê:
Amedspor 2 - 1 Karaman Bld.
Maçên Koman:
Bandirmaspor 1-2 Amedspor
Amedspor 2 - 2 Başakşehir
Ş.Urfaspor 0 - 2 Amedspor
Amedspor 1 - 0 Ş.Urfaspor
Amedspor 3 - 3 Bandirmaspor
Başakşehir 2 - 2 Amedspor
Wekî agahiyek 16 tîmên bi ser ketin bi vî awayî bûn reqîbên hev:
- Medipol Başakşehir - Buyukçekmece Tepecikspor
- Bursaspor - Amed Spor
- Sivas Belediyespor - Çaykur Rizespor
- Bucaspor - Beşiktaş
- Galatasaray - Gaziantepspor
- Trabzonspor - Akhisar Belediyespor
- Torku Konyaspor - Antalyaspor
- Fenerbahçe - Kayserispor
Ev tîm dê rojên 30-31'ê vê mehê û 1'ê reşemiyê bilîzin. Amed Spor roja 31'ê mehê saet 14.00'an de dê ligel Bursayê bilîze.