Diyarname
Ji bo hilbijartinê sê roj man. Kurd wê çend mebûsan derxin? Vane du texmîn:
Nivîskarê Radikalê û xwediyê şîrketa lêkolînê KONDA'yê Tarhan Erdem îro di quncikê xwe de texmîna kîjan partî dê çend mebûsan derxe nivîsî.
Li gor Tarhan texmînên lêkolînan:
Partî, Herî Hindik; Herî zêde:
AKP: 292 335
CHP: 120 175
BDP û serbixwe: 28 37
Texmînên Tarhan:
Partî, Herî Hindik; Herî zêde:
AKP: 312 326
CHP: 140 154
BDP û serbixwe: 28 32
Li ser bajaran û Blokê me jî lêkolîneke kir. Bajar bi bajar em li ser xebitîn. Li gor lêkolîna me ger di sindoqan de rê winda nebin, yan jî wekî hilbijartina borî li hin deran pirsgirêkên siyasî derneyên dê Bloka Ked, Demokrasî û Azadiyê dê 35 mebûsan derxe. Dîsa ev lêkolîn nîşanî me dide ku Blok dê kêmî 28 mebûsan dernexe.