10’ê Adarê ‘Roja Cilûbergên Kurdî’ ye
Hewlêr
Wezareta Perwerdehiya Baþûrê Kurdistanê roja 10’ê adarê wekî ‘Roja Cilûbergên Kurdî’ îlan kir.
Li gorî nûçeya rojnameya Rûdawê biryar di civîna 13’ê reþemiyê ya Wezareta Perwerdeyê de hatiye girtin. Berdevka Wezaretê Hacer Dawûd daxuyaniyek da Rûdawê û got: “Di civînê de biryar hate girtin ku 10’ê Adarê bibe Roja Cilûbergên Kurdî.”
Dawûd da diyar kir ku, di Roja Cilûbergên Kurdî de dê “Hemû peywirdarên di sazî û dezgayên girêdayî hikumetê de, her wiha xwendekar û mamoste dê cilên kurdî li xwe bikin.”
Foto: Ferhat Aslan