logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn
  2. Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin
  3. Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro
  4. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  5. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
news-details

Li Agirî û Norşînê dengdana di bin zexta polîsan

  • Dîrok: 01/06/2014
  • Beş:

AGIRÎ/BEDLÎS 
Li Agirî û navçeya Bedlîs Norşînê, hilbijartinên herêmî yên 30'ê Adarê ku BDP'ê qezenç kiribû lê belê hatin betalkirin, îro ji nû ve tên kirin. Li her du herêmên ji aliyê polîsan ve hatine dorpêçkirin, zext li muşahîdên BDP'ê û hilbijêran tên kirin. Ji bilî Agirî û Norşînê îro li 8 navendên Tirkiyeyê jî hilbijartin tên kirin.

Li Agirî, dengdayîna ji bo hilbijartinên herêmî yên tên dûbarekirin, di bin dorpêçiya polîsan de, dest pê kir. 

Li serê her kolanê komek polîs bi wesayîtên xwe yên bi zirxî sekinîne, bi gelek wesayîtan jî li navend û li taxan digerin. Bi taybetî li hewşa dibistanên ku deng tên bikaranîn bi dehan hêzên taybet û polîsên sivîl hene. Welatî ku serê sibê saat 07.00’an de ji bo dengê bikar bînin çûn ser sandoqan. Parêzerên baroyên heremê û parlementerên HDP’ê jî dibistanan digerin. 

POLÎSAN DU MUŞAHÎDÊN BDP'Ê BIRÎNDAR KIRIN

Serê sibehê muşahidên BDP’ê Alî û Mehmet Çarboga ku xwestin bikevin nava dibistana Seretayî ya Îsmet Omer a li taxa 100. Yilê ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Her du muşahîd ên pismamên hev in ku li hemberê astengkirina polîsan derketin, di nava wan de nîqaş derketin. Ji ber lêdana polîsan her du pismamên hev ji rûyê xwe birîndar bûn.

Alî Çarboga diyar kir ku ew muşahidên BDP’ê ne û xwestin bikevin nava dibistanê lê ji aliyê polîsan ve hatine astengkirin û got: "Pêşî em hatin astengkirin me nîqaş kir, piştre gotin hûn dikarin bikevin hundir. Lê ji ber parlementerên AKP’ê ku Cigirê Serokê Koma AKP’ê Suleyman Soylu jî li wir bû em hedef hatin nişandan û polîsan em derb kirin û du derb gule bera hewayê dan.” 

Hate ragihandin ku di Dibistana Seretayî ya 15 Nîsanê de parlementerên AKP’ê muşahidên BDP’ê ji salonê derxistine û bi serokê sindoqê û muşahidên din re hevdîtin kirine. 

Di dibistana Seretayî ya Şeref Yelkaya ya li Taxa Fatîhê jî parlementerên AKP’ê û polîsan zextê li welatiyan dikin.

Roja 31'ê Adarê Desteya Bilind a Hilbijartinê encamên dawî yên hilbijartinên heremî yên li Agirî aşkera kir. Li gorî vê BDP'ê bi 20 hezar û 102 dengan şaredarî qezenç kir, AKP jî di 19 hezar û 940 dengî de ma.

Piştî zelalbûna serketina BDP'ê ya li Agirî, Alîkarê Serokê Giştî yê AKP'ê Huseyîn Çelîk daxuyaniyek da û got, "Li Agirî niha BDP'yî bi tenê bi 10 dengan li pêşiya AKP'ê xuya dike. Duh êvarê BDP'yiyan li hemberî hevalên me dijwarî bikar anîne. Li Agirî encam dikare biguhere."

Piştî vê daxuyaniyê AKP'yiyan li dijî encamên hilbijartinê îtiraz kirin û deng 15 caran ji nû ve hatin jimartin. Tevî ku di her 15 caran de jî BDP serketî derket jî, AKP'yiyan dijderketina xwe dewam kirin û di vê navberê de jî hejmareke zêde polîs û leşker ji derdorê li Agirî civandin.

Ji ber tengezariya zêde ya li bajêr û gumana di her jimartinê de kêmkirina dengê BDP'ê, rayedarên BDP'ê biryar dan ku ji bo pêşî li bûyerên neyînî were girtin, hilbijartin ji nû ve bên kirin.

LI NORŞÎNÊ HILBIJARTINA DI BIN ZEXTA POLÎSAN DE

Li navçeya Bedlîs Norşînê jî welatî serê sibê çûn ser sindoqan û dest bikaranîna dengan kirin. Li navçeyê 11 hezar û 994 hilbijêr dê li 11 dibistanan di 44 sindoqan de dengan bikar bînin.

BDP'ê ji her sindoqê re muşahîdek û parêzerek peywirdar kirin. ÎHD'ê jî 30 parêzer bi giştî 65 çavdêr peywirdar kirin û dê li ser sindoqan bigerin.

Li tevahiya navçeyê polîsan tedbîrên gelek dijwar girtin. Polîsan derdora Konaxa Hikûmetê bi bendan girt û TOMA lê bicih kirin. Ji bajarên derdorê gelek polîs anîn navçeyê û bi TOMA û wesayîtên zirxî li nuqteyên cuda hatin bicihkirin.

Parlementerên HDP'ê Adîl Zozanî, Ayla Akat Ata, Husamettîn Zenderlîoglu û hevşaredarên herêmê ji bo tu nexweşî çênebin li ser sindoqan digerin. Bikaranîna dengan dê seat di 16.00’an de bi dawî bibe.

Di hilbijartinên herêmî yên 30'ê Adarê de, li navçeya Bedlîs Norşînê BDP'ê bi 32 hezar dengan Şaredarî qezenç kir. Lê belê li vir jî AKP'yî li dij encamên hilbijartinê derketin û di jimartina duyemîn de vê carê dengên BDP'ê derket 33 hezaran.

AKP'yiyan qîma xwe bi vê jimartinê jî neanîn, vê carê serî li Desteya Hilbijartinê ya Bajêr da û dengên li navçeyê ji bo cara sêyemîn hatin jimartin.

Piştî hejmartinê encam hat îptal kirin, biryara ku di 1’ê Hezîranê de cardin hilbijartin bê kirin hat dayîn.

Li gorî encamên hilbijartinê, BDP’ê bi girtina 4 hezar û 522 dengan ji sedî 48.72, AKP 4 hezar û 490 dengan ji sedî 48.33 de deng girtin.

LI 8 NAVENDÊN TIRKIYEYÊ HILBIJARTIN TÊN KIRIN

Li bajarên Rojava jî, dengdanê saet di 08:00 de destpê kir. Dengana li vir jî wê heta saet 17:00 dewam bike û piştî girtina sindoqan, jimartina dengan wê destpê bike.

Ev her 8 navendên Rojava yên hilbijêr lê dengê xwe tînin wiha ne:

Hilbijartinên şaredariyên bajarê Yalova, navçeya Şabanozu ya Çankiri, navçeya Ûlaş a Sêwasê, navçeya Yeşîlyûrt a Tokatê, navçeya Aydintepe ya Baybûrtê, bajarokê Aşdagûl ê ser bi navçeya Ortakoy a Çorûmê, bajarokê Keçîkalesî ya ser bi navçeya Altûnhîsar a Nîgdeyê û hilbijartinên meclîsa giştî ya bajêr a navçeya Hemşîn a Rîzeyê.


Parve Bike

Youtube Me

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news
- Nivîsên Dawî
news
  • 21 01 2024

Berendamên Mêrdinê hatin eşkere kirin

news
  • 01 06 2014

Li Agirî û Norşînê dengdana di bin zexta polîsan

news
  • 01 06 2014

BDP'ê Norşîn bi dest xist (Hat nûkirin)

news
  • 01 06 2014

Piştî jimartina dengan li Norşînê dîsa elektrîk hatin birîn!

news
  • 01 06 2014

Saet: 21.00: Li Agirî BDP bi ser ket

news
  • 06 05 2014

YSK'ê encamên teqez ên hilbijartinê eşkere kirin

Nivîsên Nû
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
Ev jî hene
ad

Albrighta ku Talabanî û Barzanî anîbûn cem hev, mir

ad

'Destê xwe ji hunerê dûr bigirin'

ad

Herî zêde kîjan pirtûkên bi kurdî hatin firotin?

ad

'Konsey' bû yekemîn

ad

Helbestvan û rojnemegerê kurd bi medalyona zêrîn hat xelatkirin

ad

Li ser sînor sê kurdên ji Rojava hatin kuştin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

  • 22 10 2026
news

Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin

  • 22 10 2026
news

Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro

  • 22 10 2026
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname