Diyarname
Wekîlê Serokê Koma Meclisê yê MHP'ê Mehmet Şandir berê rexneyan da DTP'yiyan û li ser hilbijartinê jî tiştek balkêş got.
Li bajar û navçeyan şaredarên DTP'ê beşdarî şahiyên pîrozbahiya 85'emîn salvegera Komara Tirkiyeyê nebûn. Li ser vê yeke Wekîlê Serokê Koma MHP'ê Mehmet Şandir berê rexneyan dan DTP'yiyan.
Şandir li ser hilbijartinên herêmî da zanîn ku dê her herêmê berendamên xwe nîşan bidin lê ev bi ser de zêde kir: "Em gelek qîmetê didin yekîtiya milet. Em beşdarî xirabûna yekîtiya milet nabin. Li Başûrêrojhilat û Rojhilatê Anatoliyê cudaxwazî mixabin derketiye asta pevçûna civakî, Tirkiyeyê ber bi pevçûneke tirk-kurdan ve dehf dide. Ger li Diyarbekir nîşandayîna berendam dê zerarê bide yekîtî û biratiya gelê tirk, hewce bike emê li wê derê berendam nîşan nedin."
Şandir da zanîn ku ne bi dilê wan be jî dê tişteke wisa bikin.
Bi gotine vekirî MHP dixwaze bide nîşandan ku hewce bike dê berendam nîşan nedin û piştgirî bidin partiya dijberî DTP'ê.
Wekî notek: Di hilbijartina din de jî rewşeke wisa ne eşkere be jî hebû û di vê hilbijartinê de wisa diyar e ku li bajarên kurdan dê tenê DTP û AKP bi hev re bikevin qayişkêşana bi destxistina şaredariyan û partiyên din jî dê piştgirî bidin AKP'ê. DTP di vir de encax bi ser sedî 50'î re deng bigire dikare bi ser bikeve.