Cemil Oguz
Bernameya çalakiyan a Fûara Pirtûkan a Stenbolê TUYAP'ê zelal bû. Di nav bernameyê de bi sedan çalakî hene lê jê du ê weşanxaneyên kurdan in.
Fûara Pirtûkan a Stenbolê TUYAP îsal 32'yemîn car deriyên xwe ji bo mêvanan vedike. Fûara îsal dê di navbera 2-10'ê meha sermawezê de li dar bikeve. Mêvanê Rûmetê yê Fûarê îsal Tamer Timur e. Welatê Mêvan jî Çîn e.
Li gor agahiyên ji amadekarên fûarê me girtin îsal li dor 600 weşanxane û saziyên dê beşdarî fûarê bibin û ji ber nebûna cih saloneke nû îsal li salonên fûarê zêde kirine. Di fûarê de li dor 200 çalakî dê li dar bikevin lê di nav van de tenê du çalakiyên weşanxaneyên kurdan hene.
Panel, gotûbêje, xwendina helbestan, atolye û gelek çalakiyên din hene. Panelên li ser berxwadana Parka Geziyê, panelên li ser dîrok, siyaset, li ser helbest û wêjeyên din, gelek xebatên bi vî rengî di nav bernameyê de cih girtine. Ji van tenê du bernameyên kurdan hene. Yek jê dê 6'ê mehê, saet 15.30-16.30'yan de li Salona Buyukada li dar bikeve. Bernameya ji aliyê Weşanên Ava bi sernavê "Firat Cewerî, Nivîskarî û Romanivîsiya wî" hatiye organîzekirin. Di bernameyê nivîskar Alî Fîkrî Işik û Firat Cewerî dê wekî axifger beşdar bibin.
Bernameya din jî ya Weşanên Avestayê ye. Bernameya roja 10'ê mehê, saet 13.15-14.15'an de li Salona Kinali dê lidar bikeve. Di bernameya bi navê "Baba Tahirê Uryan" de dê Prof. Dr. Kadri Yildirim wekî axifger beşdar bibe.
Ji bernameyê hilbijartineke me
Di nav hemû çalakî û bernameyên dê li dar bikeve de me neqandineke kir. Vaye ew neqandin û pêşniyar:
2 Sermawez 2013, Şemî
Salona Interexpo
15.30-16.30
Gotûbêj: “Di îslanê de şoreş û edaleta civakî”
Axifger: İhsan Eliaçik
Amadekar: Pirtûkxaneya Dogu
Salona Buyukada
16.30-17.30
Gotûbêj: “Di dema nivîsandina dîrokê de hayjêçêbûn”
Axifger: Ayşe Hur, Cem Erciyes
Amadekar: Rojnameya Radikalê
17.45-18.45
Gotûbêj: “Ji bo dinyayeke lê bê jiyîn”
Axifger: Hayrettin Karaca
Amadekar: Weqfa Temayê
Salona Heybeliada
14.00-15.00
Panel: “Divê mirov çawa li dîrokê, Dîroka Osmanî binêre?”
Axifger: Taner Timur
Amadekar: Yordam Kitap
17.45-18.45
Gotûbêj: Bîrdoziya Alman Paşeroj e yan Pêşeroj?
Axifger: Aydin Çubukçu, Olcay Geridonmez
Amadekar: Evrensel Basım Yayin
3 Sermawez 2013, Yekşem
Salona Karadeniz
15.45-16.45
Gotûbêj: Li ser pirtûka "İsyanin İzinde/Li ser şopa serhildanê" ya Ertugrul Kurkçu gotûbêj
Axifger: Ertuğrul Kurkçu
Amadekar: Weşanên Dipnot
Salona Heybeliada Salonu
15.45-16.45
Guhdarîkirina Helbestê û Gotûbêj
Axifger: Ahmet Telli
Amadekar: Weşanên Everest
17.00-18.00
Panel: “Di dîrokê de Qizilbaş-Komkujiya Elewiyan”
Birêvebir: Sirri Ozturk
Axifger: İsmail Hardal, Serhat Halis, Suleyman Deprem
Amadekar: Sorun Yayinları Kolektifi
18.15-19.15
Gotûbêj: Pûşpera Germ: “Berxwedana Gezî û Tiştên Nîşan dan”
Axifger: Nuray Sancar, Erdem Yoruk, Tayfun Kahraman
Amadekar: Evrensel Basim Yayin
5 Sermawez 2013, Sêşem
Karadeniz Salonu
15.00-15.45
Gotûbêj: “Wêneyên Diaxivin”
Axifgerlar: Tevfik Taş
Amadekar: Evrensel Basım Yayın-Evrensel Çocuk Kitapligi
6 Sermawez 2013, Çarşem
Salona Buyukada
15.30-16.30
Gotûbêj: "Firat Cewerî, Nivîskarî û Romanivîsiya wî"
Axifger: Ali Fikri Işik, Firat Cewerî
Amadekar: Weşanên Ava
7 Sermawez 2013, Pêncşem
Salona Heybeliada
16.30-17.30
Gotûbêj: “Di helbesta Nâzim Hikmet de pêşeroj"
Axifger: Tahir Şilkan
Amadekar: Sendîkaya Nivîskarên Tirkiyeyê (TYS)
8 Sermawez 2013, În
Salona Karadeniz
17.15-18.15
Gotûbêj-Guhdariya Neyê
Axifger û Neyzen: Guneri İçoglu
Amadekar: Kovara Leman
Marmara Salonu
15.15-16.30
Forum-Gotûbêj: “Li ser dîmenên 'Kentsel Donuşum' (Veguhastina Bajêr)”
Axifgerr: Ji kolektîfa Nar Photos; Serra Akcan, Eren Aytug, Mehmet Kaçmaz, Tolga Sezgin, Saner Şen û Kerem Uzel; û nivîskar Semih Akşeker, Cihan Aktaş, Hakan Biçakçi, İhsan Bilgin, Tanil Bora, Gaye Boralioglu, Funda Şenol Cantek, Haydar Ergulen, Alev Erkilet, Ozgur Sevgi Goral, Pinar Ogunç, Mine Sogut, Jean-François Pérouse, Ozcan Yurdalan, Turgut Yuksel
Amadekar: Weşanên İletişimê
Salona Heybeliada
17.45-18.45
Gotûbêj: “Divê Klasîkên Marksîst Çawa Bêne Xwendin?”
Axifger: Cem Erogul, Erkin Ozalp
Amadekar: Yordam Kitap
9 Sermawez 2013, Şemî
Salona Marmara
15.45-16.45
Gotûbêj: “Ceribandina Aqil bi Nivîsê”
Axifger: Murathan Mungan
Amadekar: Weşanên Metis
Salona Karadeniz
17.00-18.00
Panel: “Pêşketinên li Rojhilata Navîn û Polîtikaya Derve ya Tirkiyeyê"
Axifger: Ercan Karakaş, Osman Koruturk
Amadekar: SODEV
10 Sermawez 2013, Yekşem
Salona Interekspo
13.15-14.15
Gotûbêj: “Çîrokeke Tirkiyeyîbûnê”
Axifger: Aydemir Guler
Amadekar: Yazilama Yayınevi
14.30-15.30
Gotûbêj: “Bihara Duyemîn dê Were Cîhana îslam?"
Axifger: Mumtaz’er Turkone
Amadekar: Weşanên Nesil
Salona Marmara
15.45-16.45
Panel: “Bi awayekî rexneyî lênêRîna mijarên bi nîqaş ên Komarê: Em li ku derê hesabpirsînê ya dîroka me ya nêz in?"
Axifger: Mete Tunçay (Zanîngeha Bîlî ya Stenbolê), Zafer Toprak (Zanîneha Koç), Bulent Bilmez (Zanîngeha Bîlî ya Stenbolê)
Amadekar: Tarih Vakfı
Salona Kinaliada
13.15-14.15
Gotûbêj “Baba Tahirê Uryan”
Axifger: Kadri Yildirim
Amadekar: Weşanên Avesta
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.
***
REKLAM: