Diyarname
53'yemîn Bîenala Veniceya Îtalyayê ya Navneteweyî dest pê kir. Di bîenalê de tabloyên hunermendên kurd jî hene.
Ji bo cara yekemine ku, kurd binave PLANET KURDISTAN beşdar dibin.
Roja 06.06.2009'an bi amadebûna Leyla zana Bîenala Venice ya beşa Kurdistane hate vekirin. Di bîenalên de ji her çar parçeyan hunermendên kurd berhemên xwe yên hunerî pêşkêş dikin. Ev cara yekemîn e ku bi navê "Planet Kurdistan" kurd beşdarî bîenaleke wisa dibin.
Her wisa kemanjenê kurd ê navdar Dilşad Seîd jî bi kemana xwe awazên kurdî ber da ser tabloyên hunermendan û kesên amade bi hûrikî guhdariya awazên kurdî kirin.
Di merasima vekerinê de komeke îtalî şanoyek li ser Helebçeyê peşkeş kirin. Medyaya cîhanê eleqe nîşanî beşa hunera kurdan da.
Di nav hunermendên kurd ku bi tabloyên xwe beşdar bûn de hunermend Malva (Omer Hemdî), Azad Nanekelî, Îlter Rezan, Fehmî Balayî, Rebwar Seîd, Monira Malikî, ronak Mistefa, Hesen Husên, Baldin Ahmed, Nurim Hemdî, Buhare Malikî, Husên Işik, Welîd Sity, Mirê Hêkan heye.
Bîneal heta meha 11'an a 2009'a dê berdewam bike.
***
Nûçeyên eleqedar:


