Ahmet DERE
Zarok di zikê dayika xwe de guhdarî zimanê dayika xwe dike. Gotinên ku zarok di destpêkê de fêm dibin ew hevokên ku dayik ji wan re bilêv dikin in. Lewre bikaranîna zimanê dayikê, ji bo her kesê û li her deverê mafeke herî xwezayî ye.
Guneh an jî xêr zimanan nasnakin. Axiftina bi tu zimanî nikare bibe sedema gunehan an jî xêran. Kesê ku bixwaze gunehan bike ew dikarin di her zimanî de bikin. Mijar zimanê kurdî, erebî, tirkî, frensî an jî zimanêkî din nîn e. Tu ziman nabe hacetê esasî yê gunehan, an jî yê xêran. Lê belê di dîroka kurdan de ev rastî cuda hatiye dîtin. Heya 3 sal berê jî, li welatekî wekî Tirkiyeyê, çawa ku anîna ziman a ramanê ne azad bû, her wiha bikaranîna zimanê kurdî û rastiya wî jî sûc dihate hesibandin. Heman rastî di dema Seddam Huseyîn de jî li Iraqê dihate dîtin. Îro li Îranê û li Sûriyeyê jî zimanê kurdî di bin zextê de ye, xebatên ji bo pêşxistina wî têne astengkirin.
Di vê pêvajoyê de xebatên ji bo pêşxistina zimanê dayikê pêwîstiyeke mezin e. Ji bo bersivdayîna vê pêwîstiyê divê hewldanên ferdî ên bi cewher hebin. Di destpêkirin û meşandina hewldanên ji bo pêşxistina zimanê kurdî de rola sereke yekser dikeve ser milên derdorên rewşenbîr, ciwan û xwendekaran. Bêguman ji bo pêşxistinekî baş a ziman, pêwîstî bi keda hemû qadên gel heye. Lê belê berpirsyariya ku dikeve ser milên rewşenbîr, ciwan û xwendekaran zêdetir li pêş e. Lewre divê ev derdor bikaribin rola xwe baştir bilîzin.
Li ku derê Kurdistanê, an jî li ku derê cîhanê dibe bila bibe, bi taybetî divê ciwan û xwendekarên kurd di vî warî de xwe zêdetir di bin bar de bibînin. Heya roja îro hin hewldan, ji aliyê heman derdoran ve çêbûne û helwestekî erênî jî derketiye holê, lê ev ne bes e. Di roja îroyîn de ciwan û rewşenbîrên kurd zêdetir xwedî îmkan û derfetan in. Berê her tiştî, di hemû cîhanê de şiyarbûnekî li hemberî mafên mirovan heye û ji bo daxwazên aramî, demokratîk û xwezayî heye. Heke ciwan û rewşenbîrên kurd derfetên heyî û rewşa objektîf baş binirxînin wê bikaribin pir encaman bidest bixin. Divê baş were zanîn ku her çalakiyekî û raberkirina her helwestê dibe qewetekî moral û tesîrê li ser hemû kurdan dike.
Di aliyê din de, pêşxistina zimanê kurdî, bi çi zaravî dibe bila bibe, tenê di warê ziman de bi sînor namîne. Ew di heman demê de xwedî wateyekî siyasî, çandî û moral e jî. Lewma, pêwîst e ku her kurd zimanê xwe yê dayikê, kurmancî, soranî, zazakî û goranî, wekî mafekî xwezayî, hîn bibin, bidin fêrkirin û biaxivin. Li dijî raberkirina nêzîkatiyên piçûkxistina zimanê kurdî, bi taybetî ya ji alî rayedarên dewletên dagirker ve tê meşandin, divê ku her kurd bi hewldanekî taybetî li zimanê xwe xwedî derkevin. Lewre divê di her qadên jiyanê de kurdî were bikaranîn.
Roja îro rexneya herî giran ya ku dibe, “Kurd bi zimanê xwe naaxifin” e. Ev rexneyên di der barê bikarneanîna zimanê kurdî de rast e. Pêwîst e em wate bidin helwesta van derdorên ku tim rexneyên xwe li dijî axiftina bi zimanê tirkî, erebî û farisî dikin. Ez rexneyên van derdoran di cih de dibînim.
Ez li dijî bikaranîna te zimanan nîn im. Heke ji bo me kurdan pêşxistina ziman pir pir pêwîst nebûya ez wisa nêzîk nedibûm. Bikaranîna zimanê kurdî dikare bandorê li ser hemû jiyana kurdan çêbike. Lewre ez dixwazim hemû kurd ji derveyê zimanê xwe tu zimanekî din di jiyana rojane de bikar neynin. Ev nayê wateya ku dê em qet erebî, farisî û tirkî bikar neynin. Divê em zimanên biyanî jî bizanibin. Lê belê dema ku di jiyana rojane de, bi taybetî di nava xwe de, di jiyana malbatê de, zimanekî biyanî bigirin pêş ev dibe xetereyeke mezin. Pêwîst e tu kurd xwe neke vê rewşê.
Ji destpêka sedsala 21’ê ve em wekî gelê kurd di pêvajoyekî pir bi aloz û bi wate de derbas dibin. Ji bo ku em di vê pêvajoyê de bikaribin baştir li ser lingên xwe bisekinin, divê em bi rêbazên cur bi cur têbikoşin. Rêbazeke herî bibandor jî bikaranîna ziman e. Hemû xebatên ji bo pêşxistina zimanê kurdî dikare di çarçoveya têkoşînê de were dîtin. Lewma, ez dibêjim her kurdê ku dikare di jiyana xwe ya rojane de fikrên xwe bi kurdî bîne ziman, divê ku ew bi kurdî jî biaxive. Yên ku nikarin, divê hewl bidin da ku fêr bibin.
Di pir nivîsên xwe de ez hêviyên xwe yên ji bo pêşketina zimanê kurdî bilêv dikim. Di vî warî de pêşketin jî hene, lê belê ev ne bes in. Ez ê tim vê baweriya xwe diparêzim û berê her tiştî ji rewşenbîr, ji ciwan û ji xwendevanên kurd hê zêdetir hewldanên tekoşînê hêvî dikim.
Heya niha, çi li her çar parçeyên Kurdistane û çi jî li Ewropayê, pir civîn û konferansên ku di der barê zimanê kurdî de çê bûne hene. Ez dizanim ku armanca van hemû xebatan pêşxistina kurdî ye. Li başûrê Kurdistanê dibistan û zanîngehên ku bi kurdî perwerde didin her ku diçin dewlemend dibin. Ez derfetên li başûrê Kurdistanê wekî fersendeke mezin, a ji bo pêşxistina kurdî dibînim û dipejirînim. Îro di cîhanê de jî bi sedan zimanzanên kurd hene û xebatên xwe yên hêja dimeşînin. Lewre ez bihêviyên mezin li paşeroja zimanê dayika xwe dinêrim.
17.10.2009


