Diyarname
Serferandarê Giştî yê HSD'ê Mazlum Ebdî li ser peymana ku îro hat ragihandin ji bo Ronahî TV axivî.
Va ne çend gotinên Ebdî:
- Ev Peyman pêvajoyek bû. Me berê li ser axivîbû, lê teng bû. Em hinek din li ser sekinîn. 27'ê mehê me li ser li hev kir û îro me ragihand raya giştî.
- Peymana sereke agirbest bû. Pêşî armanc ev bû, pêşî li êrîşan bê girtin bû.
WÊ ARTÊŞA SÛRÎ NEKEVE BAJAR Û GUNDÊN ME
- Herêmên kurdî, çi bajar çi gund wê Artêşa Sûrî neveke kê. Çi li Cizîrê, çi li Kobanî. Erka parastina hundirîn hêzên me yên asayîşê, yên ku niha di rêveberî de ne wê cih bigirin. Ji dewletê hejmarek diyar wê here van bajaran ev jî ji bo entegrasyonê bişonînin. Ne ku were bi rê ve bibe. Heta entegrasyon bê çêkirin wê li wir bin. Piştî karê wan xilas bibe pêdivî bi wan namîne.
- Hêzên ewlekarî yên niha hene wê karên xwe bi rê ve bibin. Bila gelê me netirse, lê bila gelê me bi hêzên xwe ve bin, ligel wan bin heta ku pêvajo temam bibe.
KURDAN ÇI BI DEST XIST? LI GOR DIL E YAN NA?
- (Kurdan çi bi dest xist?) Tiştê me hêvî dikir, em bêjin, me bi dest xist ne rast e, hêviya me bilind bû, keda me da wê vê kedê biçûk bike. Lê ev heye, peymana niha hatiye kirin xisûsiyeta wê parastina herêma kurdî ye; di asta leşkerî, rêveberin de ye, heta di warê siyasî de. Helbet xwendina heta niha hatiye kirin di dibistana de wê were pesend kirin. Li ser vê dê hevdîtin dewam bikin, ji bo em van destkefkinan biparêzin.
Di warê bi rê ve birinê de hemû bajaran me ji aliyê gelê me ve dê bê bi rê ve birin. Di warê ewlekarî de jî wê hemû hêzên me wê ji me bin; rêveber jî wê ji yên me bin.
Destkeftina me bi dest xistiye, heta niha wê neguhere ji gundan heta bajarên kurdan. HSD, hêzên van herêman wê bibin hêzeke fermî.
'ARTÊŞ WÊ VEKIŞE'
- Peyman 2'yê mehê wê bikevin meriyetê; heta wê demê hêzên li Cizîrê, li mintiqa Kobanî wê vekişin, gere ew hêzên xwe bi paş ve vekişînin. Hêzên me jî wê ji bajaran derkevin li derveyî bajaran li cihê xwe yên leşkerî bi cih bibin.
MESELEYA EFRÎN Û SERÊ KANIYÊ
- Serê Kanî û Efrîn jî gere bê çareser kirin. Ev bajarên kurdan in. Çi di warê ziman, çi di warê rêveberî de, gere peyman me bo wir be jî. Ji ber ku ev peyman ji bo bajarên kurdan hatiye kirin. Belkî ji bo Efrînê niha hinek zehmet be, lê di demen pêş be gere çêbe. Lê niha wê veger çêbe.
SAZIYÊN LI BAJARAN
- Li bajarên me hemû karmend wê li cihê xwe bimînin. Yên ku wê werin Qamişlo û Hesekê, erka wan jî ew e van bişopîne. Lê saziyên di destê Rêveberiya Xweser de wê ligel saziyên eleqedar ên dewletê ve bêne organîzekirin.
HÊZÊN NAVNETEWEYÎ HER BI ME RE BÛN
- Hêzên navneteweyî di nav de bûn, bi taybetî hêzên amerîkî û fransizî di nav de bûn. Ji bo wan ligel Serokê Amerîka em axivîn. Serokê Fransayê axivî, geriya, Serokê Fransayê 'ezê bibim garantorê siyasî ji bo vê.' Bi giştî xwedîderketinek vê îtîfaqê heye. Gere em ligel wan bidomînin heta îtîfaq bi cih bibe.
WÊ ROLA MAZLÛM EBDÎ ÇI BE JI NIHA Û PÊDE?
- Pêşniyar kirin ku ez bibim rayedar, lê min hevalên xwe pêşniyar kirin. Ezê li nav gelê xwe bim, li ser yekîtiya kurdî ezê bixebitim. Gere em çêbikin. Cisnek kurdî ji bo hemû kurdan gere em çêbikin. Ezê bi rola xwe rabim.
- Ji aliyê gelê me ve helwesteke em pê serbilind bin çêbû, bi şêwazeke xurtir gelê kurd rabû ser piyan. Ev hêzek mezin da me. Vê kir ku li raya giştî jî zext çêbin, ev gav bêne avêtin. Ez sipasiya hemû kesên rabûne ser piyan sipas dikim. Rolek wan a mezin hebû di vê pêvajoyê de. Partiyên kurdî jî gavek mezin avêtin.
- Emê vê carê ligel gelê xwe dewam bikin, emê bitêkoşin.
'TIŞTÊ MIMKÛN EW BÛ, ME KIR'
- Hêviyên gelê me bilind bû. Di şertên niha de tiştên mimkûn ev bû, ew jî me kir. Me bingeha hin destkeftiyan girt. Emê ji vir û wir de jî dewam bikin. Niha em dikevin nav têkoşîneke din, ji bo vê jî karpêdan lazim e. Divê gelê me yê koçber vegerin cihê xwe. Bi taybetî ji bo gelê me yê Hesekê dibêjim. Vê demê hinek ji Hesekê derketin, bila vegerin cihê xwe, ji ber ku emê têkoşîneke mezin li wir bidin meşandin. Hêzên me yên ewlekariyê li wir hene. Dîsa hêzên bajêr dîsa emê diyar bikin.Ew bajar heta niha em çawa xwedî lê derketine, emê dîsa xwedî lê derên. Bila vegerin, emê tîkoşîna xwe bi hev re dewam bikin. Cihê dîtir jî, gelê me gere vegere. Bila gelê me rexneyên xwe jî bikin, deriyê me vekiriye, lê di heman demê de gere em dest ji têkoşînê bernedin, bo e destkeftiyan biparêzin û bigihên hedefê xwe, hedefê em dixwazin.
- Me gelek şehîd dan. Gelek hevalên me birîndar in, gazî hene. Ne mimkûn e em wan ji bîr bikin. Ew sebebê me ne ku em têkoşîna xwe bêhtir dewam bikin. Ji bo xwedî li keda wan, emê têkoşîna xwe xurtir dewam bikin. Em soz didin ku emê vê têkoşîna xwe dewam bikin,ji bo em bigihîjin hedefa xwe.
*
Hin nûçeyên eleqedar:
- Ji bo peymana HSD û Şamî kî çi got?
- Nadiya Mûrad li NY'yê daxwaz kir: Bila Şengal û Kobanî bê parastin
- Va ne xalên peymana HSD û hikumeta Sûriyeyê
- Balyozê Îsraîlê serdana ofîsa Rêveberiya Xweser a Berlînê kir
- Du senatoran pêşnûmaya "Zagona Parastina Kurdan" pêşKêşî senatoyê kir
- Le Pointê manşeta ‘Xiyaneta welatên rojava’ bikar anî
- 29'ê mehê, agahiyên li ser Rojava...
- 28'ê mehê, agahiyên il ser Rojava
- Gava pêşî ji Amedê hat: Hevşaredar û endamên meclisan meaşên xwe dan Kobanî
- Hemû Festîvalên Fîlman ên Kurdan banga piştgiriya Rojava kirin
- Li Başûr weşana Al-Jazeera, Al-Arabiya û Al-Hadath hat rawestandin
- Mike Pompeo: Bila DYA piştgiriya xwe ya ji bo HSD'ê bidomîne
- Le Monde: 400 kesayetên navdar banga ‘parastina Rojava’ kirin
- Bakirhan 'Bila ev lîstika 100 salî bê şikandin',
Ozel 'Bila Deriyê Sînorê ê Murşîdpinarê vekin'
- 27'ê mehê, agahiyên li ser Rojava..
- Senator Graham li ser kurdan dîsa Trump hişyar kir
* 26'ê mehê, agahiyên li ser Rojava...
- 1'ê Reşemî wekî 'Roja Rojava ya Dinyayê' hat ragihandin
- Mazlum Ebdî: Hevdîtin didomin, Artêş wê nekeve Herêmên Kurdan
- 25'ê mehê, agahiyên li ser Rojava
- Şaredariyên DEM Partî: Ji bo Rojava em hemû derfetên xwe seferber dikin
-- 24'ê mehê, agahiyên li ser Rojava
- Heyva Sor a Kurd ji bo rakirina dorpêça li ser Kobanî banga lezgîn kir
- Koma Berxwedan bi stran û peyaman piştgiriyê dide Rojava
-- 23'yê mehê agahiyên li ser Rojava
- 70 rexistinên li Ewropayê banga piştgiriya ji bo Rojava kir
-- 22'yê mehê agahiyên li ser Rojava yên derketine pêş...
- Heyetê li Rojava daxuyanî da: Divê her kes tevli berxwedana Rojava bibe
-- 21'ê mehê, nûçeyên li ser Rojava…
- Hevserokê DBP'ê Bayindir li Rojava axivî: Bila heyetên ji dinyayê jî bên vir
-- 20'ê mehê, nûçeyên li ser Rojava…
- Hevserokên DEM Partî ji ser sînor bang kirin: Vî şerî rawestînin
-- 19'ê mehê nûçeyên li ser Rojava...
- Xalên Peymana Şam û HSD'ê eşkere bûn, ewê îmze bikin? (18.01.2026)