Amed
Mamosteyên zimanê kurdî, di 1'emîn Konferansa Hîndekarî û Perwerdehiya Zimanê Kurdî deli ser rêzimana kurdî nîqaş hate kirin.
Di roja duyema a Konferansa Hîndekarî û Perwerdehiya Zimanê Kurdî de ku TZPKurdî li Amedê li dar xist de mamosteyên ku ji bajarên cur bi cur hatin qala tecrubeyên xwe kirin, li ser rêzimana kurdî û parastina kurdî kirin.
Di konferansê de mamosteyê bi navê Sebahattîn Bulut Tekîn, diyar kir ku mamosteyên tirkî berê bi nanozikê dixebitîn û wiha berdewam kir: "Mirov ji bo bibin xwedî ilm û zanistî, diçin zanîngehan. Lê mixabin em kurd ji bo zikê xwe têr bikin diçin zanîngehê. Bavê me ji me re digot 'Kurê min me nexwend, em fêrî axaftina tirkî nebûn, hûn bixwînin û fêrî tirkî bibin da ku hûn bikaribin zikê xwe têr bikin. Divê ji bo em bibin xwedî ilm û zanist, em biçin zanîngehan."
Piştre Mamoste Mulazim Ozcan axivîb Ozcan got ku bi sedan salan e kurd bi olê tên îqnakirin û ji ziman hatine dûrxistin. Ozcan wiha got: "Divê em jî zimanê xwe bi inyad û îqnakirinek mezin bidomînin."
Mamoste Mîkaîl Bulbul jî bal kişand ser xebatên Celaled Bedirxan û got: "Em şêkirdarê Celaled Bedirxan in. Bedirxan, ji bo zimanê kurdî gelek ked da."
Piştî rûniştina 2'yem, komên xebatê dê biryarên xwe amade bikin û pêşkêş bikin.
***
Nûçeyên têkildar: