logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin
  2. Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin
  3. Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne
  4. Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin
  5. Ji 1930 heta niha yên kûpa birine mala xwe
news-details

(Blog): Agahiyên li ser hilbijartinê...

  • Dîrok: 28/05/2023
  • Beş:


 ...Ev nûçe tê nûkirin...

 

ENCAMÊN 14 BAJARÊN KURDAN
Li gor ANKA'yê li 14 bajarên kurdan berendam Kemal Kiliçdaroglu li pêş e. ANKA'yê ev dane belav kirin:

- Agirî: %64.9

- Amed: %71.76

- Batman: %68.15

- Bedlîs: %50.58

- Culemêrg: %72.52

- Dêrsim: %82.82

- Erdexan: %57.68

- Îdir: %67.26

- Mêrdîn: %65.81

- Mûş: %58.81

- Qers: %56.35

- Sêrt: %55.75

- Şirnex: %76.37

- Wan: %61.47

 

20.00: ENCAMÊN NÛ

Li gor AA'yê

Erdogan sedî: 52,14

KK sedî: 47,86

Li gor ANKA'yê

Erdogan sedî: 51,84 

KK sedî: 48,16

 

 

 19.25

Serokê YSK'ê Ahmet Yener:

Li gor vê kêliyê 26.781, 551 hatine jimartin. Sedî 54.60 hatine jimartin. Dane li pergalê têne barkirin. Em van daneyan li partiyên siyasî parve  dikin.

Erdogan 54.47, Kiliçdaroglu 45.53 deng girtiye.


 

19.00: ENCAMÊN NÛ

- Li dor sedî 50 deng hatine jimartin. 

Li gor ANKA'yê

KK sedî: 50.01

Erdogan sedî: 49.99


Li gor AA'yê

Erdogan sedî: 53.41

KK sedî: 46.59


18.30: ENCAMÊN NÛ

Li dor sedî 50 deng hatine jimartin. 

Li gor ANKA'yê

KK sedî 51.04, Erdogan sedî 48.96

Li gor AA'yê

KK sedî 44.20, Erdogan sedî 55.80
Sedî 59 sindoq hatine vekirin.

Li gor agahiyên tên li bajarên mezin Stenbol, Îzmîr, Eskîşehîrê, Edene, Mêrsînê Kiliçdaroglu dengên xwe zêde kirine.

Li Amedê Kiliçdaroglu li pêş e. KK li Amedê li gor hilbijartina din hema hema wekî xwe ye.

18.15
Qedexe rabû: Kiliçdaroglu li pêş e

Li gor saet 18.15'an YSK'ê qedexe rakir. Li gor ANKA'yê Kiliçdaroglu sedî  50,92, Erdogan di edî 49,08 re ye.
AA radigihîne ku Erdogan bi sedî 57 li pêş e.
Li Amedê Kiliçdaroglu sedî 69.75 Kiliçdaroglu li pêş e.

Serokê YSK'ê Ahmet Yener eşkere kir ku wan qedexe rakiriye, ajans dikarin agahiyan bilav bikin.


 

18.00

Li gor vê deqîqeyê sedî 15 sindoq hatine vekirin û jimartin temam bûye. Berendamekî sedî 1 li pêş dixuye. Gelek bi lez deng têne jimartin.

17.50

Saet li gor 17.50 sedî 11.6 sindoq hatine vekirin. Berendamek sedî 1 li pêş e. 

17.15

Serokê YSK'ê: Tu pirsgirêk derneketine 

Serokê Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) Ahmet Yener piştî dawîlêhatina dengdanê derket pêş kamerayan û got, "Dengdan bi dawî bûye. Heta niha tu pirsgirêk derneketiye."

17.00

Dengdan temam bû, sindoq hatin girtin

Dengadan ku serê sibê saet 08'an de dest pê kiribû saet 17.00 temam bû. Niha peywirdarên sindoqan dê dengan bijmêrin.

Heta saet 21.00 eşkerekirina agahiyan qedexe ye. YSK dikare vê ber bi jêr ve bikişîne. Di hilbijartinên din de saet dor 19'an biryara serbestî dabû, di hilbijartina 14'ê gulanê de saet 18.30 de qedexe rakiribû.
Li Tirkiyeyê li cem 191 hezarî zêdetir sindoqan dengdan çêbû.

16.50 

Kaftancioglu bang kir

Seroka CHP'ya Stenbolê Canan Kaftancioglu daxuyaniyeke kurt da çapemeniyê û got, "Hemwelatiyên me yên ku dengê xwe nedane bila herin bidin, yên dane jî banga min ji bo wan ew e niha dem dema xwedîlêderketina dengan e."

16.40

Êrîşê heyeta ku Ferit Şenyaşar jî têde bû kirin

Li gundê Yenîkoy a Haliliye ya Rihayê naheştin muşahidên Yeşîl Sol Partî deng bidin. Li ser vê yekê heyetek ji Yeşîl Sol Partî çû cihê bûyerê. Di nav heyetê de mebûsê  Yeşil Sol Parti Ferit Şenyaşar, Hevserokên HDP'ya Rihayê Ahmet Atiş û Garibe Yeşil, Hevserokê DBP'ê Vahit Akgun, ji Baroya Rihayê parêzer hebbûn. Hin kesan bi keviran êrîşê heyetê kir.

Hin kesên ji cihê bûyerê dûr ketine dibêjin dengê çekan jî hat.
Di vê êrîşê de kameraya nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê hat kişandin.

Êrîşê nûçegîhana Dokez8Haberê kirin

Li Kagithaneya Stenbolê li Dibistana Ahmet Cuhadaroglu rayedarê AKP'ê yê dibistanê erîşê nûçegîhana Dokuz8 Haber Fatoş Erdogan kir, porê wê kişand.

ERZEROM
Li Xorasana Erzeromê AKP'yiyan peywirdar tehdîd kirin

Mebusa Yeşîl Sol Partî Meral Daniş Beştaş bi ser hesabê xwe re eşkere kir ku Şaredarê Xoresane yê AKP'yî ligel partiyên xwe bi ser peywirdarên sindoqan de meşiyane, bi gotin ew tehdîrdr kirine.

Beştaş got, "Gotine xwediyê Xoresanê hene. Hûn ne xwediyê Xoresanê, ne jî xwediyê Tirkiyeyê ne. Emê sindoqan ji bo we nehêlin."

16.30

Li Rihayê çi diqewime?

Mebûsê HDP'ê Omer Faruk Gergerlioglu bi ser hesabê xwe yê twitterê "Tûtatanek" ku encama sindoqê têde heye belav kir û got, "Hê saet nebûye 17.00 li Rihayê deng hatine jimartin jî!!!" 

15.30

BATMAN

Li navenda Batmanê li Liseya Turk Telekom Anadolu 'tûtanak'ên vala ku hatine îmzekirin hatin dîtin. Li ser vê gelek bertek hatin. Piştî bertekan ew hatin şewitandin. Li heman dibistanê li sindoqa bi nimreay 1314'an kesek bê nasname deng da.

15.15

STENBOL

Rêxistina HDP ya Kadikoya Stenbolê bi ser twitterê re eşkere kir ku li aliyê Sûadiyeya Bostanci li dibistanan komek ulkucu (nijadperest) hene û dixwazin provakasyonê çêbikin. HDP got ku ew dê xwedî li sindoqan derên.
Li Dibistana Mualla Selcanoglu ya Kadikoyê AKP û MHP'yî êrîşê însanan dikin, dixwazin wan bitirsînin.

13.00

Serokên partiyan deng dan

Hevserokê HDP'ê Mithat Sancar li Ayten Şaban Diri İlkokulu

ya Çankayaya Enqereyê ligel jina xwe deng da û got, "Miheqeq herin cem sindoqê û deng bidin."

