Mektûp I
Têra xwe tijî me birêz. Vê mektûbê ne li dûr-welatan, li tenişta te dinivîsim. Zanim dengê min nayê te. Dibe tu kevirek be, lewma. Kêvirekî leq pê nakeve. Ebed. Gomeyekî bel, li dera hanê. Li ser pişta neqebekê. Di devê wê neqebê de rûniştiyî tu. Nahêlî tu rê û pêyarêk li ber hişê min vebibin. Hewl didim bi vê reş-peyamê te gindir bikim heta devê newalê. Wekî tu jî dibînî hewla min ji xwe razî ye.
Tu?
Tu jî ji xwe razî ye birêz.
Dibêjim qey ev ji xwe razîbûn carnan te dike kerekî bi du lingan.
Tu zanî ne?
Bi te bimîne tu bi hemû tiştan zanî, lê ne bawerim niha tu bi dengê dilê min zanibî. Bi hêz û qeweta çongên min, bîr û hişmendiya min, bin û serbanê min, mû û ricifeke canê min, qews û fetlonekek laşê min û axir qatilbûna her deh tiliyên min.
Têra xwe tijî me birêz.
Niha deng ji te dernakeve, çimkî berî çend kêliyan min te xistibû eyarê kevirekî. Zanim bîstek din tê bilivî. Tu bi kevirbûna xwe nizanî. Ne tenê tu. Niha vê deqê li ser rûkê dinyê tu mexloqat bi vê agahiyê nizane. Ev e hêz û qeweta çongên min. Dikarim niha te bimirînim jî lê wiha nayê hesabê min. Kevir be jî gere tu bijî. Jiyîn ceza ye bo te. Mirin rehet e. Her kes dikare bimre lê kêm kes dijîn heta dawiya emrê xwe.
Niha tê bibêje "kevir jî dimirin."
Ezê jî bibêjim "tu carî ne bi qandî dijîn." Ma mimkûn e?
Dar dibêje; erê.
Av dibêje; min bi çavê serê xwe dît.
Heyv dibêje; heta ew bimre ezê vemirim.
Bav dibêje; gere zaro bitemirin.
Hê nûka deng ji hemûkan dibile. Tenê ez dimînim li ser nexşeyên doşegê. Zîl didim, şax diavêjim, pelan vedikim, dirêj dibim, digihêjim cax û mircaxên tawan, xwe li qelşekê radikişînim, fişîna marekî tê guhê min, li xwe dizivirim, mar ez im. Dadikevim ser doşegê cardin. Xwe dikim kulor. Serê min li ser teriyê. Dixwazim bi te vedim lê ji kevir ne hişktir im. Heta destê sibehê di ber xwe de diminmin im.
Têra xwe tijî me birêz.
Zanim ezê ti carî vala nebim. Hêz û qaweta min ev zanebûna min e.
Ezê werim, serê sibehekê, ber êvarekê, navrojek an esr û mexrebkê. Wekî marekî, bi deh tiliyên qatil. Bi rengekî şayîk. Bi qevzek kezî. Rext û tivengekê.
Ezê bêm. Ne ji dûr-welatan, ji vê teniştê. Belbî ji ser wê bendava li jêr malê, belbî ji ber siya gomeyekî bel, ji binê axê û ji ser latê, bi xunaveke baranê, bi çend kuliyên berfê, ji ber koka deviyekê. Ne wekî guleke bê deng, ne wekî aveke bê reng. Wekî pêlek behra delodîn, ezê bêm.