Diyarname
Duh 10 kanal hatibûn girtin, îro zordariya li ser kanalan û pêre jî li ser radyoyan dom kir. Vana agahiyên giştî li ser vê rewşê:
- Biryar bi KHK'ê (Biryarnameya di Hukmê Zagonê de) têne girtin. Li gor vê heta niha kanalên wekî Jiyan TV, Azadî TV, Denge TV, Zarok TV, Hayat TV, TV10 û Van TV weşana wan a TURSAT'ê hat rawestandin.
Îro polîsan bi ser Denge TV û Van TV de girtin.
- Îro radyo Yon (li Stenbolê), Radyo Dunya (li Edeneyê), Radyo Ozgur Guneş (li Meletî), Radyo Ses (li Mêrsînê) hatin girtin.
- Tê gotin ku biryar der barê ÎMC TV de jî heye. Kordînatorê ÎMC TV Eyup Burç got ku heta saniyeya dawî ewê weşana xwe bidomînin.
- Di vê navberê de hat gotin ku li Ewropayê jî EUTELSAT'ê biryar daye kanala Med Nûçe ku li Ewropayê weşanê dike bigire. Tê gotin ku Tirkiyeyê ji wan xwestiye kanalê bigirin.
TGC: Di dema derbeyan de jî me tiştek wisa nedît
Serokê Cemiyeta Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGC) Turgay Olcayto li ser rewşa dawî wisa got: "Me gelek derbe û pêvajo li dû xwe hiştin lê min rewşek wisa bêhed nedît, ez qet rast nehatim ku hiqûq ew qas hatibe binpêkirin. Mafê bidestxistina agahî girtina gel hatiye qedexekirin. Li me nayê ku em bê hêvî bin. Emê heta dawî têkoşîna xwe bidomînin."
**
Nûçeyên eleqedar:
- Demîral: Ji bo Zarok TV dîsa vebe çi hewce be emê bikin
- TURKSAT'ê kanalên kurdan girtin