Serokê AKP'ê û Berendamê Îtîfaqa Komarê Recep Tayyip Erdogan li Uskudara Stenbolê ligel jina xwe Emine Erdogan deng da.

Serokê CHP'ê û Berendamê Îtîfaqa Milet Kemal Kilicdaroglu ligel jina xwe Selvi Kiliçdaroglu li Dibistana Arjantîn a Enqereyê dengê xwe da.
Seroka ÎYÎ Partî Meral Akşener li Uskudara Stenbolê, li Haci Sabanci Anadolu Lisesi deng da.
Seroke Huda-Parê Zekeriya Yazicioglu piştî çû deng da û hat ber sindoqê, zerfê wî ji dest derket, hat dîtin ku wî deng daye Îtîfaqê Komarê Recep Tayyip Erdogan. Wê kêliyê kamera di qeydê de bûn.

MÊRDÎN

Li Mêrdinê hin cerdevanan xwest bi awayekî eşkere deng bide. Muşahidan mudexele kir. Li ser vê cerdevanan erîşê muşahidan kir.

CIZÎR
Li Cizîrê li bexçeyên dibistanan erebeyên bê plaka hatin dîtin. Li ser îtîraza muxahidên Yeşîl Sol Parti erebe ji bexçeyê hatin derxistin.

11.30

Li Balikesîrê Diyanetê deng anîn

Li gor hesabê tora civakî "Seçîm Îhlalî 2023" li Balikesira Tirkiyeyê li Şehit Pilot Usteğmen Erdem Mut Ortaokulu erebeya girêdayî Weqfa Diyanetê pisûla û zerf anîn dibistanê, peywirdarên sindoqan hişyar bû, ew asteng kirin. Hat ragihandin ku li hemberî tiştên wisa hişyar bin. 

11.20 

Li Sêrtê "zêdetir" hilbijêr derketin holê

Li Halide Kutlualp İlkogretim Okulu ya Sêrtê di sindoqa bi nimreya 1177'an 

65 hilbijêrên "derveyî qeydan" hatin dîtin. 

11.10

Li Rihayê êrîşê mebûsê CHP'ê kirin

Li taxa Karaali ya Eyyubiye ya Rihayê mêran dixwest ji dêvla jinan dengan bide. CHP ku ev bi hev re dendan diyar kir mebûsê xwe Ali Şeker şand wir. Li cihê Bûyerê Şeker rastî êrîşê hat. Şekerê ku hişyarî da ku divê jin bi tena serê xwe herin cihê dengdanê, rastî êrîşa 15-20 kesî hat. Êrîşkaran ji pozê Şeker xwîn anîn.

Endama Komîsyona Hikûqê ya Rêxistina Rihayê ya CHP'ê parêzer Ronahi Paydaş ji ser hesabê xwe Yê tora civakî re bûyer belav kir û got, "Niha ewlehiya canê me tune ye. Ji bo em gilî bikin em diçin navçeyê." 

11.00 

Polîs li Mêrdînê dixebite

Li gor nûçeya MA'yê li Artuklu, Rişmil, Nibêsîn û Qosera Mêrdînê polîs sindoq bi sindoq digere û dipirse ka muşahidên AKP'ê hene yan na. Li sindoqên ku muşahid nîn in, hat dîtin ku polîsan ji derve muşahid anîn wê derê. Li gor nûçeyên erebeyên xirzî yên polîsan jî li bexçeyên dibistanan in.

08.00

Diyarname

Li Tirkiyeyê hilbijartina serokomarî ku di dora yekemîn de serketî diyar nebûbû û derbasî dora diduyan bû, vê sibê dest pê kir.

