Batman
Di çarçoveya 5'emîn Festîvala Çand û Hunerê ya Batman Heskîfê de bi merasimeke Parka Mehmed Uzun hate vekirin.
Parka ku li ser navê Mehmed Uzun hatiye çêkirin û duh hate vekirin li Taxa Toplu Konuta Batmanê ye. Di merasima vekirina parkê de mebûsa DTP'ê ya Batmanê Ayla Akat Ata, mebûsê DEP'ê yê berê Selîm Sadak, Åžaredarê Batmanê Huseyin Kalkan, endama Parlemena Ewropayê Feleknas Uca, Serokê DTP'a Amedê Nejdet Atalay, serokê DTP'a Batman Ozcan Erdem, endamên saziyên sivîl û li dor hezar kesî ji gel beÅŸdar bûn.
Di vekirina parkê de mebûsa DTP'ê Ata da zanîn ku li Batmanê di 80 salên komarê de bi qasî ÅŸaredariyên DTP'ê xizmet nehatiye kirin. Ayla Akat Ata, wisa got: "Åžaredariyên me yên herêmî Musa Anter, Ahmet Kaya, YaÅŸar Kemal, Edip Solmaz û herî dawî jî Mehmed Uzun kir bêmirin.
Her wiha Ata li ser Heskîfê jî da zanîn ku ewê heta dawî xwedî lê derên û nehêlin di bin avê de bimîne.
PiÅŸtî axaftina hunermend Zelal Gokçe û Mehmet Atli stranên xwe pêÅŸkêÅŸ kirin.