Diyarname
Fîlmê derhênerê îranî Mecîd Mecîdî yê bi navê "Strana Çivîkê" li ser navê Îranê beşdarî Oscarê dibe.
Li gor nûçeya televîzyona dewletê fîlmê Mecîdî "Strana Çivîkê" ku di warê navneteweyî de xelat girtine dê li ser navê Îranê di beşa fîlmê biyanî de beşdarî xelata Oscarê bibe.
Mecîdî fîlmê xwe îsal kişandibû û fîlm di 58'emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Berlînê de xelata Lîstikvanê Herî Serketî girtibû.
81'emîn xelatên Oscarê dê di reşemiya 2009'an de bêne belavkirin.