Tabletê aîdê Destana Gilgamiþ bi paþ ve didin Iraqê
Diyarname
Tableta ku parçeyeke ji helbesta Destana Gilgamêþ e û dîroka wê digihîje 3 hezar û 600 salî niha li DYA'yê (Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê) ye. Roja 23'yê mehê li Enstîtuya Smithsonian a li Washington DC bi awayekî fermî dê tabledê teslîmê Iraqê bikin.
Di sala 199'ê de tablet ji muzeya li Iraqê hatibû dizîn û di sala 2007'an de bi awayekî derveyî zagonî ew gihandibûn DYA'yê. Di sala 2014'an de perakendekarê hunerên destan Hobby Lobby ev tablet kirîbû. Di sala 2019'an de Wezareta Edaletê ya DYA'yê dest danî ser tabletê.
Ev wekî "Tableta Xewnê ya Gilgamiþ" tê zanîn û parçeyeke ji destanê bi zimanê sumerî li ser nivîsiye.
Di dema ketina DYA'yê ya Iraqê de hin berhemên dîrokî ji muzeyan hatibûn dizîn û ew birinû Mîrektiya Ereb a Yekbûyî û paþê di Muzeya British a Îngilistanê de hatibûn pêþkêþ kirin. Ji van berheman 156 bi paþ ve þandibûn Iraqê.
***
TABLET ÞANDIN IRAQÊ
Li gor bernameyê ku hatibû çêkirin bêyî þaþ bibe, roja 23'yê mehê tablet teslîmê Iraqê kirin. (Ev agahî paþê li nûçeyê hatiye zêdekirin.