Diyarname
Îro peymana ji 14 xalan pêk tê hat ragihandin. Li ser li vê li hev kirinê ji gelek aliyan daxuyaniyên nivîskî hatin belavkirin.
Li ser peymanê kî çi got? Kerem bikin:
- Mesûd BARZANÎ:
Em hêvîdar in ew rêkeftin berdewam û serkeftî be.Em her dem di wê baweriyê de ne ku diyalog û aştî ji bo çareserkirina pirsgirêk û nakokiyan rêya rast e. Em hêvîdar in êdî li Sûriyeyê dawî li êş û zehmetiyên gelê kurd were û hemû alî bi aştî, azadî û aramî li Sûriyeyê şad bibin.”
- Nûnerê Taybet ê DYA'yê yê Sûriyeyê TOM BARRACK:
"Di rêwîtiya Sûriyeyê ya ber bi lihevhatina niştimanî, yekîtî û aramiya daîmî de qonaxeke dîrokî û kûr e. Ev gava ku bi rêya dan û standineke hûr hatiye avêtin, pabendbûna her du aliyan a ji bo rêzgirtina dualî û parastina rûmeta hemû pêkhateyên Sûriyeyê nîşan dide.
Ji bo gelê Kurd ê ku bi fedakariyên xwe yên mezin û berxwedana xwe di parastina Sûriyeyê ya li dijî tundrewiyê de roleke sereke lîstiye, ev dem xwedî girîngiyeke taybet e.
- Serokê Herêma Federal a Kurdistanê NÊÇÎRVAN BARZANÎ:
“Ev lihevhatin pêngaveke girîng û durist e ji bo çareseriya aştiyane û bidawîanîna aloziyan. Me her tim teqez kiriye ku diyalog, hevfêmkirin û rêyên siyasî, tenê dergeh in ji bo dîtina çareseriyeke berdewam ku di berjewendiya hemû aliyan de be.”
- Hevserokên DEM Partî Tuncer BAKIRHAN û Tulay HATÎMOGULLARI:
Li Sûriyeyê peymana navbera Rêveberiya Şamê û HSD'ê de cihê kêfxweşiyê ye. Em spasiya welat, sazî, kesayet û gelên ku ji bo peymanê ketine nava hewldanê, dikin. Em berxwedana mirovên xwe yên ji roja ewilî ve li hemû cîhanê hestiyarî nîşan dan û derketin kolanan, silav dikin.
Ji bo serketina vê pêvajoyê, wekî DEM Partî em ê piştevaniya xwe ya bi biryar bidomînin. Îradeya Rojava ji bo me esas e
- Serokomarê Fransayê Emmanuel MACRON:
Ji bo peymanê spasiya General Mazlum Ebdî û Serokomar Ahmed el-Şara dikin. Em piştgiriya peymana hate îmzekirin dikin. Ji bo peyman bi temamî bekeve jiyanê emê bixebitin.
Fransa ligel şirîkên xwe ji bo îstîkrar, edalet û ji nû ve avakirinê piştgiriya xwe ya ji bo gelên Sûriyeyê berdewam bikin.
- Serokwekîlê Koma DEM Partî Sezaî TEMELLÎ:
(Îro li Gimgimê ji bo Rojava çalakî hebû. Di dema vê çalakiyê de biryara peymanê hat) Temelli got: Me li ber xwe da û ev berxwedana li dijî her cure xerabiyê, li dijî dijminên gelê kurd ev peyman bi xwe re anî. Ev peyman ne dawî ye, lê destpêkek e. Li hember kesên ku li dijî statuya kurdan in, bi vê peymanê ji bo pêşeroja Suriyeyê gaveke girîng hat avêrin.
- Endamê Konseya Hevserokatiya PYD'ê Salih MUSLIM:
Ev hevpeymana pêkhatiye komploya li dijî kurdan pûç kir. Ji ber vê jî ev peyman girîng e. Taybetmendiya herêmên kurdan hat parastin. Welatiyên koçberbûne dê vegerin cih û warên xwe. Mesela perwerdehiyê jî wekî xwe bimîne yanî ji dibistana seretayî heta zanîngehê dê bi zimanê kurdî be. Herêmên me jî wê ji aliyê me ve bên parastin. Asayîş dê bi giştî ji me bin. Ew xalên hevpeymanê ne. Hin xal jî dê demên pêş ve werin nîqaşkirin. YPJ jî wekî tugayeke jinan dê herêmên me biparêze. Pergala hevserokatiyê û taybetmendiyên me dê wekî xwe bimîni. (Salih Muslim ji Ajansa Welat bo Mahmut Altintaş axiviye)
- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr BARZANÎ:
Piştgiriya gelê Kurdistanê li seranserî cîhanê û bi taybetî rola Cenabê Serok Barzanî di bidawîanîna aloziyan de û vekirina rêya diyalogê ji bo çareseriya bingehîn a pirsgirêkan, cihê şanaziyê ye.
