logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

Bedran DERE

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Bedran DERE

Bedran DERE

Zarok û Bandora Dijwariyê

  • Dîrok: 29/07/2018

Li Welatê me, carnan ji ber urf û adetên kevnare, carnan ji ber şertên jiyanê, carnan jî ji ber nezanî û bêkontroliya hêrsê, jin û zarok dibin hedefa dijwariyê.
Ne tenê di nava malbatê de, her wiha di nava civakê de, li ser kar û li dibistanên dewletê jî zarok bi dijwariyê re rû bi rû dimînin.
Heta îro jî, hem li welatên dagirkerên Kurdistanê û hem jî li gelek welatên din ên ji pêşketinê nesibê xwe negirtine, pedagog û pisporên perwerdehiyê îdîa dikin ku lêdan û dijwarî cureyeke perwerdehiyê ye.

Lê zanyariya pedagojik ya nûjen derxist holê ku lêdan û dijwarî tenê zarokan famkorî dike, bandoreke xirab li  kesayetiya wan dike û hestên êrîşkarî di wan de derdixe pêş. Lewma sedem çi dibe bila bibe, di serî de lêdana li dibistanan bi giştî dijwariya li ser zarok di hiqûqa nûjen de wekî sûc tê qebûlkirin.

Şîddeta li  zarokan bi xwe re encamên çawa derdixe holê ?

Zarok tenê bi xwendin û guhdarîkirinê ilm fêr nabin. Çavdêrî, nêrîn yek ji awayê sereke yê perwerdehiyê ye.
Yanî mezinên zarokan, ha baş ha xirab, çi bikin, çawa tevbigerin, zarok ji wan nimûne digirin.
Zarok bingeha jiyana xwe li ser tevgera mezinên xwe ava dikin.
Zemanê berê tenê civak û malbat hebûn dikaribûn bandor li zarokan bikira, lê niha ev berfirehtir bûye.
Di serî de televîzyon, medyaya civakî, lîstikên şer ên înformatîk, dibistan zarokan wisa dike bin hukmê xwe ku tesîra malbatê dadixe asta herî jêr.
Ev serdema nû bi xwe re kultureke globalîzmê afirandiye.
Dijwariya di ekranan de, dîmenên di medya civakî de bi zarokan dide bawer kirin ku ev dijwarî rêyeke rast e.
Di temenê bin 10 salî re zarok nikare ferqa rastiyê û senaryoyê ji nav hev derîne. 
Hiş û mantiqa zarok ne di wê astê de ye ku rastî û xirabiyê ji hev derxe. Zarok digihîje wê qenaetê ku tişta mezinên wan dikin rast e. Hem di ekranan de hem li nava malê, dema dijwariyê dibînin wê ji xwe re wekî nimûne digirin.

Pispor dibêjin, mirovekî çiqas li dîmenên dijwariyê temaşe bike yan jî çiqas bixwe bibe qurbanê şîdetê, ew qas êrîşkar dibe û tim hewl dide pirsgirêkên xwe bi rêya dijwariyê çareser bike.
Di nava civak û malbatê de jî rewş wisa ye. Dema zarokek ji hezkirinê bê par bimîne, ji dê û bavê xwe yan ji mezinên xwe tim şîdetê bibîne, were tacîzkirin û heqaret lê were kirin, di tevgera wî de êrîşkarî derdikeve pêş. Tevgera mezinên malbatê ji bo zarokan dibe nimûne.

Ji bo afirandina civakake aram, atmosfereke aştiyane û ji bo mezinkirina zarokên îdeal, perwerdehiya di nava malbatê de bi tena serê xwe têr nake. Ji bo zarok nebin êrîşkar û fêrî dijwariyê nebin, seferberiyeke cidî ya civakê lazim e.

Têkoşîneke giştî ya li dijî şîdetê lazim e.
Di vê derê de dîsa rola herî mezin dikeve ser milê jinê.
Bi tesîreke baş a li ser zarokan, bi vê têkoşîna giştî ya civakî û bi seferberiyeke gerdûnî ya li dijî dijwariyê, jin dikare bibe ewlehî û avakara civakeke nû ya nûjen. Pêşeroja aram di destê jinê de ye.

Hin Nivîsen Nivîskar

Pêvajoyeke nû ya aştiyê mimkûn e gelo?

  • 22 Rezber 2021

Gelo aqlê îro yê dewleta Tirkiyeyê amade ye bi kurdan re li hev bike? Gotina dawiyê hema pêşî bêjim, amade be, neamade be, mecbûr e!Dewleta Tirkiyeyê pêvajoya...

Roja aştiyê, çima 1'ê Rezberê ne rojeke din?

  • 31 Tebax 2018

Aştî, aramî, lihevhatin...Çi gotinên efsûnî ne ku di xwe de tije paradoks dihewînin.Li aliyekî hin dewlet hene van têgehên pîroz di rêya armancên xwe...

Tirkiye kurdan winda dike

  • 18 Pûşper 2021

Li Tirkiyeyê, îro di her qada jiyanê de gef li hebûna kurdan tê xwarin. Partiya HDP ku kurd bi rêya wê hewl didin hebûna xwe ya siyasî biparêzin di bin...

Hemû Nivîsen Bedran DERE

Bedran DERE kî ye?

Bedran Dere di bihara sala 1972'yan de li navçeya Mûşê Vartoyê ji dayik dibe. Di sala 1987'an de, di 15 saliya xwe de derdikeve Ewropayê, xwendina xwe li Swissre didomîne.
Di perwerdê de, bala wî diçe ser hunera bedew. Bi salan resim çêdike, li Swissre û welatên Ewropayê pêşengehên wêneyan vedike.  
Ji ciwaniya xwe ve mêla wî li ser kurdî bû lê bi taybetî, dersên pedagojî, wêje û giramera kurdî ku di sala 1993'yan  li Zanîngeha Zurîchê dest pê kirin, berî wî da nava deryaya akademîk ya kurdî.
Di sala 1994'an de, li Kantona Neuchâtel ya Swîssre cara yekem bi awayeke fermî, dibistana kurdî vedike û ew bi xwe lê mamostetî dike.
Di dawiya sala 1996'an de, li televîzyona kurdî MED TV dest bi karê rojnamegeriyê dike. 
Ew bi tevî hevkara xwe Hêvî Têkosîn, pêşkêşvanê yekem ê Bernameya "Rojbas Kurdistan" e.
Di karê rojnamegeriyê de ew herî zêde wekê pêşkêşvanê nûçeyan derket pêş.
Di xebata xwe de, giranî dide ser perwerdeya bikaranîna hunera deng.
Dublaj û xwendina bernameyên dokumanter wekî yek ji karên herî girîng û nazik dibîne.

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Tûrnûvaya Futbolê ya Navsaziyan bi 44 tîman dest pê kir

ad

'Bila tirk berheman ji kurdî wergerînin tirkî'

ad

Ji raseran re rêvekere tu jina kurmanc…

ad

'Rêzimana Kurmancî' bi awayê nûbûyî derket

ad

Herî hindik Amed û Riha pirtûkan dixwînin!

ad

Bi hîkayeyke Rocê Babiyan

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname