Diyarname
Berdevkê Wezareta Karên Derve yê DYA'yê John Kirby li ser topbarana dewleta Tirkiyeyê ya ji bo derdora Ezezê got: "Me dît ku ji aliyê Tirkiyeyê topbaran tê kirin û em bang dikin ku Tirkiye dawî li topbaranên wisa bîne."
Ajansa nûçeyan a fransiz AFP nûçeyek weşand û diyar kir ku DYA'yê (Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê) bang li dewleta Tirkiyeyê kir ku dawî li topbaranê bîne.
Li gor nûçeyê Kirby wisa gotiye: "Metirsiyên me ji pêşketinên bakurê Helebê heye û em dikin ku tansiyona ku ji aliyê her alî ve tê bilind kirin daxin."
Ajansa nûçeyan Reuters jî ragihandiye ku her kes berê xwe bide DAIŞ'ê ku ew neyarê hevpar e.
Muslim: Hêzên Sûriyeyê dê ber xwe bidin
Hevserokê PYD'ê Salih Muslim jî ji bo Reutersê axivî û got ku mafê Tirkiyeyê ku xwe tevî nava karên Sûriyeyê bike. Muslim got ku cihê Tirkiyeyê bombebaran kiriye Hêzên Demokratîk a Sûriyeyê ji destê Eniya Nusra girtibû ye û got ku li hemberî êrîşên wisa hêzên Sûriyeyê dê ber xwe bidin.
Artêşa Şoreşgeran daxuyanî da
Her wiha Fermandariya Giştî ya Artêşa Şoreşgeran jî daxuyaniyek weşand û got ku ew amade ne axa xwe biparêzin.