Li dû Sêdara MAHABAD’ê
Xweha Sêdarê, zarê min ketiye tevzê. Hûrik hûrik dinehwirîne û wiha jî nermik Zêmara ji ben vebûyî. Ez çi bikim ku rabirdûya min bi nal e Xwehê, bi nala Sêdarê ye! Wekî ku helbest dibêje:
“eyan e beyana me
me sêdar jiber kirin û Diyarbekir
me xerîbî jî kuta kir
lê hê duta ye peyv, di navbera lêv û lêlê de...”
Pêşiyên min çê, û çê stran strana Sêdarê! Û ev hê jî masûr e li gewriya min, masûreke ku çîroka wê dûr û dirêj e. Nifir e ev an dua neşêm ji hev derxim.
Du mist li hev tên dadan wekî ku, du mist. Du nexşeyên xaşêlî li qedereke ronedîtî tên badan! Destê Xewnê xirboqî ye. Belkî jî destên te -dest çi tîne bîra te, Xwehê? Bêçira me lew di gêjgerînekên Lewnê de ku sedbare şevê li min digerîne -li dû Xewna te…
Xwehê, min bi por Lewn dît, bi por. Qîr î qetran tê geriyabû -tîr û beqemtir bû ji xwîn Pêşiyên min! Jê bi wêdetir sê ta li avê kurkirî bû û du guliyên hinekirî, bi sorê lal. Te digot ya: “Hine pir caran dişibe xwînê”, sertaser wilo! Li dera han şehekî ku sê diran şikestî. Ronahiya sê çirayan li ber ‘pif’ekê dilerizî -lerza çirayê ji Lewnê ve nas e!..
Û xwehê yekser wekî ku got “Mizgînî…” dengekî dawidî , “Mizgînî… wekî ku Xewnê Lewn jî esmer e, Lewn jî esmer e, û yeqîn dûr an nêz ev dar bi ber e.”
Ez çeng bûm, di per vebû Mizgînxêrk, hilfirî di ser Qurana di qewlik de ku bi dîwêr ve hilawestî, çû hat çû hat û venişt li ser perwazê pencereyê.
Li der, nikil di bê werdida Hechecika li ser guliyê darê, kuliyên berfê li hewa bi dev vedikir.
ezyeqin@hotmail.com


