Cemil Oguz
"Is.Man" ku têde hunermend Brader jî dilîzê dê li Stenbolê derkeve pêşberî şanohezan.
Lîstika şanoyê ya ku koça di sersala 20’an ya kesên diçin Holandayê vedibêje ya bi navê ‘Is.Man’ dê li Stenbolê derkeve pêşberî şanohezan. Muzîka lîstikê ji aliyê hunermendê kurd Brader ve hatiye çêkirin.
Di salên 1960’î de gelek kes koçî Holandayê dikin. Nivîskar û derhêner Adelheid Roosen bi koçberan re diaxive û têbîniyan digire. Roosen ji van têbiniyan lîstika bi navê ‘Is.Man’ dinivîse û wê derdixe ser dikê. Lîstik piştî li Hollanda û welatên din ên Ewropayê tê lîstin vê carê li Stenbolê derdikeve pêşberî şanohezan.
Nivîskar Roosen ji bo lîstikê girtîgehan ziyaret dike, bi girtî, polîs, meqamên edlî, komeleyên penaberan û zarokên girtiyan re gotûbêjan li dar dixe û ji van gotûbêjan bi zimanekî helbestî vê lîstikê dinivîse. Di lîstikê de çîroka zarokekî ku bi zora bavê xwe dibe qatil ji aliyê zarokê ve tê vegotin. Lîstik ji aliyê lîstikvanên holandî-tirkiyeyî, filistînî-holandîî ji aliyê 2 kesan ve tê lîstin.
Di lîstikê de Roosen bersiva pirsa ‘Holanda jî ku bûye parçeyek cinayetên namûsê em çawa çareser bikin’ digere.
Di avakirin û amadekirina lîstikê de Female Economy Foundation (Weqfa Aboriya Jinê) cih girtiye û di organîzasyona Tirkiyeyê de Garajistanbul şirîkatî dike û sehneya xwe pêşkêşî wan dike.
Lîstik dê di 25 û 26 vê mehê di saet 20:30’an de du caran derkeve pêşberî şanohezan. Di lîstikê de rola muzîkjen hunermendê navdar ê kurd Brader girtiye ser milê xwe û muzîk jî çêkiriye.
Her wiha 25’ê mijdarê Roja Têkoşîna Şîdeta Li Hemberî Jinê ye. Di rojeke wiha de lîstina mijara jinê xwedî wateyekê girîngtir e. Garajistanbul di navbera 24-30’ê mehê de dê di sahneya xwe de cih bide lîstikên mijara jinê û lêpirsîna şîdeta li hemberî jinan.
Kunye:
Nav: Is.Man
Nivîskar û Derhêner: Adelheid Roosen
Lîstikvan: Kaan Çakir, Yaşar Ustuner
Muzîkjen: Brader Musîkî
Derwêş: Oruç Surucu
Werger: Nazmiye Oral
Şêwirmend: Hannake van der Heijden
Şêwirmendê Hunerê: Titus Muizelaar
Dramaturg: Dirkje Houtman
Kompozisyon: Boudewijn Tarenskeen
Dengê Çavê Kesk: Nalin Musiki
Video: Joanneke Meester
Dekor: Harry de Dood
Ronahî: Geldof, Verhaart & den Ottolander. STENBOL
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.


