Diyarname
Di Koma D de maçên duyemîn hatin lîstin. DYA ku Avustralya bi 2-0 têk bir mafê derketina ji komê bi dest xist. Di maça din de Tirkiye li hemberî Paraguay bi 1-0 têk çû.
Golên DYA'yê Burgess (avêt keleha xwe) û Freeman avêt.
Di vê komê de DYA bû 6 pûan, berî maça dawî mafê çûyîna Dora 32'yan bi dest xist. Avustralya û Paraguay her yek xwedî 3 pûanan in. Di maça dawî de Avustralya û Paraguay (26'ê mehê), Tirkiye û DYA (25'ê mehê) wê bilîzin.
Gola Paraguay di deqîqeya 2'yan de lîstikvan Matias Galarza avêt. Tirkiye bi vê têkçûnê, di maça sêyem de bi ser bikeve jî mafê derketina ji komê ji dest da. Ji Paraguay lîstikvan Almiron dawiya nîveka yekem de devê xwe girt û tiştin ji lîstikvanê Tirkiyeyê Mert Muldur re got. Hakêm çû VAR'ê û di vegerê de qerta sor da wî û ji maçê avêt. Tîma Paraguay 45 deqeyên dawî bi 10 kesan temam kir, dîsa jî Tirkiyeyê nekarî tiştek bike.
Va ne hemû encamên duh:
Koma G: DYA- Avustralya, Stada Seattle: 2-0
Koma C: Skoçya- Fas, Stada Boston: 0-1
Brezilya - Haiti, Stada Philadelphia: 3-0
Koma D: Tirkiye - Paraguay, Stada San Francisco Bay Area: 0-1
Maçên îro:
Koma F: Hollanda - Swêd, Stada Houston, 20.00
Koma E: Almanya – Qeraxa Aj, Stada Toronto, 23.00
21 Pûşper, Yekşem:
Koma E: Ekvador - Curaçao, Stada Kansas City, 03.00
Koma F: Tunus - Japonya, Stada Monterrey, 07.00


