Diyarname
Ev çend roj e komek faşîst li Zeytînbûrnûyê li hemberî kurdan çalakiyan li dar dixin. Mebûsê BDP'ê Sirri Sureyya Onder ji bo agahiyê bistîne çû Zeytinbûrnûyê.
Ji roja duşemê ve êvaran li Zeytînbûrnûya Stenbolê komek faşîst tên ba hev û li hemberî kurdan diruşmên xirab diqîrin. Du şev berê kevir bi ser avahiyan BDP'ê de barandin, camên hin kargehan jî şikenandin. Ev koma faşîst duh êvarê jî li Zeytînbûrnûyê hatin ba hev.
Mebûsê BDP'ê Sirri Sureyya Onder ji bo agahî bistîne çû avahiya BDP'a Zeytînbûrnûyê. Onder li vir bi berpirsên BDP'ê re xeber da, paştê ji polîsan agahî girt. Di derketinê de Onder bersiva pirsên rojnamegeran da û bang li gel kir ku aram be. Onder got ku ewê bi hemû berpirsên partiyên siyasî yên Zeytîrbûrnûyê re hevdîtinê pêk bîne.
Piştî Onder dîsa komek li kuçeyê kom bû û li hemberî PKK'ê diruşm qîriyan.
Di vê navberê de koma faşîst êrîşê rojnamegerên ku dîmen dikişandin kir.
Şaredarê Zeytîrbûrnûyê Murat Aydin jî ev çend şev in dike ku gel aş bike, lê ji Qeymeqam tu deng dernakeve. Tê îdîakirin ku qeymeqam jî piştgirî dide vê komê.
Tuzel bang li emniyetê tir
Di vê navberê de mebûsê Blokê yê Stenbolê Levent Tuzel li avahiya BDP'a Stenbolê li hemberî êrîşên nijadperestan daxuyaniyeke da çepeminiyê û bang li midûrê emniyetê kir ku di cih de ewlehiyê saz bike. Tuzel wisa got: "Ger pêşî van çeteyan neyê girtin dê pêşeroj bê xirakirin."