Çîrokek nivîskar Bajar Mîrzeman heye. Wî, "Navê te bi çi qasî ye?" li çîrokê kiriye. Ezê paşê li ser çîrokê tiştinan bêjim, pêşî em bi ser vê re hin tiştên din bînin ziman:
Navekî bi çi qasî tê kirîn? Buhaya navan heye? Buhaya peyvan? Buhaya pênaseyan, buhaya sîsteman?
Di rewşa îro de li ser vê rûyê dinyayê kes qurtek avê bê pere nade te. Tenê xweza avê bê pere dide te; ew jî divê tu xwedî li wê xwezayê derê, yan na, dikare te di nav avê de bixeniqîne jî.
Nanek bê pere tune ye; ji bo tu nan bixwî divê tu kedê bidî.
Welat bê pere, ked, xwêdan, xwîn nayên avakirin. Lê kurdan pere jî dan, xwîn û xwêdan jî dan nekarîn ava bikin. Ev jî tiştek din e.
Kurdan bi têra xwe têkoşîn da, bi sedhezaran winda dan. Li gor îstatîstîkan di navbera salên 1960-75'an de li Başûr nêzî 120 hezar kurd di vê têkoşîna ku pêşeng Mele Mistefa Barzanî û Celal Talabanî bûn de canê xwe ji dest dane. Paşê Helebçe hat, bi deh hezaran çûn; Raperîna 1991'ê hat dîsa bi hezaran çûn. Lê kurdên Başûr nekarî welatek ava bikin. 2003'yan firsendek gelek cidî ket destê wan ku ev firsend belkî carek din êdî neyê; lê ji ber gelek sedeman tenê heta cihek hatin.
Kurdên Başûr ji bo serxwebûnê referandûm (25.09.2017) li dar xistin, lê ew referandûma ku sedî 93'yê gel got "erê" neşandin cem Neteweyên Yekbûyî. Yan jî bi awayekî fermî serî li wan nedan. Ev jî meseleyeke din e.
Di dema Serhildana Şêx Seîd de qala mirina 25 hezar kesî tê kirin. Agirî, Dêrsim jî em lê zêde bikin. Di van 50 salên dawî yên li Bakur de qala mirina 40 hezar kesî tê kirin. (1)
Niha tevgera kurd a çekdar dixwaze bi temamî çekan berde û pêvajoyeke nû daye dest pê kirin. Em vê datînin aliyek. Li vir gotin bi me nakeve. Lê em dikarin berê xwe bidin siyeta Bakur; ji ber ku ew ji me dengan dixwazin, em jî dengên xwe didin wan. Mînak DEM Partî.
DEM Partî dikare ew qas gelê ku deng dide wê, wekî beşek cuda nîşan bide û ji bo wan sîstemên nû bi nav bike. Ji ber ku vê beşê berdêla giran daye û sîstemên nû, navên nû heq dike. Yan jî sîstemên heyî yên li dinyayê wekî mînak nîşan bide û wan sîsteman derxe pêş.
Ma ne, meseleya me "Navê te bi çi qisî ye?" û berdêla wê ye. Kurdan bi têra xwe berdêl dan.
Çima em vê dibêjin? Niha hikumeta Tirkiyeyê ku di bin rêveberiya AK Partî de ye dixwaze Zagona Bingehîn a Tirkiyeyê biguherîne, lê li gor daxwaza xwe. Û helbet kurd (qesta min tevgera legal a siyasî ye) jî dikarin bêyî xwe tevî "Pêvajoya Çareserî" bikin ku ew meseleyeke cuda ye, ji aliyê siyasî ve daxwazên cuda bikin.
Dikarin çi bikin?
Madem wê Zagona Bingehîn biguhere mesele partiya siyasî DEM Partî dikara daxwaze "Pergala Eyaletan" bo Tirkiyeyê bike. Dikare bêje, "Binêrîn DYA (Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê) jî bi eyaletan tê bi rê ve birin û welatê herî mezin ê dinyayê ye. Madem Tirkiye dixwaze mezin bibe, bila vê pergalê bîne." Ma nabe?
Ev ne pêşniyareke nû ye jî. Derbekar û Serokomarê berê yê Tirkiyeyê Kenan Evren di sala 2007'an de gotibû, "Divê Tirkiye derbasî pergala eyaletê bibe" û 8 eyalet bi vî awayî rêz kiribû, "Eyaletên Enqere, Stenbol, Îzmîr, Edene, Erzerom, Amed, Eskişehîr, Trabzon."
Mesela DEM Partî dikare daxwaz bike ku Tirkiye wekî Federasyon bê bi rê ve birin. Dikare Almanyayê wekî mînak bide. Her wiha dikare gotina Serokomarê berê yê Tirkiyeyê Turgut Ozal jî bibîr bîne. Ozal çi gotibû?
Dema Evren qala eyaletan dike Ozal dij derdikeve lê paşê, di destpêka 1990'î de ew li ser eyaletan dixebite; raporan dide amadekirin. Ew dixwaze li Tirkiyeyê 18 eyalet bêne sazkirin. Dixwaze sîstema DYA'yê bîne Tirkiyeyê. (3)
Di vî warî de mebûsê DEM Partî yê Amedê Cengiz Çandar xwedî agahî ye, şahidê wê demê ye. Çandar dikare hê zêdetir agahiyan bilav bike, hê zêdetir bikeve nava tevgerê û vê daxwazê derxe pêş. Ma nabe?
Mînakek din; Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê AK Partî Recep Tayyip Erdogan di sala 2013'yan de, di weşana Kanal D û CNNTurkê de wisa gotiye, "Dema hûn li welatên pêşketî, xurt ên dinyayê binêrin, di van yekê de tirsa eyelatan tune ye. Berevajî, sazkirina eyaletan li van welatan hê zêdetir pêşketina welat a bi lez bi xwe re aniye, di demokrasiyê de bi taybetî reqabeta siyasî aniye. Ev elametên xurtbûnê ne." (4)
Madem "tirsa eyaletan tune ye" kurd çima bitirsin û daxwaza eyaletan nekin?
Hevserokê berê yê HDP'ê Selahattin Demirtaş ev 10 sal in girtî ye. Şaredarê Wanê Bekir Kaya dîsa bi vî awayî. Wekî wan bi sedan/hezaran siyasetmedar bi vî awayî. Yanê siyaseta kurdan a legal a Bakur ev berdel daye û beramberî vê berdelê, û helbet bi daxwaz û piştgirên xwe yên ku dor 6 mîlyon deng ji wan girtine dikare vê daxwazê bîne ziman.
Ev tenê?
Na.
Mesela madem Zagona Bingehîn a nû ye; fermo bila Zagona Bingehîn a Spanyayê bînin û deynin ser maseyê. Ma ne ew Serokomarê berê yê Tirkiyeyê, aqilmendê wan Ahmet Davutoglu di dema Kûpaya Cîhanê ya 2026'an de pesnê Serokê Spanyayê dida? Ma ne, dema Serowezîrê Spanyayê Pedro Sanchez piştgirî dide Filistînê û daxwaza "Wekî Îsraîlê mafê Filistînê jî heye bibe dewlet" tîne ziman (5) ji jêr heta jor hemû rayedarên Tirkiyeyê bo wî li çepikan didin. Wê çaxê em Zagona Bingehîn a Spanyayê bînin.
Çi heye têde?
Li Spanyayê 17 herêmên xweser hene, didu ji wan xweseriya wan xurtir e: Katalonya û Bask. (6)
Yan jî bila Zagona Bingehîn a Swîsreyê bînin deyne ser maseyê.(7)
Niha hejmara mebûsên DEM Partî yên ku parêzer in nêzî 10'î ye. Ji van Mithat Sancar profesorê hiqûqê ye. Ev hiqûqnasên DEM Partî hemû dizanin ku pêşkêşkirina pargelake nû ji aliyê partiyeke siyasî ve hem hiqûqî ye, hem meşrû ye û hem jî mafê wan ê têkoşîna siyasî ye.
