Amed Tîgrîs
Çend roj berê di malpera Diyarnameyê de rojnamevan Cemîl Oguz li ser pirtûkên zarokan nivîseke kurt nivîsîbû. Nivîskar dinivîsî ku: ”Li gor îstatîstîkên Diyarnameyê par 109 pirtûkên bi kurdî hatine weşandin, lê di nav van de pirtûkek bi tenê jî bi kurdî ji bo zarokan nîn e. Zarokên kurd her bêpar in ji pirtûkên bi kurdî…”
Piştî ve lêkolîn û şirovê, Cemîl Oguz vê pirsa xwe ji çend berpirs û xwedîyê weşanxanan dikir:
“Weşanxaneyên kurdan ji bo zarokên kurdan çi dikin?”
Bersiva hinek berpirs û xwediyên weşanxanan jî wek encama vê ”îstatîstîkên Diyarnameyê bûn”. Hinek ji wan digotin ”Pirtûkên zarokan nayên firotinê” û hinek jî: ”rast e, me heta niha vê mijarê hinek îhmal kir, lê me îsal mijara pirtûkên zarokan girtiye bernameya xwe ya xebatê. Em ê dest bi çapkirina pirtûkên zarokan bikin….”
Hem pirs û ”îstatîstîkên Diyarnamê” û hem jî bersiva berpirs û xwediyên weşanxaneyan bala min kişand û min pêwîst dît ku vê nivîsê binivîsim. Wiha diyar e ku pêwîstî bi agahdarî û zanîna lîsteyên pirtûkên zarokan hene. Ez ê bi tenê pirtûkên zarokan ên ku ji aliyê Weşanxaneya Apecê ve hatine weşandin li jêr pêşkêş bikim û katalogê jî li gel bişênim.
Ji aliyek ve ev nûçeyeke dilxweşiyê ye ku dê weşanxaneyên kurdan ji vir bi şûn ve dest bavêjin çapkirina pirtûkên zarokan. Lê tiştek jî heye ku tê înkarkirin, wekî ku heta niha qet pirtûkên zarokan nehatibine çapkirin, dê cara yekem ew dest bi çapkirinê bikin. Rast e, pirtûkên zarokan ên ku heta niha hatine çapkirin, ne bes in û bersiva demê nadin, lê hene. Qet nebe dikaribûn bêjin ku hene, lê têrnakin. Lêbelê Weşanxaneya Apecê par:
1. Pirtûka pêşdibistanê, Misto Brodirêj, 2. Pirtûka Rindo, Ulf Löfgren, wergera (kurmancî-soranî), M. Lewendî û K. Aref, 3. Tûtê biçûk e, Gunilla Wolde,werger: Nûjîn Karahan, 4. Tûtê û Malîn, Gunilla Wolde (bi kuramcî û dimilî): Amed Tîgrîs & J. îhsan Espar, 5. Tutê bi Pişê re dilîze, Gunilla Wolde (bi kuramcî û dimilî): Amed Tîgrîs & J. Îhsan Espar, 6. Birayê Emmayê nexweş e, Gunilla Wolde, wergera ji swêdî: Rewşen Tunc, 7. Kargeha Emmayê Gunilla Wolde, wergera ji swêdî: Mahmûd Lewendî…
Gelo ev 7 pirtûkên zarokan ên ku ji aliyê Weşanxaneya Apecê ve hatine çapkirin û weşandin gelo çima neketine nav îstatîstên Diyarnamê û bersivên weşanxneyan?
Ka em hemû bi hev re binêrin di van 20 salan de çapxaneya Apecê bi xwe çend pirtûkên zarokan çap kirine? Çendên wan werger in, çendên wan yên dersê ne, çendên wan yên alîkar û xwendinê ne? Çendên wan yên zarokên biçûk ku hîn dest bi dibistanê nekirine?