Em rêza xwe ji bo rola Serok, hikumet, nûner û Kongreya Amerîkayê û hemû welatên dost di bidawîanîna aloziyan û piştgirîkirina mafên rewa yên pêkhateyên Sûriyeyê û aramiya herêmê de nîşan didin.
Em hêvî dikin ku ev lihevkirin bibe destpêka pêkanîna mafên rewa yên hemû pêkhateyên Sûriyeyê û rê li ber vegera bi serbilindî û birûmet a koçberan xweş bike.
- Serokê YNK'ê Bafil TALEBANÎ:
Talabanî di dewama peyama xwe de wiha got: “Hêvîdarim bibe destpêka misogerkirina mafên neteweyî yên hemû pêkhateyan bi taybetî gelê Kurd. Ez spasiya Amerîka, Fransa û welatên garantor dikim û hêviya min ew e ku peyman bibe sedema aramî û geşbûna Rojavayê Kurdistan û Sûriyeyê.”
- Wezîrê Ragihandinê yê Sûriyeyê Hemze EL MISTEFA:
Dê hemû saziyên dewletê bê îstîsna di bin desthilata hikûmeta Sûriyeyê de bin. Li welêt ti herêm li derveyî kontrola hikûmetê namîne.
*
Hin nûçeyên eleqedar:
- Nadiya Mûrad li NY'yê daxwaz kir: Bila Şengal û Kobanî bê parastin
- Va ne xalên peymana HSD û hikumeta Sûriyeyê
- Balyozê Îsraîlê serdana ofîsa Rêveberiya Xweser a Berlînê kir
- Du senatoran pêşnûmaya "Zagona Parastina Kurdan" pêşKêşî senatoyê kir
- Le Pointê manşeta ‘Xiyaneta welatên rojava’ bikar anî
- 29'ê mehê, agahiyên li ser Rojava...
- 28'ê mehê, agahiyên il ser Rojava
- Gava pêşî ji Amedê hat: Hevşaredar û endamên meclisan meaşên xwe dan Kobanî
- Hemû Festîvalên Fîlman ên Kurdan banga piştgiriya Rojava kirin
- Li Başûr weşana Al-Jazeera, Al-Arabiya û Al-Hadath hat rawestandin
- Mike Pompeo: Bila DYA piştgiriya xwe ya ji bo HSD'ê bidomîne
- Le Monde: 400 kesayetên navdar banga ‘parastina Rojava’ kirin
- Bakirhan 'Bila ev lîstika 100 salî bê şikandin',
Ozel 'Bila Deriyê Sînorê ê Murşîdpinarê vekin'
- 27'ê mehê, agahiyên li ser Rojava..
- Senator Graham li ser kurdan dîsa Trump hişyar kir
* 26'ê mehê, agahiyên li ser Rojava...
- 1'ê Reşemî wekî 'Roja Rojava ya Dinyayê' hat ragihandin
- Mazlum Ebdî: Hevdîtin didomin, Artêş wê nekeve Herêmên Kurdan
- 25'ê mehê, agahiyên li ser Rojava
- Şaredariyên DEM Partî: Ji bo Rojava em hemû derfetên xwe seferber dikin
-- 24'ê mehê, agahiyên li ser Rojava
- Heyva Sor a Kurd ji bo rakirina dorpêça li ser Kobanî banga lezgîn kir
- Koma Berxwedan bi stran û peyaman piştgiriyê dide Rojava
-- 23'yê mehê agahiyên li ser Rojava
- 70 rexistinên li Ewropayê banga piştgiriya ji bo Rojava kir
-- 22'yê mehê agahiyên li ser Rojava yên derketine pêş...
- Heyetê li Rojava daxuyanî da: Divê her kes tevli berxwedana Rojava bibe
-- 21'ê mehê, nûçeyên li ser Rojava…
- Hevserokê DBP'ê Bayindir li Rojava axivî: Bila heyetên ji dinyayê jî bên vir
-- 20'ê mehê, nûçeyên li ser Rojava…
- Hevserokên DEM Partî ji ser sînor bang kirin: Vî şerî rawestînin
-- 19'ê mehê nûçeyên li ser Rojava...
- Xalên Peymana Şam û HSD'ê eşkere bûn, ewê îmze bikin? (18.01.2026)