Cîhan Roj
Her Vartoyî, ‘av û hewa welatê me xweş e’ dibêje. Ev rast e. Bi qasî rastiyê êşekê jî di xwe de vedihewîne. Di sedsala me de însan ji bo bajarên xwe bidin nasîn behsa çi û çi dikin, ê me av û hewa maye di dest me de.
Helbet ji derî av û hewayê pirçanditî û têkiliya vartoyiyan a bi çandên din re* bûye sedem ku çandeke demokratîk bi pêş bikeve lê avadanî û mîmariya Vartoyê halê Vartoyê wê nîgaş û hêmayê di hişê însan de nade der.
Ciyê ku lê ajalvaniyê bê kirin, hew ce û genim lê bê çandin helbet ê halê wê hinekî jî wisa be; ji ber rewşa kişwerê însanan welatê xwe wekî welatek bêkêr dizanî, bi wî awayî bi nav dikirin. Gelo rastî wisa ye? Na. Van salên dawî ne bi awayek bi rêk û pêk be jî, ne bi şertên çandiniya modern be jî gelek kes cur bi cur darên fêkiyan diçinin û gelek mêwe li Varto şîn tên. Hurmî, sêv, fişne, gûz, tirî li Varto şîn dihatin.
Li Vartoyê xox û gêlaz hatine çandin
Îsal min bihîst ku xox û gêlaz li Varto şîn tên. Li gundê Kêrs bexçeyê gêlazan hatiye xweş kirin, ber daye, berê wê gelek baş e.
Cara pêşiye ku hêviyên min ên derbarê bajarvaniya Vartoyê de germ û xweş dibin. Lê ji bo bi rik û pêk be, di demeke kin de Varto bibe warê gêlazan rêberî û xebatên bi organîze lazim in.
Şaredariya Vartoyê hem bi xwe qanih bûye hem jî niştecih qanih bûne ku ji ber bêperetiyê tu tişt nayê kirin û ê neyê kirin! Baş e, însan nikare dest bavêje projeyên wisa? Mîsal, ji bo bihara li pêş me xebat bêne kirin, cî bêne tespît kirin û bi sedhezaran darên gêlazan bêne çandin ê nebe xizmeteke xweş? Ger bê organîzekirin bi bawer im ê gel heqê daran bide. Ji bo vê xebatê pere jî ne lazim in, ê bi awayek heqê afîşan bê dîtin.
Ev xebat û war karek profesyonel e helbet lê emê rexneyê li hişmendiyekê bigirin ku êdî serdestî li gelek tiştan dike ew jî ev e:
Ew utopya nahêle mirov hem bijî-biguherîne.
Bendewarî ji bo ‘rojekê”! Ev nêziktêdayîn ji toreya şoreşên klasîk e; her tişt dimîne ji bo wê rojê, bi vê bendewariyê re jiyaneke utopîk û fiturîst di bin hişê mirovan de bi cî dibe. Ew utopya nahêle mirov hem bijî-biguherîne hem jî bi bendewarî be.
Ev rastî niha rastiya gelek kurdan û rêveberiyên kurdan e; jiyana ku dimeşe tê taloqkirin. Mesele bi qasî teknîkî be ew qas jî bi hişmendiyê ve girêdayî ye. Însan gelek karan û xebatan di bin banê ‘fermiyetekê de’ vedişêrin ji xalekê (ne aso) pê ve tu tiştî nafikirin, naxwazin bifikirin, ew xal jî desthilatî ye, ku piştî desthilatî hate bi dest xistin mesele diqede!
Dibe îtiraza hinekan hebe, bêjin, çi eleqeya me û çandina gêlazan a li gundan pev re heye. Wekî îtirazek sayakî, belkî li cî be jî lê ji xalê wêdetir ku însan li asoyê binihêre gelek eleqe heye, ji bo bajar bi pêş bikeve, di serî de gere rê li ber însanan bikeve, însan neçar nemînin ji sibehê heya êvarê li çayxaneyan li ser kursiyên hişk rûnenin.
Bajar jî wekî însanan in; ger rih lê ziwa be xêr namîne
Hûn rêveberî bin, hûn rewşenbîr bin, hûn zana û pispor bin… hûn neçar in însanan bi xeyal bikin. Bajar jî wekî însanan in, ger rih lê ziwa be, aso lê teng be pere hebin jî xêr tune. Îro ro niştecihî karibin xeyal bikin û qanih bibin ku ê piştî çar-pênc salên din ê li Varto ticareta gêlazan bê kirin, gêlaz bêne îxrac kirin ê tu kes xwe paş de nede.
*Însan biçin ku devera dinyayê ê an pêrgî cihuyek werin an jî pêrgî Vartoyiyek. Vartoyî wisa dibêjin. Bi rastî jî wisa ye; jimara şêniyên navendê bi salan e li derdora çardeh hezaran e lê bi sedhezaran Vartoyî li gelek welatan koçber in.
Û çend nîşeyên din ji Vartoyê:
- Gelek kesên ciwan piştî koçber bûn bi awayek alîkariya malbata xwe dikirin û havînan dihatin Vartoyê. Çend salan gelek kesan debara xwe bi wî awayî kirin. Ew kesên wekî ciwan çûn Ewropa niha pirî wan zewicî ne, bûne xwedî zarok û nema dikarin havînan werin Vartoyê û alîkarî bidin malbata xwe. Îsal jî çarşî xalî bû, her kes êdî li xwe mukir tê û ji alî aborî ve li çareyan digere.
- Navên bi kurdî ên li dikanan rengekî xweş û nazik dabû çarşiyê. “Lixwekirinên ciwanan”.
- Bi hewes im ku rojekê çîrokekê lê bikim ku mekanê wê bexçeyê gêlazan be, gêlaz reng bidin çîrokê! Hêvî nemaye pûmê kor!
*Biwêja wekî, hêvî maye pûmê kor, bêçaretî û bêhêvitiyê der dibe.
Min navê Vartoyê kola li dilê xwe*
Tevr û bêra min çend kelamên qedîm in…
Ez ji Vartoyê dûr,
Varto di dest min de hebên têzbiha hûr…
*”Min navê xwe kola li bircên Diyarbekir.”(Rojen Barnas)
“Navê te lê dikim li şevên herî xweş…” (Paul Eluard)