Pirtûkên dersê
1. Pirtûka pêşdibistanê: Misto Brodirêj
2. Alfabe, Misto Brodirêj
3. Dîroka kurd û Kurdistanê (bi kurmancî û soranî), Amed Tîgrîs û Aso Germiyanî
4. Cografya Kurdistanê (bi kurmancî û soranî), Amed Tîgrîs, Nazir Razazî û F. Gerdewanî
5. Kurterastî, Amadekar Amed Tîgrîs û E. Welatevîn
6. Ansîklopediya zarokan, wergea ji swêdî: Alî Cîftçî, Hesenê Metê. S. Anter, M. Lewendî û Amed Tîgrîs
7. Çêlepisîk tiştanokan dizane, Ulf Löfgren, werger: Amed Tîgrîs
8. Mindaleket bo wa dekat, Shrazd. A. Mustafa
9. Mindaleket le temenî qutabxane da, Shrazd. A. Mustafa
Pirtûkên ji bo zarokên biçûk
10. Rindo, Ulf Löfgren, wergera (kurmancî-soranî), Alî Çiftçi û K. Aref
11. Rindo û Şilo, Ulf Löfgren, wergera (kurmancî-soranî), M. Lewendî û K. Aref
12. Rindo û heywanên din, Ulf Löfgren, wergera (kurmancî-soranî), M. Lewendî û K. Aref
13. Sîrkusa Rindo, Ulf Löfgren, wergera (kurmancî-soranî), M. Lewendî û K. Aref
14. Rindo û telefon, Ulf Löfgren, wergera (kurmancî-soranî), M. Lewendî û K. Aref
15. Doktor Rindo, Ulf Löfgren, wergera (kurmancî-soranî), M. Lewendî û K. Aref
16. Rindo û Gulê li Çîrokistanê, Ulf Löfgren, wergera (kurmancî-soranî), M. Lewendî û K. Aref
17. Rindo û Heso li Trênê siwar dibin, Ulf Löfgren, wergera (kurmancî-soranî), M. Lewendî û K. Aref
18. Pirtûka Rindo, Ulf Löfgren, wergera (kurmancî-soranî), M. Lewendî û K. Aref
19. Rindo şorbê dide ser, Ulf Löfgren, wergera (kurmancî-soranî), Apec
20. Rindo û Seyran, Ulf Löfgren, wergera (kurmancî-soranî), Apec
21. Rindo û mêvanên xwe, Ulf Löfgren, wergera (kurmancî-soranî), Rewşen Tunc
22. Rindo û orkestra, Ulf Löfgren, wergera (kurmancî-soranî), Apec
23. Rindo holikê çêdike, Ulf Löfgren, wergera (kurmancî-soranî), Apec
24. Rindo û erebeya çargoşe, Ulf Löfgren, wergera (kurmancî-soranî), Apec
25. Rindo Mişko, Ulf Löfgren, wergera (kurmancî & soranî): M. Lewendî, K. Aref
26. Sîrkûsa Rindo, Ulf Löfgren, wergera (kurmancî & soranî): M. Lewendî, K. Aref
27. Rindo kincên xwe dişo, Ulf Löfgren, wergera (kurmancî & dimilî): M. Lewendî , J. Îhsan Espar
28. Rindo veşartokê dilîze, Ulf Löfgren, wergera (kurmancî & soranî): M. Lewendî, K. Aref
29. Rindo û pastexaneya kulîçeyan, Ulf Löfgren, wergera (kurmancî & soranî): M. Lewendî, K. Aref
30. Manga Sor paqijiyê dike, tekst Jujja Wieslander & Sven Nordqvist, werger: Amed Tîgrîs & S. Anter
31. Manga Sor xwe xîj dike, tekst Jujja Wieslander & Sven Nordqvist, werger: Seyîdxan Anter
32. Manga Sor dîlanê dikat, tekst Jujja Wieslander & Sven Nordqvist, werger: K. Aref
33. Manga Sor holikê çêdike, tekst Jujja Wieslander & Sven Nordqvist, werger: Seyîdxan Anter
34. Manga Sor û Qiriko tekst Jujja Wieslander & Sven Nordqvist, werger: Mûrad Ciwan
35. Manga Sor birindar dibe, tekst Jujja Wieslander & Sven Nordqvist, werger: Amed Tîgrîs
