Diyarname
Heyeteke ji DTP'ê ji bo li ser lînca li hemberî kurdan lêkolînê bike diçe bajaroka Altinovayê.
Di 30'ê rezberê roja yekê ya cejnê li bajaroka Altinova a girêdayî navçeya Ayvalika Balikesîrê pevçûn di nav bera ciwanên kurd û tirk de derket. Dûre êrîş birin ser mal û kargehên kurdan. Di bûyeran de du kes mirin.
Heyeteke ji DTP'ê ji bo li ser bûyerê lêkolînê bike îro diçe Altinovayê. Di heyeta DTP'ê de hevseroka DTP'ê Emine Ayna, cîgirê hevserokan Mustafa Avci, endamên Meclisa Partiyê Mustafa Rolas, Pervin Oduncu û endamê komîsyona Rêveberiyên Herîmî Huseyin Yilmaz heye.
Heyeta DTP'ê îro dê biçe Altinovayê, lêkolînê bike û dûre dê encamê lêkolîna xwe bi raya giştî re par ve bike.
**
Nûçeyên têkildar: