Kovara 'NTV Tarih' ji ber Geziyê hat girtin
Stenbol
Kovara NTV Tarih ji ber ku hejmareke taybet li ser çalakiyên Parka Gezî çêkir hate girtin.
Kovara bi tirkî NTV Tarih ji aliyê Koma Weþanê ya Doguþ ve dihat weþandin. Kovarê hejmara xwe ya tîrmehê li ser Çalakiyên Parka Gezî ya Taksîma Stenbolê amade kiribû. Lê kovar derneket.
Li gor nûçeya Hazal Ozvariþ a di T24 de ji ber ku ciheke fireh dabû çalalkiyên li Taksîmê, li ser mijarê bergeke taybet jî amade kiribû, di nav Koma Weþana Doguþê de bûbû sedema qeyranê û rêveberiyê kovar girt.
Wekî nota Diyarnameyê: Li Tirkiyeyê gelek kovarên li ser dîrokê hene. Hema bibêje yê her derdorên kovarên li ser dîrokê hene ku yek ji wan jî NTV Tarih e. NTV Tarih ku ji asala 2009'an ve wekî kovareke mehane weþana xwe dikir, gerînendeyê giþtî yê weþanê Gursel Goncu bû. Ev berga hejmara nû bû, lê nehat weþandin.