Hûnê niha ji min re bêjin, "Ma rêveberên DEM Partiyê ev tiştên tu dibêjî nizanin?"
Ezê bêjim helbet dizanin. Ji min baştir dizanin. Lê ezê vê jî lê zêde bikim:
- Ez an kesek din, yan jî hin kesên dîtir vê zanînê dubare, sêbare bikin wê çi ji me kêm be?
Mînakek din heye; Ocalan di sala 2002'yan de di hevdîtinek xwe de dibêje, "Pergala Kraliyeta Yekbûyî û ya Gallerê dikare bo Tirkiyeyê wekî mînak be." (8) Kraliyeta Yekbûyî ji Îngilistan, Skoçya, Galler û Îrlandayê pêk tê. Çar welat di nav de ne. Ev jî meseleyeke din a nîqaşê ye.
Bi kurt û kurmancî mesele ew e ku li dinyayê gelek pergal hene.
Ha, welatên dîktator jî hene. Ya muhîm hûn çi dixwazin, yan jî hûn çi naxwazin?
Dema hûn tiştek nekin û tiştek nexwazin meseleyek din e, dema hûn tiştinan bikin û tiştek nexwazin tiştek din e, dema hûn tiştinan bikin û tiştinan bixwazin jî tiştekî dîtir e.
Ger em vegerin serî:
Di çîroka me ya navbarî de karakterek heye. Ew karakter ji bo zarokên nû têne dinyayê di defterê xwe de her navan dinivîse û wan navan difroşe dê û bavên wan. Ji bo yên dewlemend defterek cuda û navên cuda, ji bo yên feqîr defterek cuda û navên cuda. Navên ji bo dewlemendan buhatir in, yên feqîran erzantir in. Her navek berdêlek wê heye. Paşê çi dibe, ber bi ku ve diçe, ez dibêjim çîrokê bixwînin baştir e. Ji pirtûka Bajar Mîrzeman "Şewtbihêrk" çîrokek neket serê min, lê yên din gelek kêfa min ji wan re hat ku yek ji wan jî ev "Navê te bi çi qasî ye?" bû. (9)
Axir; dinya gera xwe ya li dor xwe û dor rojê didomîne; em jî ji xwe re pê li tûşên klavyeyê dikin.
-++
1- Ev îstatîstîkên li ser Bakur û Başûr ji Wîkîpedîa, beşên girêdayî van bûyeran hatine berhevkirin
2- Evren'in 8 Eyaletê (Nûçeya rojnameya Hurriyetê)
https://www.hurriyet.com.tr/gundem/evrenin-8-eyaleti-6037244
3- Eyalet sistemi: Evren, Özal, İnönü ve Erdoğan ne demişti? (Nûçeya BBC)
https://www.bbc.com/turkce/haberler-turkiye-39599042
4- Heman çavkanî (Eyalet sistemi: Evren, Özal, İnönü ve Erdoğan ne demişti?) (Nûçeya BBC)
https://www.bbc.com/turkce/haberler-turkiye-39599042
5- Nûçeya AA'yê
https://www.aa.com.tr/tr/dunya/ispanya-basbakani-sanchez-israil-gibi-filistin-devletinin-de-mevcudiyet-hakki-vardir/3934745
6- Çavkanî, pirtûka Akin Ozçer "Çogul Îspanya", Weşanên Îmge
7- Ji bo çavkanî binêrin:
Konfederasyona Swîsreyê
8- Rojnameya Azadiya welat
9- Navê te bi çi qasî ye?, Bajar Mîrzeman, Weşanên Avesta


