Amed
Lîsika Arîel Dorfman 'Jinebî' ji aliyê Şanoya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hate lîstin.
Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr piştî pêşkêşkirina lîstikê lîstikvan pîroz kir, axaftinek kir. Baydemîr qala bûyereke li Çewlikê ya dayika Koçerî ku di serê wî re derbas bûye kir û di wê demê de serlîstikvan Handan Çapanoglu hembêz kir. Bi vê yekê re hewayeke hestiyar li salonê çêbû.
Mijara lîstikê jinên ku di dema Pinocheya Şîliyê de di bin zextan de dimînin bi awayekî trajîk tê vegotin. Şanohezan eleqeyeke mezin şanî lîstikê da û salon mişt tije bû.
Di lîstikê de jin dema ku li benda hevserên xwe yên winda dimînin derûniya wan a jinane û di nav pevçûn û mîlîtarîzmê de jiyana wan tê pêşkêşkirin: Jin li benda windahiyan dimînin û ev mayîna wan ji bo pergalê wekî talûke tê binavkirin. Ew kursiyên hevserên xwe yên vala dişewitînin û wiha dixwazin ji zext û êşan xilas bibin.
Şaredar Baydemîr wiha got: “Ez jî wekî dayikan difikirim. Yên hatine birin dê rojekê werin û li deriyê me bidin. Lê dê
bi xwe re aştiyeke bi rûmet û azadiyê bînin."
Osman Baydemîr bûyera ku lê bûbû şahid jî bi vî rengî anî ziman: “Li Çewlikê dayikek bi navê Koçerî ji bo dozê nebe Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê û îfadeya xwe bi paş ve bikişîne ji aliyê fermandar û giregirên gund ve tê tehdîtkirin. Piştî ku dayik dozê dibe Ewropayê û Strassborgê îfade dide Tirkiye yekem car di bin çavan de windahiyan qebûl dike.”


