Sal 1922 ye. Îzmîr bi destê roma reş tê şewitandin û yewnaniyên ku hem xwediyê wê û hem şêniyên wê ne, tûşî zilmeke nebînayî tên û ji neçarî direvin ango ber bi bajarên navendî yên welatê xwe ve dibin penaber. Qerqeşûnê vegirtiye her derê û ter û hişk daye ber xwe. Li Yewnanistanê halê tunebûnê li dar e. Serbare jî vî halê tunebûnê zik li ber dev e û wilo bi şer û pevçûnan ducanî ye ku bêlome be! Ji hêlekê ve xirecireke navxweyî rû daye di nava welêt de û Asiyan serî li ber pergalê û artêşê hildaye û ji hêla dîtir ve jî zext û pêkûtiyên dereke yî darbidest, li erka desthilatdar kiriye çeqoberî!
Elenî keçeke yewnanî ye. Li ber destan mezin bûye. Temen li dor sêzdeh-çardehan e. Lê bextreşî û bêsiûdiyê ji mêj ve ye ew kiriye bendeyê xwe. Hê nûbalix e û dûrî çax û benga xwe ye. Spîroyê ku ew mezin kirî, wê li xwe mar dike. Wê jî dil daye lawê Spîro- mixabin navê wî -lawê Spîro- di fîlm de hîç nayê bilêv kirin! Salekê du salan, bi zor û sed belayî didebire. Du lawên cêwî bi navê Yannî û Yorgî jê çêdibin. Spîro ji bo derdor wî şermezar nekin, wan dide malbateke bêzarok. Rojekê Elenî dide dû dilketiyê xwe -lawê Spîro- û pê re direve Selanîkê! Sê-çarsalekî bi pişt re Elenî bi her du lawên xwe ve digihên hev.
Mêrê Elenî -lawê Spîro- muzîsyenek e ku akordiyonjeniya wî hêjayî pesnê ye. Ligel Nîkosê kemanjen derdikeve tavernayan. Nîkos ji konservatûara Îzmîrê mezûn e. Di vê navberê de Marcos muzîsyenê herî bin av û deng e û ji behremendiya wî-lawê Spîro bi hay e. Marcos ji bo çend bernameyan li Amerîkayê, tê vexwendin. Wî jî bi xwe re dibe. Mêr li Amerîkayê ji hêla muzîkê ve bi ser nakeve. Tevli artêşa Amerîkayê dibe da ku bikaribe bibe welatî û Elenî û her du zarokan bixwaze.
Elenî jî ji sedem ku Asî vehewandiye tê girtin. Çend salên sax girtî dimîne, paşê tê berdan. Elenî hêvî ji mêrê xwe biriye. Di vê navberê de Yannî û Yorgî mezin bûne, Yorgî beşdarî Asiyan û Yannî jî beşdarî artêşa Yewnan bûye û li dijî hev şer dikin. Rojekê ji rojan careke dî tên Eleniyê dibin û diherin, lê ne ji bo girtinê; Yannî di lêkdana bi Asiyan re de jiyana xwe ji dest daye û cendekê wî jî nehatiye dîtin loma! Şeple bi Eleniyê dikeve û ziman lê digere;
Gardiyano! Qet ava min tune, sabûna min tune. Ji bo ez ji zarokên xwe re nameyekê binivîsim, kaxiza min tune. Unîforma diguherin; hûn cûn li xwe dikin, gardiyan reş!..
Navê min Elenî. Ji ber ku min Asiyek vehewandiye ez li vir im. Hûn min bi ku ve dibin? Gardiyano! Ava min tune, sabûna min tune. Ji bo ez ji zarokên xwe re nameyekê binivîsim, kaxiza min tune. Unîforma diguherin; Alman kesk li xwe dikin, ma tu alman î gardiyan!?.
Di 1944’an de, çaxa mirovan li meydanan serketina welêt pîroz dikirin ez jî li wir bûm. Hûn min bi ku ve dibin? Unîforma diguherin; ma tu îngiliz î gardiyan? Nexta guleyekê çi ye, nexta xwînê çi ye? Hemû unîforma heman in gardiyan, gardiyan…
Navê min Elenî. Ji ber ku min gerilayekî birîndar veşart ez li vir im. Gardiyan ez li sirgûnê me. Ez penaber im û ji her derê hatim veder kirin. Ez ew keça sê salî me ku li îskeleyê digiriya gardiyan, gardiyan**...
Melekek rabû çû şûşeya îksîrê bi ser serê dinyalikê dakir. Wê rojê toqa naletbariyê kete stûyê benîadem. Li ser şûşeyê sûretê şeytên hebû û benîadem peristiyê***.
Û ew roj ev roj e şer li her derê şer e (û şerûd li her derê şerûd e). Nav li tu derê, tu deverê lê naguhere. Ji xwe re sebeb e, sebebeke dereke navê ji bo hebûna wî ji bilî şerûdiyê; bêsebeb heye, bê wext e û nola toqa naletê ji bilî xwediyê xwe, bi her kes û tiştî ve dialiqe.. Guh miç e, nola gurekî har û dil bi pirç e. Bi xwînê radibe, bi xwînê rûdinê. Nalebar û nicis. Li mêrga kezebê rûdinê û jê dixwe, dimije û dikoje ta ku zuha bike. Hemû çîrokên jê mayî; hemû têkbirin, êş, taq û birînên ku di sîng û berê de, di dil û kezebê de vedike li her derê heman in. Axir û encama wî bi heman reng û dengî tê vegotin, her û daîm: tunekirin tunekirin tunekirin!..
* Mêrga Ku Digirî navê fîlmê derhênerê yewnanî Teo Angelopoulos e ku çîroka Eleniyê ji xwe re kiriye mijara sereke.
** Ji devê Eleniyê
*** Ji devê Nîkosê kemanjen