Zekî Ozmen
Navenda PEN’a Kurd kongreya xwe ya 7’emîn li bajarê Konigswintera Almanyayê li dar xist. Di kongreya 21’ê gulanê de dest pê kir û di 23’ê yê gulanê bi dawî bû; hem birêveberiyeke nû hate hilbijartin û hem jî hinek biryarên ji bo pêşdebirina xebatan jî hatin girtin.
Nîqaşa ‘tohmeta’ ku Navenda PEN’a Kurd bi girêdana partiyên kurdan ve tê nîşandan yek ji xalên kongreyê yê herî li ser danûstand hatin kirin bûn. Hate bilêvkirin ku nivîskarên kurd yên ji her çar parçeyên welêt û ji dîtinên pir cure yên siyasî yê beşdarî kongreyê bûne, dibin destnîşana wê yekê ye ku îdiayên ji derve têne kirin ji rastiya kar û xebatên PEN’a Kurd dûr in.
Digel guherandina hinek xalên rêziknameyê, nîqaşek din ya kongreyê rexneya kêmbûna endamên PEN’ê û beşdariya kêm ya endaman ya kongreyê bû. Di vê der barê de biryar hate standin ku nivîsgehên Navenda PEN’a Kurd yên li welatên cuda di vê çarçoveyê de xebatên xwe gurtir bikin. Li ser pirsgirêka darayî ya Navenda PEN’a Kurd, hate gotin ku digel derfetên aborî yên kêm di qada navneteweyî de Navenda PEN’a Kurd gavên mezin avêtine û ji bo gavên mezintir wê çav li rêbazên bidestxitina aboriyeke baştir ya Navenda PEN’a Kurd were gerandin. Xaleke girîng ya kongreyê li ser m
alpera wan bû. Biryar hate standin ku malpereke li gora pêdeviyên demî were çêkirin.
Ji bo serokatiya kongreyê di encama yekdengiyê de tenê serokê berê yê Navenda PEN’a Kurd Dr. Zerdeşt Haco wekî namzet hate destnîşankirin û bi hilbijartinê jî dîsa serokatiya wî ya PEN’ê hate nûkirin. Ji bo desteya birêveberiya Navenda PEN’a Kurd jî Bêrîvan Dosky, Bedredîn Salih, Mîrhem Yigit, Kakşar Oremar wekî yêdek jî Evdileh Hîcab, Necîb Balayî hatin hilbijartin. Digel daxwaza bi israr, ji birêveberê kevin yê PEN’ê Mistefa Reşîd xwe nekir namzetê birêveberiyê.
Ji hêla din ve kongreya Navenda PEN’a Kurd, keça rewşenbîrê kurd Celadet Alî Bedirxan, Sînemxan Celadet Bedirxan wekî seroka rûmetê ya Navenda PEN’a Kurd hilbijart.



