logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn
  2. Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin
  3. Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro
  4. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  5. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
news-details

Huner û Ziman: Li ser lîstika “Lewheyên Bêmane” çend gotin

Di 1’ê pûşperê roja duşemê de Tiyatroya Seyr-i Meselê li Zanîngeha Bîlgiyê lîstika xwe ya bi navê “Lewheyên Bêmane” pêşk

  • Dîrok: 08/06/2009
  • Beş: Serbest

Ferhad Girêşêran

Di 1’ê pûşperê roja duşemê de Tiyatroya Seyr-i Meselê li Zanîngeha Bîlgiyê lîstika xwe ya bi navê “Lewheyên Bêmane” pêşkêş kir. Derhênerê lîstikê Erdal Ceviz e. Baran Demir, Bedriye Aydemîr, Dîlek Enîş, Ferhat Oter, Guler Înce, Hasan Aydin, Îbrahîm Turgay, Mervan Yalçindag, Musa Yildirim, Selman Bulut, Volkan Turkmen jî lîstikvanên di lîstikê de cih girtine.
Dema min afîşa lîstikê dît gelek kêfa min hat û min got baş e ku ezê li lîstikeke kurdî temaşe bikim. Bi wê hêvî û kêfa temaşekirina lîstikeke kurdî ez jî çûm hêwana lîstik lê hate pêşkêş kirin. Dema lîstikê dest pê kir dengê muzîkeke tirkî ji perdeyeka bilind olan da. Min di dilê xwe de got dibe ku ji bo lîstikê muzîkên tirkî hilbijartibin lê dema ku lîstikê dest pê kir û min dît ku li ser dikê lîstikvanine bi tirkî dipeyivin hene wekî aveke sar bi ser min de dabibe ez şaş û heyirî mam. Min li dora xwe nihêrî ku gelo ez şaş hatime, lê na gelek kesên nas hebûn li derdorê. Min got belkî ev henekek be û bîstek şûnde ewê lîstika esil dest pê bike, lê na ne wiha bû jî. Min got de ka ez bala xwe bidimê bê ka ewê çi bibe. Di lîstikê de hin skeç bi kurdî û hin jî bi tirkî bûn. Lê zimanê lîstikê bi giranî li ser tirkî bû.
Lîstik ji skeçan pêk hatibû. Mijara skeçan tiştên aktuel ên cur bi cur  bûn. Di skeçan de: mîta Adem û Hewa bi zimanekî qerfî tê rexnekirin û têkiliyên jin û mêran bi saya têkiliya Adem û Hewa tê nîşan dayin, zewaceke li ser derewên facebookê hatiye pêk hatin çawa bi dawî dibe tê nîşan dayîn, zarokên boyaxcî bi helbesteke Şêrko Bêkes têne ser dikê, îşkencexaneyên ji Xwedê û pêxemberan dûr û qêrînên wan bi şewq û lîstikvaniyeke şareza tê ser dikê, newêrekiya mirov ji bo kirina tiştan di şexsê yekî ji xwe re li kar digere tê ser dikê, psîkologa ku pirsgirêkan çareser dike ewê çawa derdê lêdanê çareser bike? Ma gelo hezkiriyê psîkologê jî wê dixapîne? Hewaya ku Adem lê daye dihere serî li “kadin komisyonu” (lijneya jinan) dide. Gelo ewê jê re çi çareyê bibînin û hîn gelek tiştên din hene.
Di lîstikê de peyvek derbas bû ku min qet hêvî nedikir ez di lîstikeke kurdî de lê rast bêm. Di diyalogekê de yekî tiştek li ser mafê jinan got, yê din jî got, werê nebêje ewê te jî bikin Ergenekon. Bi rastî ev dîtina ku Ergenekonê wekî derewekê dibîne û hemû tiştê Ergenekonê kiriye tune dihesibîne, min heta niha ji devê nasyonalîstên tirk dibihîst. Dibe ku ez şaş têgihîştibim, dibe ku lîstikvanan nexwestibin tiştek wiha qest bikin lê bikaranîna gale galek werê jî li gor min ne di cî de ye. Lê mijara vê nivîsê ne Ergenekon e.
Di gelek cureyên hunerê de bingeh ziman e, wekî wêje û helbest. Di hin cureyên hunerê de jî pêdivî bi ziman tune ye, wekî wêne û peyker. Lê di cureyên pêdivî bi ziman tune ye jî dîsa fikra afirandina berhemê bi alîkariya ziman tê xeyalkirin û îmaje kirin.
Bingeha şanoyê diyalog û tevger e. Lîstik li ser diyalogan tên avakirin û diyalog bi ziman têne afirandin. Li ser dikê jî ew diyalog bi tevgeran têne pêşkêşkirin. Di hin lîstikan de jî diyalogan derdixin tenê tevger dimîne, jest û mîmîk û dans dikeve şûna ziman. Îja em werin ser meseleya zimanê lîstika Lewheyên Bêmane, lîstik li ser diyalog û tevgerê hatiye avakirin. Wekî min li jor jî got zimanê lîstikê bi giranî tirkî bû û çend skeç jî bi kurdî bûn. Min fahm nekir bê ka çima zimanê lîstikê bi giranî tirkî ye? Ma gelo lîstikên li şanogehên Tirkiyê têne lîstin çend hebê wan bi kurdî ne? Ma lîstikên tirkî têrê nakin ku komeke kurdan jî radibe bi tirkî lîstikan amade dike? Ez ne li dijî lîstikên tirkî me, lê bi baweriya min li Tirkiyeyê heta tu bê bes lîstikên tirkî hene û heke em dixwazin lîstikan amade bikin divê em bi zimanê xwe wan lîstikan amade bikin. Ma gelo kesî dîtiye ku komeke şanoyê ya tirkan lîstikek xwe nîvî bi tirkî nîvî bi frensî amade kiriye?
Ez dibêjim ji bo hezkirina ji xwe û zimanê xwe huner navgîneke gelek bihêz e. Dîsa ez dibêjim hunera miletekî bi zimanê miletekî din nayê çêkirin û nayê geşkirin. Di dawî de jî ji bo ked û performansa Seyr-i Meselê ez endamên komê pîroz dikim û hêviya lîstikên bi kurdî dikim.

gireseran@gmail.com

 

Parve Bike

Youtube Me

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

news
  • 05 10 2026

Çima bindest ji derewên serdestên xwe bawer dikin? (Nirxandineke Derûnkolerî)

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
Ev jî hene
ad

Ji bo fakûlteya tibê mîlyarek dolar pere diyarî kir!

ad

Rojeva dinyayê ev e: Bila mirov hefteyê tenê çar rojan bixebitin

ad

Li Başûr kovara şêwekaran: Rengiz derket

ad

Derhêner Alan Parker wefat kir

ad

Konferansa Kurdî dest pê kir; va ne agahiyên li ser konferansê

ad

8 fîlmên vê hefteyê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

  • 22 10 2026
news

Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin

  • 22 10 2026
news

Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro

  • 22 10 2026
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname