Ji bo guhdarîkirinê:
Di xwendevaniya xwe de, li gorî xwe, pirtûkan dibêjêrim û dixwînim. Bi qasî dikarim têkiliyek kûr bi metnê re datînim.
Sala çûyî ji bo min saleke xweş bû. Bi ked û hewla xwe, bi mereq û jidilbûna xwe di rêya xwe de meşiyam. Yek ji kêfxweşîya min karê wergerê bû. Ceribandin û serboriyên min çêbûn. Min ji bo xwe, xala herî muhîm a derheqê wergerê de bi dest xist; berhem an jî nivîsarên ku ez pê re têkilî daneynim ez ê wernegerînim, qerara xwe li pey pêşxwendinê bidim.
Wexteke diçim qursa wergerê û hin qursên din. Tevî xwendin, lêkolînên kurt gihîştim wê baweriyê, berî gramerê û rastnivîsê, têkiliya bi metnê re, îfadeya metnê ya di zimanê nû de pir muhîm e. Serpêhatiyên min ê borî, helbestvaniya min û ceribînên min ê nivîsên kurt cesaret dan min û min bi rihetî qerar da ez xwe di warê wergerê de biceribînim. Sala 2024an ji bo min salek cuda bû. Min romanek kurdî li tirkî wergerand. Pirtûka din di warê pêşkeftin û aboriyê de bû, meriv dikare wekî serborî/bîranîn bi nav bike, min ew jî ji tirkî li kurdî wergerand.
Pirtûka duyemîn wexta ji bo wergerê hat ber destê min, cara pêşî min pêşxwendinek kir. Di despêkêde hinek bêqerar mam, pey re ji ber hin taybetiyên berhemê, min ji xwe re got, şev û roj be jî gerek ez xwe biceribînim. Di nava çend mehan de min wergerand, hindik ma ku xilas be. Wextek beriya niha min beşek ji wergera xwe şand bo weşanxaneyê û nivîskara pirtûkê, wergera min ji alî weşanxane û nivîskarê ve hatibû ecibandin, wê kêliyê min gote xwe, bi cesaret be, ger nivîskarek ji metna xwe bawer be, wergêrê gava herî zor li pey xwe hiştî ye, problemên edîtoriyê hebin, ew dimîne bo weşanxaneyê.
Wisa xuya ye, bi tevî helbestê û nivîsên kurt wê werger jî di jiyana min de hebe.
Ez ji helbesta Cahit Sitki Taranci a bi navê “Ez bibêjim ku...” gelek hez dikim, her ku di antolojiyên helbestan de derdikeve pêşberî min wekî gelek helbestên ku ez ji wan hez dikim bi dilşadî wê rûpelê nîşan dikim ku ji bo carek din dema wê pirtukê bigrim destê xwe bi taybetî wan rûpelan bixwînim.
Bi wê kêf û kelecanê, min hewl da, li gorî kurdî û îfadeyên helbestvaniyê, helbestê bi awayekî serbest li kurdî wergerînim, adapteyê kurdî bikim. Bi zimanê xwe, her hewl didim bi hêvî bim, her bi cerib bim.
Bi hêviya sal û jiyanek xweş û azad...
*
EZ BIBÊJIM KU…
Ez bibêjim ku, dem ji deman êvarek meha Nîsanê ye
Bayê bêhna min tîne ber min, ji te da tê.
Tu yî behra herî şîn, ku ez temaşevanê wê me.
Ez di te de li daristanên herî bi askor digerim.
Min ji te çinî kulîlkên her û her naçilmisin.
Min li te ajot axa herî bi bereket
Min bi te tehm kir, hemû tehmên li ser rûyê erdê.
Tu, tu axa min a herî bi adan î,
ku ez tov-an lêdireşînim…
Ez bibêjim ku, tu ji bo min bi qasî hewayê elzem î,
bi qasî nan û dan bimbarek î,
tu wekî avê ezîz î.
Tu yî xelata dilsoziyê, a dilsoziyê yî tu!
Ez bibêjim ku…
Û tu, bawer bike ji min,
tu li mala min xweşî yî,
li bexçeyê min bihar,
li ser sifreya min meya pir û pir kevnar.
Ez di te de dijîm,
tu her û her di can û cesedê min de bi hikum î.
Bi tevî bayek ji bayên demsala pêncemîn,
ava çem û mesîlan, bi dengê çivîk, şalûl û bilbilan,
bihêle ez pênase bikim bê tu çiqas şîrîn û delal î. Pey re rojek ji rojan, ger tu êdî dengê min ferq nekî,
bizanibe ku ez êdî najîm û mirî me.
Lê dîsa jî bila dil li te teng nebe û xemgîn nebe;
Ez ê di gorê de jî, bi kêzikan bidim jiberkirin delaliya te.
Û pey re rojek ji rojan.
Ger tu bibihîzî dengê min ji ezmanê heftan.
Bizanibe ku wê rojê roja xeşir û mehşerê ye,
ez stranên kêfxweşiyê distirêm û li her derê li te digerim.