Ji bo dora diduyan serê sibê saet 08'an de li bajarên Tirkiyeyê û li bajarên Bakur dengdanê dest pê kir. Dengdên bi nasnamyên xwe yên fermî, bêyî kaxizê dengdanê hebe dikarin herin cihê dengdanê û dingê xwe bidin,, lê divê bizanibin dengê wan li kîjan sindoqê ye. Dengdan ber êvarkî saet 17.00'an de dê bi dawî bibe.

Li  dor 191 hezar sindoq têne danîn. Heta saet 21.00'an hemû propaganda,, belavkirina agahiyan qedexe ye. YSK (Lijneya Bilind a Hilbijartinê) dikare berî vê saetê belavkirina agahiyan serbest bike.

DENGEN DERVEYÎ TIRKIYEYÊ

Ji derveyî Tirkiyeyê 3.5 mîlyon hilbijêr hene. Wan li 73 welatan deng dan. Lê ji bo yên derveyî Tirkiyeyê jî îro heta saet 17'an li deriyên gumrikan dengdan didome. Li gor YSK'ê heta niha dor 2 mîlyon kesî li derveyî Tirkiyeyê deng dane. Û ew deng anîne Enqereyê, li Lijneya Hilbijartinê ya Navçeya Derveyî Welat ku li Navenda Kongre ya ATO'yê ya Enqreyê ye diparêzin. Bi bidawîbûna dengdanê re ew jî dê bêne jimartin.

BERENDA

Di dengdana yekemîn de berendamê Îtîaqa Komarê Recep Tayyip Erdogan bi sedî 49.52'yan (27.133.937 den) bûbû yekemîn. Berendamê Îtîfaqa Milet Kemal Kiliçdaroglu bi sedî 44.88'an (24.594.932 den) bûbû duyemîn. Sinan Ogan bi sedî 5.17'an (2.831.208 deng) bûbû sêyemîn. Muharrem İnceyê ku berî hilbijartinê vekeşiyabû, lê wê çaxê ji derveyî Tirkiyeyê deng hatibûn dayîn jî, 0,43 (236.097 deng) bo wî hatiye nivîsîn. Her du berendamên zêde deng girtine Erdogan û Kiliçdaroglu derbasî dora diduyan bûn. Îro ji wan yek dê bê hilbijartin.


Parve Bike

Youtube Me

Bêrê ma eyro şin ZENGE

news

DOSYA: 53 helbestên li ser şer

news

Kurdên Anatoliya Navîn

news

2 rojan de kurdan 4 komeleyên kurdî vekirin; li Amerîkayê çend komele hene?

news

Mem Ararat, Arda Guler, Kom Muzîk, hiqûq û tiştên din...

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news
- Nivîsên Dawî
news
  • 01 06 2023

Demirtaş: Min xwest bibim berendam, Navenda Giştî red kir

news
  • 30 05 2023

'Em ê encamanê bi berfirehî binirxînin û berxwedana xwe bi pêş ve bibin'

news
  • 30 05 2023

Kursiyên li meclisê bi vî rengî çêbûn

news
  • 28 05 2023

(Blog): Agahiyên li ser hilbijartinê...

news
  • 28 05 2023

Erdogan: Niha li pêşiya me hilbijartina 2024'an heye

news
  • 25 05 2023

HDP û Yeşîl Sol Partî rengê dengên xwe eşkere kir

Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Xwendekarên kurd kovaran derdixin

ad

Civîna yekem a encumena parêzgeha Kerkûkê hate taloqkirin

ad

Bernameya meha sermawezê ya Şanoya Bajêr a Amedê

ad

Versiyona 'Dewrêşê Evdî' ya li ku Efrînê hatibû berhevkirin derket

ad

Rapora Meclisa Almanyayê: Operasyona Tirkiyeyê li dijî hiqûqa navneteweyî ye

ad

Celal Dogan bi Erdogan re çi xeber da, ji bo Rojava çi got?

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin

  • 04 06 2026
news

Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin

  • 04 06 2026
news

Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne

  • 05 06 2026
news

Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin

  • 04 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname