logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin
  2. Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin
  3. Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne
  4. Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin
  5. Ji 1930 heta niha yên kûpa birine mala xwe
news-details

Lîstikên kurdî dibin mêvanên Festîvala Şanoyê ya Stenbolê

18'emîn Festîvala Şanoyê ya Stenbolê îsal 10'ê gulanê dest pê dike. Di festîvalê de digel gelek lîstikên balkêş û lîstik

  • Dîrok: 05/05/2012
  • Beş: Nûçeyên Çandî

Cemil Oguz

18'emîn Festîvala Şanoyê ya Stenbolê îsal 10'ê gulanê dest pê dike. Di festîvalê de digel gelek lîstikên balkêş û lîstikên li ser rojeva Tirkiyeyê, du lîstikên bi kurdî jî têne lîstin.

Yek ji festîvala herî girîng ya Tirkiyeyê Festîvala Şanoyê ya Stenbolê ye. Festîvala Şanoyê îsal di navbera 10 gulan û 5'ê pûşperê de li dar dikeve. Ji derveyî Tirkiyeyê 5, ji Tirkiyeyê jî nêzî 40 lîstik û komên dansê bi nêzî 100 lîstinan derdikevin pêşberî temaşevanên şanoyê yên Stenbolê.

Li 22 cihên cur bi cur lîstik dê bêne nîşandayîn, digel van jî komên şanoyên yên navneteweyî û komên dansê dê bi gotûbêj û atolye, konferans û pêşangehan rengek din bidin şanoyê.

Di festîvaleke wisa mezin de hebûna şanoyên bi kurdî ji bo şanoya kurdî gavek girîng e. Îsal şanogehên kurd di festîvalê de derdikevin pêşberî şanohezan. Ji van, Şanoya Bajarê Mezin a Amedê yekem car bi lîstikek xwe ya bi kurdî dibe mêvanê festîvalê. Her wiha Şanoya Avesta jî dîsa bi lîstika xwe ya bi kurdî dê derkeve ser dikê. Dîsa lîstika Tiyatro Arti bi lîstika xwe balê dikişîne ser kesên li Tirkiyeyê di bin çavan de hatine windakirin û vesazkirina xwe li ser Dayikên Şemiyê amade dike.

Vane lîstikên bi kurdî û hin lîstikên din ku ên me ji bo we hilbijartin:

ANTİGONE
Şanoya Bajêr a Amedê

Cih: Haldun Taner Sahnesi
25 Gulan, În, 20:30
26 Gulan, Şemî, 15:30
Nivîskar: Sophokles Sophocles
Lêanîn û Derhêner: Celâl Mordeniz
Wergera ji bo kurdî: Zana Kiliç
50 deqe; Bênavber.
Bi sernivîsa tirkî.

Şanoya Bajarê Mezin a Amedê ku di sala 1991'ê de dest bi karê şanoyê kiriye, bi salên 2000'î re ku şaredarî êdî ket destê BDP'ê (HADEP û DTP) dest bi lîstina bi kurdî jî kir. Bi vê awayê xwe li nav Şanoyên Bajêr de xwedî ciheke taybet e. Şanoya Bajêr a Amedê ku heta niha ji Tirkiye û derveyî Tirkiyeyê gelek lîstik derxist ser dikê vê carê Antîgone ya Sophokles derdixe ser dikê û bi vê lîstika xwe dibe mêvanê Festîvala Şanoya Stenbolê.
Antîgone dubendiya edalet û zagonê digire bin lêpirsînê. Çîroka Antîgone ku "Ne kîn, ji bo parvekirina hezkirinê tê dinê", di lîstikê de her karakter ji aliyê hemû lîstikên Şanoya BAjêr a Amedê ve tê lîstik û şirovekirin. Di lîstikê de her kes Antîgone, her kes Ismene, her kes Kreon e...


DAF
Tiyatro Avesta

Cih: Garajistanbul
3 Pûşper, Yekşem, 20:30
4 Pûşper, Duşem, 20:30

Nivîskar: Aydin Orak
Derhêner: Murat Garipagaoglu

60 deqe; Bênavber.
Bi sernivîsa tirkî.

Hema li ser sînoreke dinyayê du meşker; di dema nobedariyê de pevçûn-nîqaş, mayîn û mirinên wan dibin sedema sendromeke sînor: Sînoreke bê wate ku diparêzin. "Daf"a (Dahf, kêmîn) ku ji bo hinên din danîne. Her ku dem derbas dibe fêm dikin ku ev dafa di mejiyê wan bi xwe de ye...


Ez Bertolt Brecht
Dostlar Tiyatrosu

Cih: Kenter Tiyatrosu
23 Gulan, Çarşem, 20:30
24 Gulan, Pêncşem, 20:30

Lêanîn û Derhêner: Genco Erkal
Muzîk: Kurt Weıll, Hans Eıssler, Paul Dessau, Sarper Ozsan

85deqe; Bênavber.

Lîstika nû ya Genco Erkal "Ez Bertolt Brecht" ji aliyê lîstikvan û derhênerê navdar Genco Erkal ve ji helbest, stran û çîrokên Brecht hatiye sazkirin. Erkal ji bo îstikê dibêje "Bila vegera Brecht be"; dike mirov hin tiştan bibîne, asoya mirov fireh dike, bi pirsên dipirse dehf dide, hezkirina dil derdixe holê û Erkal dibêje: "Niha dema Brecht e!"
Di lîstikê de digel Erkal, Tulay Gunal temaşevanan dibin rêwîtiyeke bi coş a pergala nû ya dinyayê, mijara jinan û şer.
Di lîstika ku piyanist Yigit Ozatalay jî bi performansa xwe ya zindî beşdar dibe de muzîka lîstikê ji aliyê Kurt Weill, Hans Eissler, Paul Dessau û Sarper Ozsan ve hatiye çêkirin.


Nazim û Brecht hinek jî Aziz Nesin
NÂZIM İLE BRECHT BİRAZ DA AZİZ NESİN

Genco Erkal

Cih: Lutfi Kirdar Uluslararasi Kongre ve Sergi Sarayi
9 Gulan, Çarşem, 20:30

45’ deqe; Bênavber.

Lîstikvan Genco Erkal ji sala 1971'ê ve berhemên Brecht, ji sala 1973'yan ve ên Nazim Hikmet û ji 1975'an ve yên Aziz Nesin derdixe ser dikê. Niha bi vesazkirinên cuda van her sê nivîskarên mezin careke din derdixe rojevê. Bi rêya wan balê dikişîne ser pirsgirêkên roja îro.
Festîvala Şanoyê ya Stenbolê ji bo destpêka festîvalê pêşniyareke eşkere ji bo Erkal kir. Wî jî ev bikar anî û di şeva destpêkê ya festîvalê de dê bi hinek Brecht, hinek Nazim, hinek Aziz Nesin temaşevanan bi rêwîtiyeke muzîkal bibe dinyaya wan


Ne li cem me ye
BİZDE YOK

Tiyatro Arti

Cih: Mekan Arti
1 Pûşper, În, 16:00
1 Pûşper, În, 17:30
1 Pûşper, În, 19:00
1 Pûşper, În, 20:30
2 Pûşper, Şemî, 16:00
2 Pûşper, Şemî, 17:30
2 Pûşper, Şemî, 19:00
2 Pûşper, Şemî, 20:30

Nivîskar & Derhêner: Ufuk Tan Altunkaya

45’ deqe; Bênavber.

Tiyatro Arti li ser teknîkê cuda yên li ser dikê lêgerîna xwe didomîne.
Ew vê carê temaşevanan dixin nav vesazkirineke sîmulatîf, pêre temaşevan ji rastiyê dûr dikevin û xwe di nav vesazkirinê de dibînin. Lîstika ku dike binhişiya temaşekirinê biguherîne, temaşevan ji 'yê/a temaşe dike' derdixe û dike parçeyeke lîstikê. Lîstika "Ne li cem me ye", ji ser rewşa dîlgirtin, dîlbûn û sêbareya otorîte-hêz-qurban re mijara dîroka nêz a Tirkiyeyê digire dest. Lîstik balê dikişîne ser dîroka siyasî ya Tirkiyeyê û pêvajoya mafên mirovan, û vesazkirina xwe li ser Dayikên Şemiyê temam dike.
(Di her lîstinê de tenê 25 temaşevan dikarin lê temaşe bikin)



ANTONIUS û KLEOPATRA

Oyun Atolyesi

Cih: Oyun Atölyesi
1 Pûşper, În, 20:30
2 Pûşper, Şemî, 20:30

Nivîskar: William Shakespeare
Wergera ji bo tirkî: Bulent Bozkurt
Derhêner: Kemal Aydogan

125 deqe; 2 perde.

Kleopatra: Baş, ger bi rastî tu evîndar î, wê çaxê çiqas, ka wê bibêje.
Antonius: Eşqê ku bê pîvan eşqek reben e.
Kleopatra: Baş e, ger ez rabim bipîvim?
Antonius: Wê çaxê tu yê ji xwe re cîhanek nû bibînî.

Eşqa herî mezin a dîrokê eşqa Antonîus û Kleopatra ku bi rêzikên Shakespeare hatiye vegotin, ji sala 1947'an ve heta niha yekem car li Dika Oyun Atolyesî derdikeve pêşberî temaşevanan.
Lîstika "Antonius û Kleopatra" di navbera 26-27'ê gulanê de li Londona Îngilistanê beşdarî “Shakespeare’s Globe’s 2012" (Festîvala Navneteweyî ya Shakespeare" dibe û Tirkiyeyê temsîl dike. Piştî Îngilistanê lîstik tê li Tirkiyeyê di 1-2'yê pûşperê de derdikeve pêşberî temaşevanan. Di lîstikê de lîstikvanê navdar Haluk Bilginer û Zerrin Tekindor rola Antonius û Kleopatrayê digirin ser milên xwe.

Meymûna Kafkayê
KAFKA’NIN MAYMUNU

Young Vic Theatre Company

Cih: Kenter Tiyatrosu
19 Gulan, Şemî, 20:30
20 Gulan, Yekşem, 18:30

Lêanîn: Colin Teevan
Derhêner: Walter Meierjohann
Performans: Kathryn Hunter

60 deqe; Bênavber
Bi sernivîsa tirkî

"Meymûna Kafkayê" ji kurteçîroka "Raporek ji bo akademiyek" a Franz Kafka hatiye girtin. Lîstik ji monologa Meymûnek ku hînê axaftinê û hîn bûye wekî mirovek tevbigere pêk tê. Lîstikvan Kathryn Hunter ku bi gelek derhênerên navdar ên wekî Peter Brook re xebitiye, bi awayekî serketî çîroka hebûnê ya meymûnek ku dike bibe însan derdixe ser dikê.
Her kesek li nav civakê bi nasnameyên xwe yên guherbar re çawa dibe meymûn û hesta biyanîbûnê mijara bingehîn a lîstikê ye. Lîstika ku li kîjan welatî hatiye lîstin bi eleqeyeke mezin re rû bi rû maye, bi hevkariya British Council vê carê tê Stenbolê.


Kutlug Ataman: Projeya Taybet a Festîvala Stenbolê, Silsil

Cih: Dibistana Sereke ya Rum a Galatayê
12.05.2012
30.05.2012, 12.00-19.00

Hunermendê hemdem ê Tirkiyeyê Kutlug Ataman bi projeya taybet, bi "Silsel"ê dibe mêvanê festîvalê. Silsel bi aramî tê wateya daweşandina baskan. Silsel li bin esrexê xaniyên kevn ên suryanî yên li Mêrdînê dihatin çêkirin; motîfek çargoşe yê tîk bû ku bi rengê turkuaz dihat çêkirin. Li gor vegotinan, suryaniyên ku sji ber çewsandinên nediwêrin derkevin kuçeyan, li bin esreyên xwe ev motîf çêdikirin, bi vî awayî daxwaza xwe ya dîtina asîmanê hinek dianîn cih. Xanim Nasira ku li taxa suryanî ya Mêrdînê dijî ji bo Ataman qala vê çîrokê kiribû; û çîrok hêviya dîtina asîmanê ya li Anotoliya bi dîroka şîdetê tije tîne ziman... Ev proje jî bi awayekî hemdem, bi performansê dike ku asîmanê birêse.
Festîval ji bo vê performansê bang li beşdaran dike ku yên bixwazin bi awayekî beşdarî vê bibin, dikarin qumaşek 45 santîmetreyî bînin. Li ser vê qumaşê bi kîjan zimanî bixwazin daxwaza xwe binivîsin, yan jî resim bikin û ji wan re bişînin.
Kesên bixwazin ji berê de vê daxwazê ragihînin dikarin ji bo projeya Silselê bişînin vê navnîşanê:

İstanbul Tiyatro Festivali
İstanbul Kültür Sanat Vakfı
Nejat Eczacıbaşı Binası
Sadi Konuralp Caddesi No: 5
Şişhane 34433 İstanbul
T: (212) 334 07 76

Lîstikên ji Tirkiyeyê bilêtên wan di navbera 15-50 TL'yî de diguherin lê lîstikên biyanî buhaya bilêtan heta 180 TL'yî jî diçin.


Ji bo agahiyên berfirehtir:
http://tiyatro.iksv.org/tr

 

 

 

***

Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.

 

Parve Bike

Youtube Me

Bêrê ma eyro şin ZENGE

news

DOSYA: 53 helbestên li ser şer

news

Kurdên Anatoliya Navîn

news

2 rojan de kurdan 4 komeleyên kurdî vekirin; li Amerîkayê çend komele hene?

news

Mem Ararat, Arda Guler, Kom Muzîk, hiqûq û tiştên din...

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 05 06 2026

Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne

news
  • 05 06 2026

Dawiya hefteyê hin çalakiyên çandî

news
  • 04 06 2026

Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin

news
  • 03 06 2026

Festîvala Fîlman a 'Uçan Supurge' dest pê kir

news
  • 24 05 2026

Derhêner Mungiu cara diduyan Palmiyeya Zêrîn girt

news
  • 23 05 2026

Dawiya hefteyê hin çalakiyên çandî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Gruba Vate kombiyayişê xwu yê 40'inan viraşt

ad

Brezîlya bi zorê bi ser ket: 2-1

ad

Di zimên de cihê helbest û pexşanê çi ye?

ad

DYA: Topbaranê rawestînin

ad

Egîtîm-Sen ji bo Kobanî du rojan naçe ser kar

ad

Ji Tuncay Akbaba xêzek

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin

  • 04 06 2026
news

Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin

  • 04 06 2026
news

Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne

  • 05 06 2026
news

Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin

  • 04 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname