Diyarname
Di nav gelek bûyerên salê de hejmara kuştina rojnamegeran jî xwe nîşan da: Li gor Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF) îsal li dinyayê 57 rojnameger hatin kuştin.
Rapora salane ya RSF'ê dibêje ku herî zêde rojnameger li Pakistanê hatine kuştin: 11 kes.
Li gora sala 2009'an rêjeya kuştina rojnamegeran sedî 25 kêm bûye, lê rêjeya revandina rojnamegeran zêde bûye. Ji ber ku di 2009'an de 33 rojnameger hatibûn revandin îsal ev hejmar derketiye 51'ê.
Hemberî rapora RSF'ê, rapora Komîteya Parastina Rojnamegeran ragihand ku îsal 42 endamên çapemeniyê hatine kuştin.