Diyarname
Navbera 26 adar û 1'ê avrêlê Hefteya Pirtûkxaneyan e. Di vê çarçoveyê de li ser xwendinê lêkolîneke balkêş hate kirin.
Ji bo vê hefteyê û ji bo balê bikişînin ser xwendina pirtûkan, ji bo berê gelê haya wan ji pirtûkxaneyan tuneye bikişînin pirtûkxaneyan li gelek bajarên Tirkiyeyê çalakî hatin li dar xistin. Li Stenbolê jî li Kolana Îstîklalê meş hate li dar xistin û komek ciwan jî li ber deriyê Lîseya Galatasarayê rûniştin û pirtûk xwendin. Ev deriyê Lîseya Galatasaray ku her bûbû cihê çalakiyên siyasî vê carê bû cihê çalakiya pirtûkxwendinê. Di çalakiyê de ciwanan diruşmên wekî "Pirtûk we diguherînin", "Zanîn hêz e", "Werin pirtûkxaneyan" berz kirin.
Di heman demê de lêkolînên ku li ser ka li Tirkiyeyê çiqas pirtûk têne xwendin jî didome. Ya herî dawî Weşanên Kaktus kiriye. Li gor vê lêkolînê li Tirkiyeyê herî zêde Erzîncan û Erzerom bi 13 pirtûkan bûne yekemîn, Amed û Riha jî bi serê kesî 3 pirtûkan bûne bajarên ku herî hindik lê pirtûk têne xwendin.
Vaye ji lêkolînê hin not:
- Di sala 2011'an de 408 mîlyon heb pirtûk hatine weşandin, nîvê van pirtûkan Wezareta Perwerdehiyê ya Tirkiyeyê wekî pirtûkên dersê çap kirine. Di salekê de bi giştî serê kesî 7 pirtûk dikin.
- Di sala 2011'an de 1900 weşanxane li Tirkiyeyê di faliyetê de bûn û 43 hezar û 500 heb pirtûkên bi tirkî hatibûn çapkirin. (Mixabin tenê li dor 150 heb ên bi kurdî hatine çapkirin)
- Di 2011'an ji bo 43 hezar û 500 heb pirtûkî nimreya ISBN hatiye day^ni.
Li gor daneyên malpera Amazon.com xwendevan êdî ji dêla pirtûka çapkirî e-pirtûkê tercih dike. Lêkolînê nîşan da ku dema her 100 pirtûkên çap kirî têne firotin di heman kêliyê de 105 pirtûkên e-kitab têne firotin.
- Rêjeya xwendina pirtûka a ji aliyê jir û mêran ve nêzî hev e. Jin ji mêran zêdetir pirtûkan dixwînin. Serê her mêrî 7.1 pirtûk, serê her jinî 7.3 pirtûkên bi tirkî dikeve.
- Li gor bajaran li Erzîncan û Erzeromê herî zêde pirtûk têne xwendin (serî kesî 13 pirtûk). Herî hindik jî bi 3 pirtûkan li Amed û Rihayê hindik pirtûk têne xwendin.
- Li dinyayê pirtûkê ku herî zêde hatiye firotin Încîl e ku mîlyarek û 200 mîlyon hatine firotin. Dûre Quran tê ku mîlyarek heb hatiye çapkirin û pirtûka Mao bi 800 mîlyon hebî bûye sêyemîn.
- Li Tirkiyeyê di nav pirtûkên tirkî de herî zêde pirtûkên Omer Seyfettin, Ayşe Kulin, Orhan Pamuk, Elif Şafak û Canan Tan têne xwendin de ne. Di warê kurdî de lêkolîneke ku herî zêde kîjan tê xwendin nîn e.
- Di vê Hefteya Pirtûkxaneyan de li Tirkiyeyê hem bi têra xwe pirtûkxane nîn in, hem jî ji bo wan eleqe nîn e. Li Tirkiyeyê 1435 heb pirtûkxane hene li Almanyayê ev rêje 11 hezar heb e. Lê li Tirkiyeyê 14 hezar û 433 mizgeft hene.
Foto: Doruk Ozbey / Radikal
(Wêne di dema çalakiya xwendinê ya li ber Lîseya Galatasaray de hatiye kişandin)