36. Manga Sor hildikşe ser darê, tekst Jujja Wieslander & Sven Nordqvist, werger: Amed Tîgrîs
37. Hosta Memo keştiyê çêdike, tekst: George Johansson, wêne: Jens Ahlhom, werger: seyîdxan Anter
38. Hosta Memo balafirê çêdike, tekst: George Johansson, wêne: Jens Ahlhom, werger: seyîdxan Anter
39. Hosta Memo xaniyekî çêdike, tekst: George Johansson, wêne: Jens Ahlhom, werger: seyîdxan Anter
40. Hosta Memo otomobîlekê çêdike, tekst: George Johansson, wêne: Jens Ahlhom, werger: S. Anter
41. Keça şerûd Lota, tekst: Astrid Lindgren, wêne: Ilon Wikland, werger: Enwer Qadîr
42. Oryan, Tekst û wêne: Lars Klinting, wergera soranî û kurmancî:: Xelîl Duhokî & Sîrwan Karwanî
43. Pîppiya Goredirêj, Asrid Lindgren, wergera soranî: K. Aref
44. Tûtê biçûk e Kurmancî û dimilî), Gunilla Wolde, Nûjîn Karahan
45. Tûtê û Malîn, Gunilla Wolde (bi kuramcî û dimilî): Amed Tîgrîs & J. îhsan Espar
46. Tutê bi Pişê re dilîze, Gunilla Wolde (bi kuramcî û dimilî): Amed Tîgrîs & J. îhsan Espar
47. Tûtê paqijiyê dike (kurmancî û soranî), Mahmûd Lewendî û Ferhad Shakilî
48. Tûtê xanî çêdike (kurmancî û soranî) , werger: Ahmet Cantekîn û K. Aref
49. Tûtê paste çêdike, Gunilla Wolde (bi kuramcî û dimilî): A. Çiftçî & Hayder Diljen
50. Tûtê diçe derve, Gunilla Wolde (bi kuramcî û dimilî): A. Çiftçî & Hayder Diljen
51. Birayê Emmayê nexweş e, Gunilla Wolde, wergera ji swêdî: Rewşen Tunc
52. Kargeha Emmayê Gunilla Wolde, wergera ji swêdî: Mahmûd Lewendî
53. Emma û birayê biçûk (kurmancî û soranî), Gunilla Wolde, wergera ji swêdî: M. Lewendî û K. Arif
54. Yekemroja Emmayê li krêşê (bi kurmancî û soranî) Gunilla Wolde, werger: M. Lewendî û K. Aref
55. Kreşa Emmayê (bi kurmancî û dimilî), Mahmûd Lewendî û J. Îhsan Espar
56. Emmaya berevajî (bi kuramncî û dimilî), Mahmûd Lewendî û K. Aref
57. Emma li ba doktor (kurmancî dimilî), Mahmûd Lewendî û K. Aref
58. Emma li ba doktorê diranan (bi kurmancî dimilî), Mahmûd Lewendî û Hayder Diljen
59. Dema Findo biçuk bû û winda bû, werger: Mustafa Cizîrî
60. Zengê jiyan, Dayikî Solav
61. Pasteya kiloran, Sven Nordqvist, werger: Apec
62. Nêçîra Rovî, Seven Nordqvist, werger: Apec
63. Soro lê digere û lê digere, Tekst û wêne: Tord Nygren, werger: Apec
64. Soro diçe semestrê, Tekst û wêne: Tord Nygren, werger: Apec
65. Dapîr û mamê rovî, Daykî Solav
66. Despêkên şevînê, M. Zîlan
67. Hişt hişt li der û dorê, Petra Szabo, werger: Apec
68. Hişt hişt li mala me, Petra Szabo, werger: Apec
69. Pîrê û rovî, berhevkar: Bîlal Gurgu
70. Hirça ku ji lazût hez dikir, berhevkar: Bîlal Gurgu
71. Xuşka min lik u ye? Sven Nordqivist, werger: J. Îhsan Espar
Ji bo xwendina zarokên mezin
72. Antolojiya çîrokên zarokan, berhevkar: Zinarê Xamo
73. Ji xelatgirên Nobelê çend çîrok: werger: Amed Tîgrîs
74. Gundiyên Giravê. August Strindberg, werger. M. Beşîr
75. Du heval, Leo Tolstoy, werger: Amed Tîgrîs
76. Hîkayetên civaka kurdan, Heciyê Cindî
77. Balûlkê şekirî, Hesen Silêvanî
78. Gurî, Zinar Soran
Wek hûn di lîsteyê de jî dibînin piraniya van pirtûkan ji swêdî hatine wergerandin. Pedagojiya pirtûkên zarokan yên swêdî li cîhanê gelek baş û pileya wan bilind e. Loma gelek zimanên mezin ji zimanê swêdî werdigerinin ser zimanê xwe. Wêne gelek rengîn û balkêş în û ew jî bi qasî tekstan pedagojîk in. Apec, di destpê de heta niha xwediyê redaksiyôneke xurt e. Di redaksîyona wê de mamoste û nivîskar hene. Ew hakimê zaravayên kurmancî, dimilî û soranî ne. Li ser pirtûkeke biçûk ku 15.-20 hevok in, bi kêmasî redaksîyon sê-çar car dicive û li ser hûr û kûr dibe, gengeşe û gotûbêj dike. Ev nêzîkî salek e ku bernameya wan a pirtûkên dersê heye û li ser kar dikin. Heke hûn navnîşana Apecê bitikînin, dê hemû pirtûkên Apecê bi nav û wêne bibînin:
http://www.apec.nu/
***
Têbiniya Diyarnameyê:
1- Birêz Amed Tîgrîs dibêje: "...tiştek jî heye ku tê înkarkirin, wekî ku heta niha qet pirtûkên zarokan nehatibine çapkirin, dê cara yekem ew dest bi çapkirinê bikin."
Dema mirov li nûçeyê binêre mirov dê fêm bike meseleya nûçeyeke wisa çi ye.
Di destpêka nûçeyê de wisa tê gotin: "Her sal li dor sed pirtûkên bi kurdî li Tirkiyeyê têne weşandin lê beyî ku di nav de pirtûkên ji bo zarokan hebin." Yanê mesela nûçeyê pirtûkên ku li Tirkiyeyê û li Bakur hatine weşandin e. Ger qala pirtûkên ku li derveyî Tirkiyeyê û derveyî Bakur bihata kirin, negota Weşanên Apecê jî pirtûk weşandine wê çaxê gotina "înkarkirin" dê rast ba. Divê nûçeya ku hatiye çêkirin dîsa bê xwendin. Jixwe di nûçeyê de Xwediyê Weşanên Avestayê Abdullah Keskin bi xwe jî bi van gotinan qala Apecê dike: "Di sala 1999-2000’an de me 10 taqim kitêbên APEC’ê anîn lê me nekarî du salan de wan xelas bikin, bi vê re em bê hêvî man"
Fermo nûçeya Cemil Oguz: Weşanxaneyên kurdan ji bo zarokên kurdan çi dikin?
2- Birêz Amed Tîgrîs dibêje: "Gelo ev 7 pirtûkên zarokan ên ku ji aliyê Weşanxaneya Apecê ve hatine çapkirin û weşandin gelo çima neketine nav îstatîstên Diyarnamê û bersivên weşanxneyan?"
Li ser vê jî gotina me ev e: Dema lîste hate amadekirin dîsa li pirtûkên ku li Tirkiyeyê û li Bakur derketin hate nêrîn. Jixwe di destpêka nûçeyê de jî wisa hatiye gotin: "Sala 2007’an li Bakur ji bo Weşangeriya Kurdî wekî saleke bi bereket derbas bû. Di nava vê salê de, li gorî agahiyên ku me karî em berhev bikin ji hêla weşanxane û saziyên cur bi cur ve bi giştî 109 pirtûkên kurdî hatine çapkirin."
Ger qala weşanxaneyeke kurdan a derveyî Tirkiyeyê bikira û qala Apecê nekira wê çaxê birêz Tîgrîs mafdar bû.
Fermo nûçeya ku di Diyarnameyê de hatiye weşandin: Lîsteya 2007'an a pirtûkên kurdî