Ji ber ku însên di her kêlikeke jiyana xwe de pêdivî bi însanên din heye, em dikarin bibêjin ku jiyana civakî jî bi dîroka însên destpêkiriye. Ango bêyî kesên din însan, nikare jiyaneke rêk û pêk bijî û pêdviyên xwe bi hêsanî bi dest bixe. Ji ber vê jî têkiliyeke taybet di navbera wêje û sosyolojiyê de heye. Lew mijara her duyan jî însên û têkiliyên wan -çi bi hev re çi bi xwezayê û tiştine din re ye- in. Sosyolojî bi şirove, têgihîştin û dahûrîna civakê re mijûl dibe û encamên bi dest xistî raberî me dike. Lê wêje bi tevayî zimaneke neyekser bi kar tîne. Sedem jî ev e ku wêje kareke hunerî, sosyolojî xebateke zanistî ye. Dîsa jî em baş dizanin ku ev cudahî ne nakokiyeke di navbera wan de ye. Lewre wêjevan jî dema berhema xwe dinivîsîne metirsiyeke wî/wê ya şirovekirin, têgihiştin, analîzê û çareseriyê heye.
Sosyolojî şaxeke zanistiye ku “têkilî û bandora di navbera sazî, dezgeh, kom û takekesên di nav civakê de û pirsgirêkên wan vedikole û ronî dike. Mc Neil û Townley vê têkiliyê dişibîne “toreke bê kevî”ango dixwaze bibêje zanista bê sînor. Em ji vê pênaseyê jî têdigihîjin ku sosyolojî xwedî bergeh û qadeke bê tixûb a vekolînê ye. Nexwe ew, ji îro “wêde”yê tev dide. Ev xebat jî encax bi hêza nîgaşî û ponijînê pêk tê. Sedema kena me ya bi pêkenokekê an xemgînbûna me ya bi heslbestekê ew e ku em di wan de tiştine hevpar ên sosoyolojîk dibînin e.
Ji xwe nivîskar di avakirina berhema xwe de berê her tiştî pêdivî bi zimên heye. Ev(ziman) bi tena serê xwe şanî me dide bê çiqasî hêz û têkiliyeke xurt heye di navbera wê û civakê de. Însan bi zimên dihizire û ramana xwe bi zimên vedibêje. Afirîner jî, ji despêka têgihîştina têkberê û pehtina li mêjî heta derbirîna wê, ne bi tena serê xwe ye. Ew, ji peyvê bigire heta hevokê berhema lihevhatina civakê ye. Ji bo çendê wêjevan, bi ferheng, mijar, şêwaz û teşeya xwe hem sîtava heyama xwe û hem jî derbirîna xwe ye. Her çiqas hişmendî, feraset û hestên wî/wê bi taybet bin jî tu carî nikarin dûrî civak û bastûra heyama xwe bin. Ev taybetî di berhemên devkî de bêhtir xwe dide der. Ji dastan, çîrçîrok, mît, stran û tiştonekan bigir heta gotinên pêşiyan ev mantalîte dixuye. Di wan de wijdana civakî xwe daye der.
Her wiha ji bo aşkerekirina têkiliya wêje-sosoyolojiyê palpişta berhemê ya civakî girîng e. Ev figurên palpiştê xwe di behremê de bi cih dikin. Desthilatdarî, ol, evîn û erka wan bi aşkere dixuyin. Leheng, cih û kesên din giş ji qata bijarene. Evîn û têkiliyên evîndariyê tim li qatên bilind derbas dibe (Mem û Zîn), an di nav bera du qewman (Seyfulmilûk û Melke Xatûn), an di navbera kesên ola wan cuda (Şêxê Sen’an). Lê di berhemên gelêrî de ev rewş hinek diguhere.
Her leheng an jî hemû kes û kûsên bûne kadroya mijarekê, bivê nevê nirx û rûmeta hêjayiyên civakî didine der. Zanist jî bi rêgezên zanistê vê teksta wêjeyî ji hev vediçirîne û dixwaze ji angaştên xwe re bike palpişt.